Şêx Şemseddînê Qutbê Exlatî yê Birîfkanî
Me’hbûbê, qede’h dîsa ji nû daye vi dest im
Elmînnetû lîllah ku dîsan waleh û mest im
Vemxwarî ji xumxaneyê ’işqê ezelî, mey
’Eql û dil û dîn cumle biçûn nû ve ji dest im
Me’hbûbê, bi xwe şerbetê safî ku vi min da
Vemxwarî û ji kullê ’elayîq, bi perestim
Şehmarê ğemê ’işqê dîsan, ser ku hilîna
Feryad û fîğan kev dilê mecrû’hî, bigest im
Weh weh ku dilê sohtîyê bêçare ji dest çû
Ev dil ne tenê belkî bi cewher, çi kû hest im
Ez bê dil û hem miflis û dîwane, digerhêm
Dil burde û gîyan sohtî û bêçareyê qest im
Bê sebr im û bê fehm im, bê sukne û aram im
Hetta ku cemala te bibînim, kedperest im
Ney mest û cinûn ez, ji ğemê ’işq im
Serxweşê meya ’heq bûm, hêj roja elest im
Xoş şefqetê î’hsanî kirim bû ew nî dûrî
Der’halê te da meqsed û her çi, ku dixwestim
Ev xelwetî er nale bikitin, lome mekin hûn
Rastî ku ji hicrana ’hebîbê, herî West im.
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.