EM BIMRIN JÎ MILLIYETA ME KU ÎSLAM E EW HER SAĞ E

EM BIMRIN JÎ MILLIYETA ME KU ÎSLAM E EW HER SAĞ E

REÇETA KURDAN HEVPEYVÎNA CIVAKA KURDAN BI SEYDAYÊ BEDÎUZZEMAN RE

Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm
“Xesleta herî qenc – a ku dînê me jî dixwaze- ev e ku em bi rih û can û ûjdan û fikr û bi temamê qewweta xwe bejin: ‘Em bimrin jî milliyeta me ku Îslam e ew her sağ e, heta bi heta ew baqi ye. Bira milletê min (Musluman) sağ be, sewaba axretê ji min re bes e. Jiyana min a me’newî ku di jiyana millet de ye ewê min bide jiyandin, di ‘alema bilind de wê lezzetê bide min.
والموت يوم نورزنات Yanî: “Roja mirina me roja ‘îda me ye.”
Ji me re tiştê herî baş ew tişt e ku dînê me ji me dixwaze. Çi weqta ku em heyirî man, ne ku em xwe bi ğeyrîmusliman ve bigrin, gerek em li daxwaziyên dînê xwe bizîvirin. Ew jî ev e ku em bi temamê hebûna xwe di oğira selametiya milletê Musluman de bixebitin.
S: - “Emê çewa quwweta xwe bidin hev û namûsa -şerefa- milletê Musluman muhafeze bikin?”
C: - “Bi fikra milliyetê.” Millet û milliyet bi me’na Muslumanan û dînê Îslamê ye, ne bi me’na qewmiyetperestiyê ye.
Yanî hûnê bi fikra Îslamî “din av milletê Musluman de wek hewzê kewserê, hewzê me’rîfet û mehebbetê vekin. Qulik milikên ku dibin hawuz de hene û ava wî vala dikin hûnê bigrin. Wan cihokê ku ji jor ve avê vera hawûz didin bi fedla Îslamiyetê vekin.”
Ewilî di nav xwe de wek hawê hawuzekî me’newî saz bikin. Di wê derê de me’rîfet û mehebbetê, yanî naskirina dînê Xweda û Şerî’et û perwerdeyiya bi adabên Îslamî di gel ji hevheskirina ji Xweda bidin rûniştandin. Wan rê û sebebên ku cehaletê dixin nav we û we ji ‘emelê salih û bîr û baweriya we dûr dixin bi me’rîfetê bigrin. Bi perwerdeyîyeke ku ‘ulûmê Îslamî esas digre ewladên xwe techîz bikin, wan bidin xwendin. Bira nebin cahilên dîn û dünya xwe, bira nedin dû fikrên ğeyrî Îslamî.
Wan cihokên ku ji jor ve wî hawuzî xwedî dikin, yanî wan riyên zekat û sedeqe û înfaq û teberru’atên Îslamî bi hawayê ku Îslamê nişan da ye vekin. Li gora Şerî’etê wan riyan bi kar bînin. Van riyên zekat û sedeqeyan baş bikar bînin.
“Kaniyeke mezin heye.” Ew jî zekat e. “Heta niha bi neqencî hat bikaranîn. Dihat dayîn ji kesên ‘eceze û parsek re. Bi vî şeklî tev heba bû. Ji vê kaiyê re mecrakî baş çekin û bi kargerên şer’î wan berra vî hawûzî din.”
Di dînê me de muesseseya zekatê heye. Ev muessese heta niha ne di cî de hat bikaranîn. Zekat ne di ciyê xwe de hat serfkirin. Li ‘eceze û parsekan dihat belavkirin. Hal ew e gerek li ehlê ‘ilmê û mucahidan were belavkirin.
Îdî hûn ji vê muesseseya zekatê re ku wek kaniya heyatê ye mecrayek, yanî cihokek baş çêkin, yanî bira îdî zekat bi riyeke şer’î, bira bi destê karmendên zekatê were civandin da ku di wî hawuzî de bicive. Bira îdî di nav parsek û ‘ecezeyan de heba nebe. Mesela zekatê gelek muhîmm e.
“Pişt re ji vê kaniyê avê bidin bostanê kemalatên xwe. Vêya kaniyeke werê ye ku hîç naqede.”
S: - “Çiye ew kanî?”
C: - “Zekat e. Hûn Şafi’î û Hanîfî ne.”
Bi kaniya zekatê muesseseyên xwe yên ‘ilmî xwedî bikin. Ciyê ku zekat lê tê serfkirin ev der e, ne parsek û gerok û ‘ecûz in. Hûn yan Şafi’î yan jî Henîfî ne. Li gora van her dû mezheban zekat li talibên ‘ilmê diçe. Bi zekatên xwe me’aşê muderrisan bidin û talibên ‘ilmê bighînin. Ev ji we re wek xezînê ye.
S: - “ حَبَّذا وَ نِعْمَتْ اِنْ لَمْ تَذْهَبْ عائِضَةً، بَلْ فاضَتْ اِلى تِلْكَ الْخَزِينَةِ” Yanî: “Eger ziwa nebe û ber bi wê xezînê biherike çiqas baş çêdibe!”
C: - “ اَجَلْ اَنَّ فِيكُمْ ذَكاوَةٌ اِنَّما تَتَزاهَرُ باِلزَّكاة ” Yanî: “Belê, di nav we de zekawetek heye ku ancax bi zekatê vedibe û wek kulîlkê geş dibe.”
S: “Çewa yanî?”
C: - “Heger kesên zekî zekata zekaweta xwe bidin û kesên zengîn jî hema zekata zekata xwe jî ji bo menfî’ta millet serf bikin, wê milletê we jî leqayî milletên din bibe.”
S: - “Hûn dixwazin ku milletê we jî wek milletên din di dinyayê de pêş de here. Ji bo vêya heger kesên we yên zekî zekata zekaweta xwe ji bo menfî’eta Muslumanan serf bikin û zekata we jî tev li cî kî bicive û pî xizmetên millet werin kirin hûnê ji hemî milletn derbas bibin. Rewşenbîr û ‘eqilmendên we bira hinkî ‘eql û zekaweta xwe têxin oğira millet. Maldarên we jî bira zekata malê xwe di ciyê wê de serf bikin. Ê ku we pêş ve bivin ev in. Sebebê ku hûn li paş mane jî ev in.
S: - “Wekî din?” Em çi bikin?
C: - “Nezr û sedeqe ku ji bo alîkariya milletê Musluman tên dayîn ew jî pismamên zekatê ne. Damarên wan hevdû dikşînin. Ji bo xizmetê ew jî dibin alîkar.”
Çewa ku zekat ji bo meslehetên ‘umûmî tê serfkirin, nezr û sedeq û hemî înfaqên din jî ji bo meslehetên ‘umûmî werin serfkirin wê di ximetê de fêa wan çêbibe.
 


Ê Berê Xebatên alîkarîyê yên Karwana Hêvîyê ji bo gelê Yemenê berdewam dike
Ê Li Pey “Înkarkirina medenîyet, çand û zimanê 20 milyon Kurdî fehmkorî ye”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.