قَصِيدَه يَا آٰغَاوُكْ
Ji ber ku wî bi xwe di mersîya xwe ya ku li ser wefata kurrê xwe nivîsîye de diyar kiriye ku kurrê wî di sala 1140ê hîcrî de wefat kiriye em dikarin bêjin ku Aẋawukê Bêdarî berya vê salê ji diya xwe welidîye. 1140ê hicrî beramberî 1727ê miladî tê. Beytên ku wî tê de tarîxa wefata kurrê xwe diyar kiriye wiharenge:
Her di weqtê ev musîbet Heq li ser min aniye
Sal hezar û sed û çil borîn ji Hîcra ummî ye
Mahê Nîsanê ku roja reş li min bû şembî ye
Lazim e her çi ku heq ket em bi wî bin razî ye
Navê Aẋawukê Bêdarî Mûhemmed e, ji Gundê Bêdarê ye. Ev gundê han ḥalê ḥazir bi neḥya Sipayirta Hîzanê ve girêdayî ye (yan jî bi Berwarê ya qezaya Sêrtê ve girêdayi ye). Ji bil van agahîyan di derbarê malbata Aẋawukê Bêdarî de agahîyên me tunene.
Li gorî hinek rîwayetan dîwan û nesîhetnameyeke Aẋawukê Bêdarî hebûne. Lê ev berhem ḥalê ḥazir winda ne. An ev berhem bi ber bayê demê ve çûne an jî di nav destxetên kuçeyan de li benda lêkolînera ne.
Li gorî agahîyên me yên ḥalê ḥazir Aẋawukê Bêdarî di Tarîxa edebîyata Kurdî de yekem kes e ku hîcwîye li ser rewşa gel û mersîye li ser Kurrê xwe bi zimanê Kurdî nivîsî ye. Niha hem mersîya wî hem jî hîcwîya wî li ber destê me ne.
Mixabin çawa ku em ji bil çend helbestên wî di derbarê jiyana wî de xwedî agahîyên qewî nînin, em di derbarê tarîxa wefata wî de jî xwedî agahî nînîn. Tenê ji ber ku mersîya wî a li ser kurrê wî de fêr dibin em dikarin bêjin ku wî di salên piştî 1726ê miladî de wefat kiriye.
Dema em li wî mêze dikin em di dibînin ku wî di helbestên xwe de Kurdîyeke zelal bikaranîye. Em dikarin bêjin ku ew kesekî zimanşêrîn û bi henek bûye. Xwestiye ku bi hîcwîyeyan nesîhet li xelkê bike. Wek nûmûne wî wek hîcwîye di van beytan de beyan kiriye ku eslê însan çi be dê ‘eqîbeta wî jî wilo be. Wek nûmûne:
Eger çêkî ji bo ceḥşê kerê ra
Ji zêr afir ji nav eywanê Kîsra
Eflatûn be ji bona wî mu‘ellim
Bibe saqî ji bo wî Îbnî Sîna
Tu wî avdî ji yenbû‘a heyatê
Di şûna êm bidî wî lewz û xurma
Meke bawer ku dê saḥib huner be
Ewê dîsa wekî bavê xwe ker be
Dema tu wî ji eywanê derînî
Huner nayê ji wî xeynî zirrînî
Seydayê Mela Eḥmed Ḥîlmî di Dîwana Cami’ de bi sernavê “Qesîdeya Aẋayok” cîh daye yek helbesteke Aẋawukê Bêdarî.
TAWÛS BI WÎ ŞEKLÊ MELÎḤ
Ağawukê Bêdarî
Tawûs bi wî şeklê melîḥ, şermende ye ez saqî reş
Ew qijika gû xor binêrr, qij qij dikit elwan im ez
Şêrê ji ḥeft bavê xwe şêr, de’wa şêrantî nakitin
Tûlê pîsê ḥeft kuçikan, ‘ew ‘ew dikit eslan im ez
Nanê cehî têr naxwitin, tiştek di sufrê da niya
Simbêl û çavan bel dikit, sûbaşîyê qewman im
Fedl û kemala sofîya, ger bi riha dirêj biya
Ew nêrîyê liḥye tewîl, dê bêgûman sofî biya
Fedl û kemala Neqşebend, ger ew bi şorba germ biya
Ew dîzika şorbe di nîv, dê şêxê Bestamî biya
Fedl û kemala Qadirî, ger bi teqteq û şeqşeq biya
Ew şeqşeqa aşê yeqîn, dê Qutbê Geylanî biya
Fedl û kemala ‘aliman ger ew bi şaşa gir biya
Şubhê kulindê ser mezin, dê Qadî Beydawî biya
قَصِيدَه يَا آٰغَاوُكْ
طَاوُسْ بِوِي شَكْلِێ مَلِيحْ شَرْمَنْدَه يَه اَزْ سَاقِي ڕَشْ
اَوْ قِژِكَا گُو خُورْ بِنِێڕ قِژْقِژْ دِكِتْ اَلْوَانِمْ اَزْ
شِێرِێ ژِحَفْتْ بَاڤِێ خَوه شِێرْ دَعْوَا شِێرَانْتِي نَاكِتِنْ
تُولِێ پِيسِێ حَفْتْ كُوچِكَانْ عَوْعَوْ دِكِتْ اَصْلَانِمْ اَزْ
نَانِێ جَهِێ تِێرْ نَاخُوتِنْ تِشْتَكْ دِصِفْرِێ دَانِيَا
سِمْبِێلُ و چَاڤَا بَلْ دِكِتْ صُوبَاشِيِێ قَوْمَانِمْ اَزْ
فَضْلُ و كَمَالَا صُۆفِيَا گَرْ بِرِهَا دِرِێژْ بِيَا
اَوْ نِێرِيِێ لِحْيَه طَوِيلْ دِێ بِێ گُمَانْ صُۆفِي بِيَا
فَضْلُ و كَمَالَا نَقْشِبَنْدْ گَرْ اَوْ بِشُۆرْبَا گَرْمْ بِيَا
اَوْ دِيزِكَا شُۆرْبَه دِنِيڤْ دِێ شِێخِێ بَسْطَامِي بِيَا
فَضْلُ و كَمَالَا قَادِرِي گَرْ بِتَقْتَقُ و شَقْشَقْ بِيَا
اَوْ شَقْشَقَا آٰشِێ يَقِينْ دِێ قُطْبِێ گَيْلَانِي بِيَا
فَضْلُ و كَمَالَا عَالِمَانْ گَرْ اَوْ بِشَاشَا گِرْ بِيَا
شُبْهِێ كُلُنْدِێ سَرْ مَزِنْ دِێ قَاضِي بَيْضَاوِي بِيَا
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.