JI BAXÇÊ ZAROKAN
Bîsmîllah mifteyeke
Deryê xêrê vedike
Xêra wê çi geleke
Bîsmîllah-b navê Allah
Di serê her xebatê
Bo xweşîw xêratê
Bike zîkra heyatê
Bîsmîllah b-navê Allah
Bîsmîllah bereket e
Selamet û rehmete
Pê namîne zehmete
Bîsmîllah b-navê Allah
Erd û esman behr û ber
Bi Bîsmîllah-d kin tevger
Jibo Allahê Ekber
Bîsmîllah-b navê Allah
Bîsmîllah dibê ‘alem
Tu jî bêje ey adem
Di dil namîn qet’a ğem
Bîsmîllah navê Allah
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.