Li Ser DÎWANA CAMI’ Hevpeyvîn

Li Ser DÎWANA CAMI’ Hevpeyvîn

BI MELA EMÎRXAN BAKIŞ RE HEVPEYVÎN

Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm.

Hemd ji Xweda re; selat û selam li ser Resûlê Wî, al û eshabên Wî bin.

Lêkolînerê li ser klasîkên Kurdî Emîrxan Bakış, li Ser Dîwana Cami’ lêkolîn û xebateke taybet kiriye. Qesîde û şi’rên Dîwana Cami’ ji alî tertîbê ve, ji alî muhtewiyat û me’nayê ve û ji alî şa’irên wan ve nirixandiye. Di netîcê de gelek xalên balkêş tesbit kiriye. Di ‘eynî wêqtê de ji berhevkirina şi’r û qesîdeyên Dîwana Cami’ kesayeta berhevkerê Dîwanê Seydayê Mela Ehmedê Qoğî ji gelek hêlan ve derxistiye holê û derheqê wî de hinek tesbîtên cuda kiriye. Bi meqseda em vê xebata wî pêşkêşî xewendevanên xwe bikin me pê re hevpeyvîn kir.

Kelhaamed: Di destpêkê de hûn karin xwe bi me bidin naskirin?

Mela Emîrxan: Navê min Emîrxan, navê bavê min Badîn e. Bavê min jî kalikê min jî xalên min jî tev mela ne. Di gunê me de ê ku ne mela be tunene. Ne îmamê resmî ne lê mela ne. Bi qasî ku di bîra min de ye niha ji bira û pismamên min 52 mela hene.

Nêzîkî deh salan li gundê xwe li ba melayê gund min xwend. Piştre ez çûm Nûrşîn a mala Seyda. Seydayê min navê wî Mela Hakimê Qorağî bû, muderrisê Şêx Taha yê Nûrşîn bû. Şêx Taha neviyê Seydayê Taxi Şêx Diyauddîn (Hezret) e, di herba cîhanê a yekemîn de şehîd dikeve, kurê Şêx Se’îdê Nûrşîn e. Seydayê Taxî Hezret bi xwe jî milê wî di herbê de jê dibe. Di dewra me de çar medrese li Nûrşîn hebûn. Niha jî çar in, heger zêde nekiribin. Yek medresa mala Şêx Taha ye, anha wê ji wir rakirine birine gundê Adgonê. Sî heb feqiyên wan hene, ji ber vîrusê sed heb feqî jî belakirine. Medresa din a mala Şêx Ma’sûm ê kurê Hezret e. Medresa sisiya a mala Şêx Lutfî ye ku anha di destê Şêx ‘Elamettin de ye, ‘alimekî xurt û ehlê teqwa û teblîğê ye, gelek murîdên wî jî hene. Medresa çaran a Şêx Hefîd e ku muderrisê wê ê sereke Şêx ‘Ebdulkerîm Çewîk bû çend meh berê hat şehîd kirin. Zemanekî dirêj min li wir xwend. Ji ğeyrî Nûrşîn li Sêrtê Tillo, li Baykanê cem Seydayê Mela Muhyeddînê Hawêl, li gundê ‘Eynelîxoce ê Melezgirê li ba Mela Hesenê Şêrwî min xwend. Min îcaza xwe jî li cem Seydayê Mela Ehemd li gundekî Patnosê sitend. Piştî îcazê min dibistana seretayî û a navend ji derve ve xwend. Dibistana amadeyî (lise) jî min daxilî xwend. Ez ketim îmtîhnê, min zanîngeh jî qezenc kir lê ji ber bêîmkaniyan min nexwend. Di sala 1989ê de ez hatim Wanê ketim îmtîhana melatiyê û bûm îmamê resmî. Bi îmamtiyê re min Îlahiyt jî Sosyal Bilimler jî xelas kir. Piştî min 27 sal wezîfe kir ez teqa’ud bûm. Niha li Enqerê îqamet dikim.

Kelhaamed: Hûn niha bi çi re meşğûl in?

Mela Emîrxan: Ez anha li ser klasîkên Kurdî lêkolîn dikim, qismek ji wan di TRT Kurdî di gel hevalekî em dikin bername. Di TRT Kurdî de ‘Eqîda Şêx Ehmedê Xanî û Nehculenama Seydayê Mela Xelîlê Sêrtî di gel şerhên wanî ku Seydayê Mela Ehmedê Qoğî çêkiriye me her yek ji wan qismek kiriye bername, qismek jî maye. Tabî heta niha di tu bernamên televizyonan de vana çênebûne, di mijara xwe de vana yekem tên hesibandin. Seyda di wan şerhan de mîsalên gelek xweş ji kitêbên mezin neqil kiriye. Ev jî bernamên me xweştir dike. Me li ser Mewlûda Mela Ehmedê Xasî a Zazayî jî bername çêkirin. Ev jî di dîroka bernameyên televizyonan de a yekem e.

Kelhaamed: Di herêma Kurdisanê de malbata we bi şêxantî û melatiyê tê naskirin. Em dixwazin dîroka vê malbatê jî bi kurtasî nasbikin.

Mela Emîrxan: Navê gundê me yê pêşî Tiraşê ye, pêşiyên me ji wir hatine. Muftiyêkî Qozluk hebû şecere me derxistiye û tespîtkiriye ku ev gund gundekî Medîna Munewwere ye. Pêşiyên me ji wî gundî tên ‘Iraqê. We çaxê zulma ‘Iraqê ku li ser Muslumanan heye ê me li ber radibin, di netîcê de qismek eqrebayên me tên ‘îdamkirin. Bi bira û pismaman duwazde hep ji wir derdikevin tên dora Sason û Qozlikğê. Tarîx 1150’ye. Wê demê serokê wê herêmê fille bûye, navê wî jî Tavlî bû ye. Tavlî dinere vanê ku nû hatine hinek însanên muhterem in, hinik ji wan şêxê terîqeta qadirî ne. Radibin heft gundên Sasonê, heft dikan jî li Qozliğê didine wan ji bo ku me’îşeta xwe pê temîn bikin. Di nav wan merivan de duhebê lipêşhatî hene. Yek ji wan Şêx Muhemmedê Şemlekî, yek jî Şêx Mehmûdê Kal e.

Şêx Mûhemmedê Şemlekî li gundê Tiraşê dimîne ku girêdayî bi Qozliğa navçeya Batmanê ve ye. Anha jî mezelê wî li wir e, salê carkî qurban li ser navê wî tê serjêkirin û merasim tên tertîbkirin. Seydayê Ebulwefa bû ye. Ebulwefa ê ku mewlûdeke ‘Erebî nivîsandiye, zanyarê fizîkê bû ye. Dibêjin ku Ebulwefa nehatiye Turkiyê, li ‘Iraqê mayiye. Wê dewrê hê ‘Usmanî tuenbûn e. Selçûqî hebûn e lê ew jî li wê herêmê tunebûne, li dora Konyayê bûn e. Herêma Kurdan wê demê di destê Akkoyunluya de bû ye ku ew jî li dora Erzincan û Dêrsimê hakim bûn e. De îja em ji zuryeta Şêx Mûhemmedê Şemlekî ne. Li Qozliğê hê jî eqrebayên me gelek in.

Piştî ku ‘Usmanî derdikevin di dewra Şerefxanê Bedlîsî de herêma Kurdistanê îlhaqî ‘Usmaniyan dibe, Kurd di sala 1514’yan de bi Sultan Yawûz Selîm re îttîfaq dikin. ‘Usmanî malbata Şêx Muhemmedê Şemlekî didin ba xwe, li kîder îhtiayciya dewletê bi wan hebe wan didin wir. Mesela li Kutahya gundek heye navê wî Îsma’îliye ye. Xelkê wî gundî tev Tirkin lê dibêjin en ji mala Şêx Balê (Şêx Mûhemmedê) Şemlekî ne. Dêmekî di wê demê de çûne wir li wir muderristî kirine.

Li dor sala 1900î de vana întîsabî mala Seydayê Taxî dikin. Ji wê demê û pê ve îdî terîqeta wanî Qadirî xelas dibe. Kalikên min îdî dibin murîd û xelîfeyên mala Ğews. Xelîfekî Ğewsê Hîzanê bi xwe bi navê Şêx Xalidê Holekî jî ji mala Şêx Mûhemmedê Şemlekî ye.

Pişt re ji mala Şêx Muhemmed hinik kes tên aliyê Bedlîsê, li gundê Hêmizê bi cî dibin. Niha jî Şêx Mûhemmedê Yevzî heye, meşhûr e. Ji bavê min û ber bijor de bavê me yê pênca navê wî Şêx Qasim e. Şêx Qasim tehrîrat katibî, yanî yardimciyê waliyê Mûşê bû ye. Di heman weqtê de muderris jî bû ye. Pişt re walî radibe gundekî didiyê. Navê wî gundî jî Memanî ye, anha girêdayî Bûlanika Mûşê ve ye. Ez bi xwe gihaştim tekye û zawiyên wan. Niha jî hê şuna wan li gund heye û ez karim bêjim hê jî gund tev mela ne.

Kelhaamed: Li ser Dîwana Cami’ xebateka we ya taybet heye. Sebebê ku we ehemmiyet dayê, hûn li serê hûr û kûr xebitîn çi ye?

Mela Emîrxan: Li dor sala 1986’an de ez li cem Seydayê Mela Hesenê Şêrwî bûm li ‘Eynelîxoce (gundê Melezgirt). Seydayê min, berhemên ku hêja didît berhev dikir, carna jî ji ‘Erebî wergerî Kurmancî dikir û hiltanî. Rojekê me li ser Nehculenamê xeber dida, Nehculenam jî nû gihaştibû destê me. Min dî Seyda rahişt Nehculenamê ku li ser sehîfa wê ya ewil nave Ehmed Hilmî yê Qoğî nivîsandî bû, ew nav maçî kir û danî ser ‘enya xwe. Min jî ji wî Seydayê xwe zehf hezdikir, gelek ‘alim bû ez û pê bawer bûm. Di ‘alema me’newî de min gelek jê fêde dîtiye û hê jî dibinim. Em şaş man, min got; “Seyda xêr e, min tişkî fam nekir.” Seyda got; “Kurê min, min Ehmed Hilmî nedîtiye, ez wî nas jî nakim. Di vê ‘esra me de ku navê kelîma “Kurd” qedexe ye, ewî li ser berhemên Kurdî şerh çêkiriye. Ez di zanim ku niha li heyatê ye û xort e jî. Lê Xwedê zane bê di ber van kitêban de çi zehmetî kişandiye. Wan nivîsandiye, çapkiriye û li pişta xwe kiriye cî bi cî gerandiye da ku xelkê me bixwînin. Heger ne wisa bûna îmkana ku ev kitêb bighaşta destê me tunebû. Îja ku ev nav nayê maçî kirin çi pê tê kirin.”

Ev qîmetdayîn û hurmeta seydayê min ji xebat û ezyet û kitêbên Seydayê Mela Ehmed re li min tesîr kir. Îja Seydayê min, di vî warî de Mela Ehmedê Bateî xwedyê mewlûdê û Mela Ehmed Hilmî da ber hev û wiha got: “Di sala 1617’an de Mela Ehmedê Bateî rojekê çûye ziyaretiya mîr. Wexta ku ji zîyaretiya mîr zivirye zivistan bû ye, ew jî dikeve şikeftekî û teqdîra Îlahî di şikeftê de wefat dike. Piştî du sê mehan xelk cenaze wî di şikeftê de dibînin. Ha ‘Aliman bi vî şeklî xizmet kirine.”

Li ser van gotênên Seydayê min merak ji min re çêbû. Dûv re Seydayê Mela Ehmet Şerha Dîwana Şêx Ehmedê Xanî derxist, di dû wê re Hedyetulhebîb derxist, me ew xwendin, kêfa me zehf ji wan re hat. Ku Dîwana Cami’ derket min di fihrista wê de dît ku li ser mala Seydayê Tağî, li ser mala Şêx Ehmedê Xeznayê, li ser mala Şêx ‘Elaeddînê Oxînê qesîde zêde hene. Li ser vê min xwest ez li serê lêkolîn bikim.

Kelhaamd: Di lêkolînê de hedefeke we ya mû’yyen hebû yan na?

Mela Emîrxan: Hedefa min du tişt bûn. Yek jê: Ehemd Hilmî El-Qoğî ki ye? Ezê bi şi’r û qesîdan wî derxim meydanê. Çimkî wextê ku li heyatê bû min wî nedîtiye. Me’lûm e di xebatên akademîk de lêkolîner kitêba nivîskarekî dixwîne û ji wê kitêbê fikr û şexsiyeta wî dide naskirin. Zikrê derwêş çi be fikra wî jî ew e. Min jî xwest ez Seydayê Mela Ehmed Hilmî rehîmehullah û quddîse sîrrûhû ji Dîwana Cami’ nasbikim. Mesela min şi’rek jê dixwend û ez li serê difikirîm. Di şi’rê de mesela behsa teqwayê dihat kirin, min ji xwe re got dêmekî Seyda ji teqwayê hezkiriye. Hinik şi’r wesfên hinek însanan dikin; wek Seydayê Taği, wek Şêx ‘Ebdurrehmanê Tağî, wek Şêx ‘Ebdurrehmanê Aqtepî û her wiha. Ji vê jî tê famê ku Seyda ji van şexsiyetan hezkiriye.

Hedefa minî duduyan jî ev bû ku ez fam bikim bê ka di hindirê vê kitêbê de çi heye. Merev bala xwe didê ku di serî de medhiye hene. di dû wan re sê heb dîwan tên: Dîwana Şêx ‘Ebdurrehmanê Aktepî, dîwana Şêx ‘Eskerî û diwana Seyîd ‘Eliyê Findikî. Piştî wan jî qesîde tên. Çend qesîdene û qesîdeyên kê ne sehîfe sehîfe min wan tespît kiriye û hejmartiye.

Kelhaamed: Piştî ku hûn gihaştin van herdû hedefên xwe derheqê Seydayê Mela Ehmed de hûn karin çi bejin?

Mela Emîrxan: Ez karim di çend maddeyan de vê cewabê bidim: Yek jê; ji Dîwana Cami’ tê famê ku Seyda girêdayî bi Terîqa Neqşebendî ve ye. Çimkî ekserê beytên wê, mesela 29 qesîde tev ê ‘alimên neqşebendîne.  A duduyan xettatiya wî ye. Çimkî di temamê herêma Kurdistanê de hatiye qebûlkirin yekî ku xettên wî wek ê Seyda be tuneye. A sisiyan, kelîmeka ku zanibe wê xwendevan me’na wê nizanibin, mesela kelîme Kurdi ye bes îro pirr nayê bikaranîn, yan jî ji zimankî din ketibe nav Kurdî tefsîl dayiyê. Hetta, di şerha beyta ewil a Mem û Zînê de ku dibêje:

Ser nameê name namê Ellah, Bê namê wî name na temam e wellah

Seydayê Mela Musayê Celalî (Bazîdî) dibêje: “Hinik aliman gotine “name” di vir de bi me’na nav e, hineka gotine bi me’na mektûb e. Ustad Mela Ehmed Hilmî jî gotiye bi me’na kîtab e.” Ez dibêjim heger merev kitêbên Seyda bide ber hev û kelîmê ku tefsîl kiriye teva derxe wê ferhengeke baş jê derkeve.

Di vê xalê de em karin vê jî ‘îlawe bikin; di dewra Seyda de gelo hinik ‘alimên din hene ku wek Seyda xebatên wiha kiribin? Min gelek teftêş kir lê ez rastî tiştekî nehatim. Ya qet kesekî din tune yan jî hebin gelek biçûk in nayên dîtin. Yanî di vê dewrê de ê ku van xebatan kiriye ew bi tenê ye.

A çaran: Tê zanîn ku Seyda xwedyê cesareteke mezin bû ye, ne tirsiyaye. Çimkî wê çaxê dewletê digot Kurd tunene. Ne ku zimanê Kurdî tune, digot; qewmekî bi navê Kurd tune. Bes Seyda di wan rojan de rabûye kitêbên Kurdî nivîsandiye û şerh kiriye. Piştî 1920’an yekî wek Şêx Kerbelaî ji ber zextên dewletê, îdî cîkî ku pê de here namîne, duwazde salan di mala xwe de dimîne heta ku wefat dike. Bedî’uzzeman welat bi welat nefî dikirin, heta ku bi dizî tê ‘Urfayê û li wir wefat dike. Salên Seyda belkî ne hewqas zehmet bûn lê dewama wê dewrê bû. Hê jî Kurd û Kurdîtî qedexebû, suc bû, sebebê cezakirinê bû. Di Dîwana Cami’ de jî gelek şi’r aniye ku cesaret û qehremantî ji wan difûre.

A pêncan: Li hember hevalên xwe helîm bû ye, ehlê suhbet bû ye, bi husnu niyet bû ye. Di berhemên xwe de gelek behsa seydayê xwe, şêxan dike. Xusûsen behsa mala Şêx Ehmedê Xezna dike. Vêya dide zanîn ku ji wan hezdike.

A şeşan: Seyda çewa bawer kiriye bi wî hawayî jî jiyiyaye, muxalifê bîr û baweriya xwe ‘emel nekiriye, te’wîz nedaye. Çimkî di çar pênc ciyan de behsa ğurbetê dike, hesretê dike, terkandina cî dike. Dêmek hinik tişt jê re nehatine qebûlkirin, ew jî ji bo terka wan tiştên xwe neke wê derê terikandiye. Li welatekî sabit nemaye.

A heftan: Li hember neheqî û zulmê mucadele kiriye. Xwedyê seknandinekî Xwedayî bû ye, ne tirsiyaye. fikra mal û ewladan ji dînê Xwedê mestir nedîtiye. Çewa ku me di pêşî de jî got; li ciyekî nesekiniye, kitêb nivîsiye û geriyaye û belakiriye. Wek hinekan rûneniştiye û ne gotiye “ma çi karê min li welatên din heye, ezê di mala xwe de rûnêm çend quruş pere qezenckim.” Ev meqsed pê re tunebûye. Çimkî beytekî ku li ser Seydayê Taxî hatibe nivîsandinê li Nûrşînê, beytekî hatibe nivîsandin li ser şêxê Çoxreşî li Erzerûmê, yek li ser Şêx Mûhemmedê Heyderî hatibe nivîsandin li Nisêbînê di wî zemanî de di wan şertên zehmet de çewa dicivin ser hevdû? Dêmek ew geriyaye, li her derekê hevalên wî hebûne, yek bi yek girtiye daye ser hevdû. Ez şahidim ku di 1982’yan de ez li Patnosê telebebûm. Rojekê ez leqayî hineka bûm, gotin; “em ji zuryeta Feqî Reşîdê Hekarî ne. Berhemek bavê me heye em nizanin çi ye lê em dixwazin çap bikin û em ji karê çapê jî fam nakin.” Min got ka bidin min ez bixwînim bê ka çi kitêb e. Min nerî ku çend nezm in, derheqê mehşer û axret û dunyayê de nivîsandiye. Piştî çend salan min dî ku Nehculenam hatiye çapkirin, di dawiya wê de jî ‘eynen wan nezman bi navê “Sirrulmehşer” heye. yanî wê berhema ku zuryeta Feqî Reşîd jî nizanibûn çiye Seyda peyda kiriye û zehf xweşik nivîsandiye û çap kiriye, ji nû ve sağ kiriye, ji windabûnê xelaskiriye. Seyda di van meselan de guhê wî fire bû ye, bi gelek însanan re têkildar bû ye. Bes ji vî karî hezkiriye, xwestiye, teleb kiriye û Xwedayê Te’ala jî dayiyê.

A heştan: Ji ‘Esra Se’adetê heta niha gelek ‘alim hatine, berhem nivîsandine û çûne. Hinin ji wan ne navê wan ne jî berhemên wan mane, bitemamî hatine jibîrkirin. Hinik ji wan jî wek behrê ne, xwe bixwe li hev zêbûne. Di vê noqteyê de gotinên ‘aliman hene. Dibêjin; dema te berhemek nivîsand û meqseda te her rizaa Xweda be, Xweda wî ‘ilmê te heta bi qiyametê didomîne, ew berhem winda nebe. Lê ku rizaa Xwedê tunebe di zemanekî kurt de winda dibe. Berhemên Seyda jî ku di nav xelkê de belabûne û nayên jibîrkirin dide nîşandna ku Seyda ehlê teqwayê bû ye, xwedyê me’rîfeteke Îlahî bû ye, Xweda jî ji ba xwe de berhemên wî belav dike. Ji alîkî ve tu dibînî Nûrşîna mala Seyda derheqê wî de çend kelîman di nivîse, Mela Zeydîn derheqê wî de çend kelîman dinivîse, Seydayê Mela Musa Celalî ku hewqas ‘alim e û meşhûr e dibêje “Ustad Mela Ehmed Hilmî wiha gotiye”, wî ji xwe re ustad qebûl dik. Ji ber ku Seyda ji bo Xwedê nivîsiye Xweda jî xebata wî belav dike, nahêle were jibîrkirin. Îja ê ku Xwedê jibîr bike Xwedê jî wî jibîr dike, wî kor dike.

A nehan: Tedî di tarîxê de meşhûr e; karbidestên ‘Ebbasiyan niqaşekê didin destpêkirin: Quran mexlûq e yan na? Meqseda wan ev e: Mexlûq nexweş jî dikeve dimre jî. Dema Quran mexlûq qebûl bikin roj heye ku were wê bejin; “Hukmê Quranê îdî mir, pê nayê ‘emelkirin, çimkî ew jî wek her mexlûqî ‘umrê xwe temam kir.” Îja gazî Îmamê Ehmed b. Henbel jî dikin, ji wî jî dipirsin. Ew jî dibêje “Kelamê Xweda Ezelî ye, ebedî ye, ne mexlûq e.” Dibêjin ku tu bi a me nekî emê te bikujin. Dibêje hûn min bikujin jî ez ev im. Wî dixin hepse, rojê çil qamçiyî lê dixin, ezyet û cefayê jî lê dikin terka gotina xwe nake. Xweda jî wek her îmamên me yên din Ehmed b. Henbel kir xwedyê rêçeke mubarek. ‘Ilmekî ku mucadele di ber de were kirin, emek were dayin, tê de teqwa hebe nayê jibîrkirin, di nav ummetê de dibe wek behre. Ê Seyda jî ez ‘ilmekî wiha dibinim.

Kelhaamed: Ji alî qesîde û şi’rên nav xwe de Dîwana Cami’ hûn karin çewa bidin naskirin?

Mela Emîrxan: Di serî de, piştî hinek hemd û selat û selam, neh heb medhiye hene. Medhiye cûrekî şi’rê ye, bi me’na pesndayin e. dûv re Dîwana Şêx ‘Ebdurrehmanê Aqtepî tê ku 29 qesîde di dîwana wî de hene. Di ‘ilmê şi’rê de şi’reke ku ji pazde beytan zêdetir be jê re tê gotin qesîde. Ji notî zêdetir û ji pazda kêmtir be îdî ji qesîdetiyê dertê.

Dûv re dîwana Şêx Kerbelaî tê ku 42 qesîde tê de hene, qesîdên Farisî jî tê de gelek in. Dûv re dîwana Seyîd ‘Eliyê Findikî tê. Seyid ‘Eli di sala 1892’yan de hatiye dunyayê 1966’an de jî wefat kiriye. Di dîwana wî de 42 qesîde, 9 mersiye hene. ji ğeyrî van her sê dîwanan 6 qesîdeyên Şemseddînê Tebrîzî, 4 ên Mewlana Camî, 3 yên Hafizê Şîrazî, 9 yên Feqiyê Teyra, 3 yên Melayê Cezerî ku di dîwana wî de tunene. 2 qesîdeyên ‘Eliyê Herîrî, 2 yên Şêx Nûreddînê Birîfkanî, 3 yên Mîna Şa’şrê Zana, yeka Sadiq ku di tu derê de tine bes di Dîwana Cami’ de heye. Ji qesîda wî tê famê ku Sadiq di dewra Mewlana Xalid de jiyaye. 2 qesîdeyên Perto Begê Hekarî, 1 a Heqî, 4 ên Mela Hesenê Qerenazî, 5 ên Mela Hadiyê Licî, 4 ên Şêx ‘Ebdulqadirê Sanî hene.

Qesîdeyek Melayê Mezin heye. Navê wî Mûhemmed Emîn e, seydayê Mela Sadreddîn Yuksel bûye. Melayê Mezin esas ne şa’ir bû ye, bes li ser Hezret nivîsiye.

Du hep çargoşe hene. Çargoşe jî, şi’ra ku her rêzeke qet’eyên wê bi zimanekî hatiye nivîsandin. Bi ‘Erebî, Farisi, Kurmancî û Tirkî. Bi temsîla, ê ku îman bi Mûhemmed ‘eleyhissalatû wesselam anîne ev her çar qewm in.

Kelhaamed: Seydayê Mela Ehmed cûr be cûr şi’r û qesîde civandiye. Sê heb dîwan neqandiye. Ji nav şa’irên din jî hinek şa’ir, ji wan şa’iran jî hinek şi’rên wan neqandiye. Şa’irên ku neqandiye jî tev şêx û ‘alim in, ne şa’irên rût in. Dema merev vana bi temamî bi hev re dide ber çavê xwe hûn derheqê Dîwana Cami’ de karin çi bejin?

Mela Emîrxan: Mijara sereke tê de xwestina şerî’tê ye. Di gelek qesîdeyan de ev dertê pêş. Mesela:

Ya Rebbî Tu bi Mustefakî / Hukmê şer’ê pur zû rakî / Me ji vî halî xelaskî / Ya Resûlellah meded.

Di vir û beytên pişt wê de dide zanîn ku dînê me dînekî biqîmet e, xweş e, dilşadiya dunyaw axretê tê de heye, ‘ilm û ‘irfan û ‘edalet û azadî tê de heye. Quran jî di gelek ayetan de behsa hîdayet û ‘edalet û dilşadiya di vî dînî de dike. Çimkî îta’et û ‘îbadet di vî dînî de heye. ‘Emelê ku tê de niyet tunebe navê wî îta’et e, ê ku niyet tê de hebe navê wî ‘îbadet e. Îja ‘ulemaê me van me’neyan bi şi’r û nezman anîne ziman.

Mijareke din îta’eta ‘alimên merzin e. Wek şêxên terîqetê ku bi gotina wan bikin, li pey wan herin. Di vê mijarê de gelek şi’r û qesîde hene.

Noqteyeke din; di Îslamê de şîna li ser miriya caîz e lê bi şertê ku merev zirarê nede can û cilên xwe, rûyê xwe û cilên xwe ne çirine. Di vir de mersiyên ku hene tev de Îlahî ne, ders û ‘îbret û nesîhet in. Yanî riya şîngirtinê nîşanî muslumanan dide.

Yeke din: Di Dîwana Cami’ de gelek medhiye hene, pesnê hinek însanan hatiye dayin. Çima pesnê wan tê kirin? Sebebê wê jî xizmeta dînê Xwedê tê nişandan. Ji vir em karin vê derxin: Hedefa Dîwana Cami’ xizmeta Dînê Îslamê, teşwîqkirina bi bal ‘ilmên Îslamê, belavkirina jiyana Îslamî di nav însanan de da ku xelas bibin ji zulm û zecr û tengasiyên maddî û me’newî. Bi vî hawayî civakeke ku ji Xweda razî Xwada jî jê razî were wucûdê.

Kelhaamed: Wekî din tişkî ku hûn li ser zêde bikin heye?

Mela Emîrxan: Ez dibêjim: Xweda xizmeta we ji bo Xwe qebûl bike, bidomîne, xizmeta ku hûn dikin bike nesîbê me jî, gotinên me ji rîyaê muahafeze bike da ku xortên Musluman jê fêdê bibînin.

Kelhaamed: Ji bo xwendevanên kovara kelhaamed tişkî ku hûn bejin heye?

Mela Emîrxan: Xweda di Qurana Pîroz de dibêje, ger hûn dev ji dînê Xweda berdin wê Xweda we li paş bihêle. Dîsa dibêje ger hûn alîkariya dînê Xweda bikin wê Xweda jî alîkariya we bike. Ji ber vê ji hemî xortên Muslumanan re lazim e ku bibin alîkar ji dînê Xweda re.


Ê Berê “Divê ew zihniyeta ku li welat hemû kesî Tirk dihesibîne bê rakirin”
Ê Li Pey MIN CAN BO DÎN FEDA YE

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.