War û welatê Kurdên Misliman ê ku di navbera di agiran de maye: Kurdistana Sor

War û welatê Kurdên Misliman ê ku di navbera di agiran de maye: Kurdistana Sor

Hêzên emperyalist tu carî naxwazin li ser rûyê erdê edalet û heq hakim bibe, di şûna vê yekê de dixwazin ku nîzameke ceberrut bê avakirin da ku her tim alozî û şer û pevçûn berdewam bikin.

Yek ji wan herêmên ku lê pevçûn û şer hakim e pirsgirêka bi navê “Daglik Karabag” a ku di navbera Azerbeycan û Ermenistanê ye ku SSCBê wek mîrat heştîye.
 
Herêma Xweser a Daglik Karabagê girêdayê Azerbaycanê bû û ji sedî 20ê axên Azerbaycanê pêk dianî. Ji ber ku pevçûnên di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de bûn şer di sala 1992yan de ji teref Ermenistanê ve hat îşxalkirin.
 
Ji ber ku problema heyî bê çareserkirin di sala 1992yan de komeke gotûbêjê ya bi navê “MÎNSK” hat damezrandin ku Azerbaycan, Ermenistan, Tirkîye, Almanya, Îtalya, Swêd, Fînlandîya û Belarus endamên daîmî yên vê komê û Fransa, Amerîka û Rûsya jî hevserokên vê komê bûn. Di sala 92yan de ev kom hat damezrandin; lê belê heta roja me tu gav nehatin avêtin da ku ev mesele bê çareserkirin.
 
Ji roja ku herêm ket bin îşxala Ermenistanê vir ve bênavber şer û pevçûn rû dan û heta roja me ya îro jî berdewam dikin.
 
Ev tiştên ku heta niha hatin gotin perçeyeke rastîya ku tê zanîn in.
 
Divê em berê xwe bidin wan rastî û heqîqetên ku tên zanîn û tu carî qala wan nayên kirin an jî nayê xwestin ku qala wan bê kirin.
 
Ekserîyetê wan axên ku ji teref Ermenîyan ve hatine îşxalkirin ne yên wan û ne jî yên Azerîyan e. Ev der herêma Kurdên Misliman e ku di dîrokê de ev herêm wek bi navê “Kurdistana Sor” dihat binavkirin.
 
Ev axên ku îro hatine îşxalkirin û li ser wan şer tê kirin war û welatê fatîhê Qudsê Selahaddîn Eyyûbîyê Kurdî ne. Dîsa ev ax dergûşa  dewletên Kurdan ên mîna Şeddadîyan e.
 
Azerî û Ermenîyan tu carî navê Kurdan nexwastin bilêv bikin. Dîsa Koma Gotûbêjê ya MÎNSKê  careke tenê jî peyva Kurd di gotûbêjan de bikar neanî.Tu carî qala wan Kurdên Misliman ên ku ji teref Azerbaycan û Ermenistanê ve ji war û welatên xwe hatin derxistin, hatin asîmîlekirin nehat kirin.
 
Di sala 1923yan de di heyama Sovyetan de di bergeha “heqê tayînkirina çarenûsa xwe ya neteweyan de”  ji Kurdistana Sor a ku ji herêmên Laçîn, Kelbecer, Zengilan, Qubatî, Cebraîl û Zengezurê pêk dihat re mafê otonomî hat dayîn.
 
Li gorî serjimara ku di sala 1923yan de ji teref Komareya Azerbeycanê ve hat kirin ji sedî 70ê kesên ku li van herêman dijîyan Kurd bûn. Dîsa hejmara kesên ku li Kelbecer û Laçînê dijîyan jî ji sedî 99 Kurd bû. Li gorî serjimara ku hat kirin hejmara Tirkên ku li van 2 bajaran dijîyan bes 180 kes bûn.Berîya îşxala Ermenistanê hejmara kesên ku li Laçîn, Kelbecer, Qubat, Zengilanê zêdetirî 200 hezar kes dijîyan.
 
Piştî ku çendîn sal dernas bûn re Stalîn,  Şahê Îranê û Mustafa Kamala ku di nav Tirkan de wek Ataturk tê navandin,  ji ber menfeatên xwe yên siyasî li hev kirin û di sala 1919an de dawî li otonomîya Kurdistana Sor anîn. Di wê dîrokê de Kurdistana Sor ji teref Artêşa Sor ve hat dorpêçkirin û li Kurdistana Sor birêveberîya tund hat îlankirin.Çavên Stalînê xwînxwar têr nebûn û wek gelên din gelê Kurd ê ku li Kurdistana Sor dijîya surgun kir.Bi vê surguna ku hat kirin zilmeke mezin Kurdan hat kirin.
 
Piştî ku Sovyeta hilweşîyan re gelên ku hatibûn surgunkirin bûn xwedî maf ku vegerin war û welatên xwe. Lê belê hêj sedema wê nayê zanîn ji ber çi ye Kurdên ku hatibûn surgunkirin venegerîyan an jî hêzek nehişt ku vegerin warê xwe Kurdistana Sor. Sedema nehatina Kurdên li surgunê yek jê ev bû, lê belê sedemeke din jî hebû, ew jî: polîtîkayên durû yên Ermenîyan ên ku li hember Kurdan dihatin sepandin jî sedemek bû.
 
Li Erîvana Ermenistanê Kurdan radyoyeke bi navê Radyoya Erîvanê vekirin û ev yek her çi qas bûbe sebeb Kurd piçekî meylî wan bikin jî, Ermenîyan tu car nexwastin ku Kurdistana Sor otonomîyê bi dest bixe û bi hêz bibe.
 
Di sala 1992yan de Ermenistanê herêma ku Karabag û Kurdistana Sor tê de bû îşxal kir. Kurdên Misliman û Azerî digel îşxala ku hat kirin berê xwe da Bakuyê û herêmên cuda yên Azerbayacanê.Zêdetirî 100 hezar  Kurd bûn penaber, bi hezaran ji wan di rêya koçê de, bi hezaran jî yan ji ber êrîşên Ermenîyan an jî ji ber birçîbûnê canê xwe ji dest dan.
 
Kurdên Misliman ji ber zilm û zordarîya Ermenîyan revîyan û xwe spartin Azerbaycanê vêcarê jî li rasta asîmîlasyona ku ji teref Azerîyan ve dihat kirin hatin. Kurd bes bi wesfê “Azerbaycanî” dikaribûn di nav sazîyên dewletê û artêşê de dikaribûn bi cî bibin.
 
Kurdên ku li Ermenistanê jî dijîyan nikaribûn di sazîyên dewletê de bixebitin.Navên bajar û gundên Kurdan hatin guhartin. Zilmeke wisa dihat kirin ku Ermenistan nedihişt Kurd bi wesfê geştyarîyê jî biçin war û welatên xwe Kurdistana Sor a ku di bin îşxala Ermenistanê de bû.
 
Dîsa ew Ermenistana ku dema wextê wê tê qala çarparçebûna Kurdistanê dike, qet tu carî qala wê Kurdistana Sor a ku ji teref wan ve hatiye îşxalkirin û qala wan zilm û zordarîya ku ji teref wan ve lê tê kirin nake.Lê li gorî berjewendîyên xwe Ermenistan PKKê bi kar tîne û dixwaze herêmê di destê xwe de bigere. Ji alîyê din ve jî Azerbaycan jî dixwaze Kurdan bi kar bîne û wan axên ku ji teref Ermenistanê ve hatine îşxalkirin cardin bi dest bixe.
 
Hewce nake meriv dirêj bike, war û welatê Selahaddînê Eyyûbî û yên Kurdên Misliman di navbera du agiran de maye û hêzên emperyalîst agirê ku çendîn sal dane destpêkirin geştir bikin.(ÎLKHA)
https://ilkha.com/kurmanci/rojev/war-u-welate-kurden-misliman-e-ku-di-navbera-di-agiran-de-maye-kurdistana-sor-21590


Ê Berê Ev înkarkirina Kurdan û bêtehamûlî ji bo çi ye?
Ê Li Pey “Sempozyuma 2yemîn a Selahaddîn Eyyûbî” hat tertîpkirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.