Mehkeme destnîşan kir Ala Kurdistanê wek “Propagandaya PKKê” nikare bê hesibandin

Mehkeme destnîşan kir Ala Kurdistanê wek “Propagandaya PKKê” nikare bê hesibandin

Qerara Mehkemeya Cezaya Giran a 2yemîn a Wanê “Ala Kurdistanê wek propagandaya PKKê nikare bê hesibadin” ji teref Mahkemeya Herêmê ya Erzeromê ve hat tesdîqkirin.

Berî vê 3 salan derheqê Arkeolog Ahmet Kinay de doza sîyasî hat vekirin û di encama doza ku hat vekirin de di sala 2015an de  Ala Kurdistanê wek propagandaya rêxistinê hat hesibandin.
 
Di doza ku li Mahkemeya Cezaya Giran a 2yemîn a Wanê  dihat dîtin de mehkemê qerara xwe da.
 
Di qerara ku hat dayîn de Ala Kurdistanê wek propagandaya PKKê nehat qebûlkirin û hat destnîşankirin; Herêma Kurdistanê ew herêm e ku lê exlebe Kurd dijîn û birêveberîya wê ji teref dewleta Iraqê ve li gorî hiqûqa neavneteweyî hatiye nasîn û Herêma Kurdistanê xwedî birêveberîyeke meşrû ye ku divê ji PKK/KCKê cûda bê hesibandin.
 
Mehkemê her wisa diyar kir parvekirinê Kinay ne hêmanên sûcê ne.(ÎLKHA)


Ê Berê Ji Arşîva ‘Ebdûrreqîb Yûsif Hatina Bedî’uzzemanê Nûrsî Bo gundê Zivingê li Botan
Ê Li Pey Weqfa Karwana Hêvîyê amadehîyên serjêkirina qurbanan temam kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.