Li Misirê zilm û wehşeta darbekeran berdewam dike: 13 mahkûmên din jî hatin îdamkirin

Li Misirê zilm û wehşeta darbekeran berdewam dike: 13 mahkûmên din jî hatin îdamkirin

Teşkîlata Birayên Misliman a Misirê destnîşan kir, li welêt 13 mahkûmên din ên siyasî hatin îdamkirin.

Birêveberîya darbê û zilmê ji nasên  kesên ku hatin îdamkirin xwest ku cenazayên nasên xwe ji mirîxaneya Nexweşxaneya Zînhumê bigirin.
 
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin navên kesên ku hatine îdamkirin wisa ye: Ahmed Muhammed eş-Şahid, Yasir Ahmed Hudayr, Abdullah es-Seyyid, Cemal Zeki Abdurrahim, İslam Şaban Şehate, Muhammed Ahmed Tevfik, Sad Abdurrauf Sad, Muhammed Sabır Nasr, Mahmud Sabır Nasr, Semir İbrahim Mustafa, Muhammed Adil el-Hamid, Said Yusuf Salih Ammar û Şehat Mustafa Ammar.
 
Berî vê 2 rojan 2 endamên Îxwanê yên ku di xwepêşanên li dijî darbê de hatibûn binçavkirin hatibûn şehîdkirin.
 
Rêxistin û sazîyên ku li ser navê maf û heq û hiqûqê însanan xeber dibin  li hember vê zilma ku li Misirê berdewam dike xwe ker û kor û lal dikin.
 
(ÎLKHA)


Ê Berê “Sempozyuma 2yemîn a Selahaddîn Eyyûbî” hat tertîpkirin
Ê Li Pey Di sala şeşemîn de anatomiya qetlîama 6-8ê Cotmehê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.