Kerê Avkêş

Kerê Avkêş

JI BEXÇÊ ZAROKAN

 

Zilamekî feqîr hebû, av dikşand. Kerek wî jî hebû lê kerê wî zeîf û perîşan bû. Pişta wî ji birînan qelişî bû. Tu dev ji ceh berde, xweşik giha jî nedidî.

Meyterê padîşah yanî kesê li hespên padîşêh dinêrî, ev avkêş nas dikir. Dostaniyeke wan a kevin hebû. Rojekê li avkêş rast hat. Jê re got:

- Ev çi halê kerê reben û perîşan e? Tu dibê qey ewê ji zeîfiyê bimre.

Avkêş bi sed kul û derdî ji dostê xwe yê meyter re got:

- Dostê ezîz! Tu dizanî ku ez merivekî feqîr im. Ji lew ez nikarim vî kerî baş xwedî bikim.

Meyterê padîşêh: “Tu vî kerî bide min, ezê çend rojan têxim axurê padîşêh, bila ji xwarina hespên padîşêh bixwe, bila hinekî bi ser xwe ve bê.”

Avkêş bi dil û can kerê xwe dayê. Ker birin xistin axurê padîşêh. Dema çavê kerê li paqijiya axur û halê hespan ket, weha got:

- Ya Rebbî! Ev çi îş e? Ev hesp jî mexlûqên te ne, ez jî mexlûqê te me. Tu li perîşaniya min binêre û li halê hespan? Çawa çê dibe?”

Çend roj bi ser neketin, herbek derket. Hespên di axur de kurtan li ser pişta wan kirin û ew şandin meydana herbê. Piştî herba bi rojan, hesp anîn dîsa xistin axur. Lê çi ‘ecêb, her yek di canê wan de bi dehan bi sedan birîn hebûn. Gelek serên tîran hê di canê wan de bûn.

Lingê hespan girê dan. Cerrah hatin. Ser û canê hespan diêşandin, ewan serê tîr û riman bi zor û zehmet derdixistin. Kerê avkêş, ev halê hespan dît û ji fikr û peyvên xwe yên ku bi gazinî ji Xwedê re kiribûn poşman bû, li halê xwe şukur kir… 

 


Ê Berê Kanî Gûzên Me?
Ê Li Pey Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê ji 350 zarokên feqîr re alîkarîya cil û bergan kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.