'Bila neviyên min li hemberî dijminên min, min stûxwar dernexînin'

 'Bila neviyên min li hemberî dijminên min, min stûxwar dernexînin'

Em Şehîd Şêx Seîd û rêhevalên wî bi rehmet bi bîr tînin...

 

Di 29ê Hezîrana sala 1925 an de Şêx Seîd Efendî û 46 rêhevalên wî li Diyarbekirê hatine darvekirin û şehîdkirin. Ji bo ku doz û serhıldana wî di bîra mirovan de nemîne, meqbera wî winda kirin.

Ev heman kirin, ji bilî Şêx Seîd, jibo ewladê qehreman rêber û şexsiyetê Kürda Şehîd Seyyîd Riza û îftixara alema Îslamê, alimê gewre û ewladê Kurdistanê Bediuzzeman Seîdê Kurdî jî hatiye kirin.

Bi wesîleya salvegera Şehadeta 95 mîn ya Şehîd Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî, em wan bi rêz û hurmet, bi minet û rehmet bi bîr tînin.

Em hêvîdar in ku doza gelê Kürd ya ji bo maf, edalet, biratî û wekhevîyê bi serkevtin encam bibe.

Herwiha em hêvîdarın aştî, biratî û aramî bibe para hemû gelên müslüman.

Em, di 95’mîn salvegera şehadeta Şehîd Şêx Seîd û rêhevalên wî de gazî nunerên Dewlet u hikumetê dikin, Em dibejin Edî ciyê meqbera Şêx Seid u hevalên wî diyar bikin...

Ji bo min ne xeme ku hûn min bi van sêdarên bêqîymet min daleqînin. Bê guman têkoşîna min ji bo Xweda û jibo Dîn e.”

Ez niha dikim ji vê jiyana fanî xatir bixwazim. Boy min xwe jibo Dîn û gelê xwe, min xwe feda kir ez ne poşman im. Hew bila neviyên min li hemberî dijminên min, min stûxwar dernexînin.” Şehid Şêx Seîd

 

 

Amadekar: Melle Mahmut Kılınç


Ê Berê Ji zimanê şahidan Qetlîama Susayê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.