Ji Weşankarê Kovara Kelhaamed

Ji Weşankarê Kovara Kelhaamed

الحمد لله رب العالمين والصلاة والسلام على خير خلقه محمد وعلى اله و صحبه اجمعين

Selam û rehmet û bereketa Xweda li ser we be gelî xwendevanên hêja.

Di jiyana xelkên dewra me de ciyekî girîng ji xwendinê re heye. Her kes li gora xwendina xwe tê nirixandinû ji xwendinê re tu hudûd nemane. Çimkî em di dewra Pêğemberê axirzeman de ne ku mu’cîza wî Qur’an e, yanî “Kîtab” e. Yanî xwendin e. Di dewra me de xwendin deriyê serkeftinê vedike. Çi ferd çi civak ê ku bêtir xwenda be ew revşenbîrtir e, ê rewşenbîr çêtir pêşiya xwe dibine û hesabê xwe çêtir dike.

Qewmê Kurd yek ji wanê ku di dunyayê de muşkîle û astengiyên wan herî bêtirin. Ew çağ Kurd gerek gelek zêde bi xwendinê re ‘eleqedarbin. Xwendin tenê jî ne kafi ye. Kurd gerek çi bixwînin û gerek çewa bixwînin, ev jî muhîmm e. Çimkî xwendina cûrên xirnexwazan ne çareserî, felaketê tîne. Hetta, xêrnexwaz dema kilasîkên Kurdî jî dixwînin me’nenî wisa ji wan derdixin ku Kurdan ji tebî’etê wan û dîroka wan sardikin û heskirina xêrnexwazên wan dixin dilê wan.

Madem çareserkirina pirsgirêkan û riyên serkeftinê di xwendinê re derbasdibe, di vê hejmara xwe de me jî li ser xwendin û perwerdehiyê dosyak vekir. Sernivîsa me destnîşana uslûb û lêkolîna xwendina Kurdan dike. Ji nivîskarên me Mustafa Tûran, Hêvîdar Se’îd, F. Şemrexî, E. farûk, F, Şêxdodî li ser vê mijarê nivîsandin. N. Guler û Emerê Wezrînî jî derheqî perwerdehiyê de nivîsandine û hinek xalên muhîm destnîşan kirine.

Rêzenivîsa Cewdet Karaman a bi navê Tew Dunyayê vê carê li ser Filîtê Quto ye. Pêşî bûyera dîrokî nivîsandiye dûv re jî kilamên ku li ser vê bûyerê hatine hûnandin rêzkiriye ku tê de gelek ders û ‘îbret di gel motîfên Kurdayetiyê hene.

Di sehaya dîroka edebiyata Kurdî de Hêmin ‘Umer li ser Melayê Gewre nivîsandiye. Melayê Gewre di Kurdistana me ya Bakûr de ne hatiye naskirin. Di vê nivîsê de me’lûmatên gelek muhîm der heqê wî, berhemên wî û bi taybet jî tefsîra wî de em hîndibin. Cewad Qemerî jî der heqê Xelef Remezan de nivîsiye.

Nivîskarên me yên din; Îbrahîm Dağılma, Fethullah Yalçin, Zahir Ertekîn, Mustafa Rêzan, Ezîz Mezraqenterî, Mahmût Kilinç, Mehmet Baran, Şerîf Emîn, Şêxmûz Batergizî û Mamoste Hezexî nivîsên gelek bi qîmet nivîsandine û keda wan ketiye vê hejmarê. Rebbê ‘Alemê ji wan razî be û me teva di de’wa xwe de muweffeq bike.

Keremkin em hejmara xwe bixwînin…


Ê Berê 'Sedema meseleya Kurd polîtîkayên înkarê ne'
Ê Li Pey FERHENGA XWENDINÊ Û DI KURDISTANÊ DE XWENDIN

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.