Wergera Ji Tirkî: Cewad QEMERÎ
1- MIN MINNET NÎNIT JI GULA KU DIBIŞKIVE JI NAR
Min minnet nînit ji gula ku dibişkive ji nar
Bi ‘Erebî w farisî nizanim minneta-m nîne ji zar
Di siratê musteqîm de xwe dispêrim er-Rehîm
Ji-rya ku îblîs tê de ye-b talîm e nînim minnetdar
Derdek ‘ecêb li min peyda ye her kes li pêyî karê
Tiştê îro ez dixwim, Heq kerîm e bo sibehê
Zerreyek temaham nîne ji bo hebûna vê dinê
Raziqê min her Xweda ye, min tu minnet ji evda nînê
Oy Nesîmî, can Nesîmî! Ger Xenî mîhman bî bo te
Ku siba Ehmedê Muxtar şefaetkar bit ji bo te
Raziqê cumle hebûnan ew settari bit ji bo te
Min minnet nîne ji hunkarê xelîfê rû dinê
2. MERHEBA
Merheba-b xêr hatî ey ruhû rewanêm merheba
Ey şekerleb yarê şîrin lamekanêm merheba
Çûn te leb cam-i cem e nefxe a Ruhu’l-Qudûs
Ey cemîlêm ey cemalêm behr û kanêm merheba
Ğeyr ji te bo dil min nabê layiqê tû tişt û mişt
Sûretêm ‘eqlêm ‘uqûlêm cism û canêm merheba
Ey dilberê sûretmelek! Can feda bo rêka te
Çun te got: “Lehmîke lehmî, demmîke demmî[1]” merheba
Min hate yar pursî bi nas gote Nesîmî-t çawanî
Mereba-b xêr hatî ey ruh û rewanêm merheba
[1] Mebest xwîna min ji xwîna wî goştê min ji goştê wî ye. Ev işareta bi bal peyva Resûlê Xweda a ku tê de gotiye ‘Elî j imin e ez ji Elî me.
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.