SERNIVÎSA KELHAAMED (HEJMAR 46)

SERNIVÎSA KELHAAMED (HEJMAR 46)

BILINDBÛNA KURDAN Lİ SER REHÊN ÎSLAMÎ

SERNIVÎS

Di heqîqet de ê hukumran ‘urf û ‘adet û jiyan e, bir û baweri ye, nêrîna li dunyaw axretê ye. Ne ‘irq û ziman û însan in. ‘Urf û ‘adet û fêmberiya kîjan milletan hakim û hukumran be ew millet dewlet in, yên ku ‘adetên wan jî di pejirînin û dijîn jî karmendên wan in.

Kurd jî ji bo ku nebin karmendên hinekan gerek pêşî fikra xwe azad bikin. Nêrîna xwe ya li azadî û dewletbûnê gerek pêşî bikin Îslamî û însanî û ‘eqlî û mentiqî. Gerek pêşî di fikra xwe de bibin dewlet.

Di nêrîna wanî dunyayê de, di jiyana wan de, di nav zarok û pîrek û keç û lawên wan de heger ‘urf û ‘adet û modelên emperyalîstan, xêrnexwazan hebe ew nabin dewlet. Belkî bibin rejimên karmendê emperyalîstan lê nabin dewlet.

Çimkî dewlet lutfeke Îlahi ye, rabûn û bilidbûna li ser esas û ruknê xwe ye. Xudanbûna li hemî pêwistiyên maddî û me’newi ye. Her axeke ku ji teref xwedyê xwe ve hatibe îmarkirin ew der dewlet e. Mal û mekanên ku li ser erda xelkê hatibin avakirin yan jî di wan de fêmberiya hêzên emperyal hukumrabe ew der ne dewlet in. Her wiha di dunyayê de gelek sazî hene rejim in lê ne dewlet in.

Di vê dunya ku rejimên bi quwwet çar terefê Kurdan pêçane, bi şiddet û sîlehê ne mumkune ku Kurd li hember wan bi serkevin. Çimkî em dibînin ku hêzên emperyalîst nahêlin sîleh û saziyên musellehe ji nav Kurdan kêm bibin. Lê ev jî ji kuştin û qirkirina Kurdan pê ve ji tişkî re bikêr nayê. Ewçax, ji bo azadiya Kurdên ku tên ‘eciqandin çare tişkî din e. Rebbê Kurdan û Rebbê mezlûmê hemî kaînatê vê çareyê bi destê pêğemberê Xwe nîşanî temamê ‘aleman daye. Reçeta xelasiya Kurdan ew e.

Kesên ku bi nezera çavkaniya berjewendiyên xwe yên emperyalî li Kurdan dinerin, Kurd gerek pêşî wan nasbikin, hifza xwe ji wan bikin. Kesên ku ne limêjkere gerek Kurd hifza xwe ji wan bikin. Kesên ku dujminantiya dînê Îslamê dikin yan jî dostaniya dujminên Muslumanan dikin gerek Kurd hifza xwe ji wan bikin.

Dewletbûyîn rehmû ‘edaletê dixwaze; naskirin û pêkanîna xwestekên Afirîner dixwaze, rî’ayeta heqan, şopandina qanûnên kewnî dixwaze. Şexsekî ku vana di qelbê xwe de bi cî bîne jiyana wî ya şexsî jî têkeve vê mecrayê însan û eşya jê re musexxer dibin, alîkariya wî dikin. Heta ê ku pê re dujminantiyê dikin û nahêlin bighêje heqqê xwe jî nerm dibin, alîkariya wî dikin. Her ferdekî qewmê Kurd bi şexsê xwe û malbata xwe bibe xwedyê van wesfên ‘alî, wan dewleta xwe di dunya xwe ya şexsî de ava kirine; ji neqencî, fikr û karên şeytanî xwe azad kirine. Yanî îdî ji bo di gel qewmê xwe bibin dewlet û di dunyayê de di nav qewmên din de ciyê xwe bigrin amade ne. Wê gavê ji ğeyrî şeytanan tu mani’ li pêşiya wan namînin.

Hêzên emperyalîst û wan hêz û sazi yû kesên ku naxwazin Kurd bibin dewlet û azad, loma berê Kurdan daîm ji rukn û esasên wan, ji bîr û baweriyên wan, ji Rebbê wan dizivirînin. Nahêlin Kurd di jiyana xwe ya şexsî de bibin azad û dewlet, exlaq û ‘adetên ğeyrî meşrû bi wan didin hezkirin. Bi zimanê xwe her daîm dibêjên em qenciya Kurdan dixwazin, qenciyê jî di îdeolojiyên beşerî de, di ‘urf û moda ya Parîs, London, Waşingtonê de, di fuhşiyat û munkeratan de nîşandidin.

 


Ê Berê HEJMARA NÛ DERKET
Ê Li Pey Karwana Hêvîyê ji bi sedan malbatên Sûrîyeyî re alîkarîya cil û bergan kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.