Îbrahîm Xoce (Kızmaz)
Ya Rebbî ey ya Îlahî! Dil bi ğem im dil bi kul im
Ji derdê neqenc û zaliman dil birîn im bilbil im
Di nîvê bexçê te de ez bê huzûr im, ez bê gul im
Dixwazim bighînim te qîr û hewar û gilyên xwe
Ya Rebbî ey ya Îlahî! Te xuluqand însaniyet
Te wan veqetand û weşand, kir qebîle û ‘eşîret
Ji bona ku hev nasbikin têxne nav xwe unsiyet
Û her qewm raje emrê te, bike şop û rê ji bo xwe
Ya Rebbî ey ya Îlahî! Em hatin hîlên şeytanan
Qewmiyet kirin sebeb neyartî û tefrîqa însanan
Kirin pêç û parçe temam memleketên Muslumanan
Kirin pariyê bi lezzet û danîn ber xwe luqmên xwe
Ya Rebbî ey! ‘Ebdên Te de’wa Rebbîtiyê li me kirin
Avêtin hukmê Şerî’et qanûn ji ba xwe çêkirin
Şêx Se’îd û emsalên wî ku li ber rabûn qetilkirin
Bihitandin milletê me hin ji me kirin kûçikên xwe
Ya Rebbî ey! Em danîne ser sêla sor peritandin
Ji me ‘izzet û şerf û cesaret tev xeritandin
Dane ber darê Romiyan nema bihêlin şewitandin
Kûçikên xwe danîne ser serê xwe kirne wekîlê xwe
Ya Rebbî ey ya Îlahî! Em Kurd gelek reben hiştin
Çiqas me rakir de’wa te bi sed hezaran ji me kuştin
Şêx û ‘alimên qenc qelandin bênamûs li nav me hiştin
Ji ber destê van bel’eman em nikarin rakin serê xwe
Ya Rebbî ey! Hin jê bûn şêx, hin bûn mezin, hin bûn ağa
Em kirin rebenên nav şekalan, kûçikên nav firaqan
Konên xwe danîn meydanê li nav van baxçe û bağan
Em anîn ser çokan temam kirne ğulam û ‘evdên xwe
Ya Rebbî ey! Bê çare me gilyê xwe bikim li ba te
Hîzba Xweda çima ku rahişte doza te, de’wa te
Zalim kirin hedef, rabûn bi destûra Qurana te
Davên nav piyan wan zalim û bel’em fenn û dekkên xwe
Ya Rebbî ey! Bes e ev pîkola muşrikan li ser me
Me pir ‘eyb û ‘ar e ev hal li huzûra te me pir şerm e
Heliyan xwîn û goştê me nema-j mer hestî û çerm e
Me rebena bavêj rêça Sunneta Pêğemberê xwe
Ya Rebbî ey! Kufr û zulmê bi milletê me bide zanîn
Razî neke bi van qanûnên kufrê ku-l ser me danîn
Bide dîtin gelo dost û dujminên te kî ne kanîn
Da vegere ev milletê mehrûm bide te berê xwe
Ya Rebbî ey ya Îlahî! Şeş topan karke bi rê xe
Tevan ser çavên şêx û melayên hevalên kufrê xe
Raje rayên şirk û kurfrê ji nav me hilke li erdê xe
Bi destê hizba xwe bimeşîne li ser mulkê xwe hukmê xwe
Ya Rebbî ey! ‘Aliman ji me-r çeke bike pêşevan
Me xelaske ji van melayên bi nav ‘alim, gurê şivan
Cilên wan cilên enbiya lê qelbê wan qelbê şeytan
Hîdayetê bide wan jî, wan bavê deryê rehma Xwe
Ya Rebbî ey ya Îlahî! Em Kurd temam ‘Evdê te ne
Me tovê hukmê Te avêt cotkariyê erdê Te ne
Wek tirha nû şîn dibe dibeze bal emrê Te ne
Me dar û ber çikand, dan pey Mûhemmed Rêberê Xwe
Ya Rebbî ey ya Îlahî! Ger Tu bikî muwafeqet
Em Kurd rajin tarîtiyê parçe parçe, bikin qet qet
Emê rayê wê hilgirin bavên vê cehaletiya seqet
Nahêlin qet li ‘aleman ser rêça Te-l hemberê xwe
Ya Rebbî ey ya Îlahî! Emê senceğa Te-l mil kin
Esasê van qanûnên şeytanan ji nav qewman hilkin
Kezeb û dilê tağutan bibirêjin, qul qul bikin
Van milletên mezlûm tevan bikin dost, bikin birê xwe
Ya Rebbî ey! Emê riya te bikolin bi derziyan
Xwe derxin ji bin sîha van bel’eman, van çavpeqiyan
Hûrik hûrik bidin xwendin bighîjînin em feqiyan
Bighîjînin, bifirêxin, bidin pêş xwe ‘almên xwe
Ya Rebbî ey ya Îlahî! Emê bakine qewman bînin
Hûrik hûrik, tene tene-j Quranê emrê te deynin
Ji ber de emrê Sunneta Pêğemberê te meyzênin
Hê nû emê di huzûra Te rûnêne ser çokên xwe
Ya Rebbî ey! Tu zanî ku riza Te ye de’wa me tev
L-hev digerin bi şev û roj, b-zor û zehmet, em tev û hev
Devê Bîlalan tu caran nasekine nakeve hev
Ji bo Tu wan qebûl bikî ber deryê merhemeta Xwe.
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.