FERHENGA XWENDINÊ Û DI KURDISTANÊ DE XWENDIN

FERHENGA XWENDINÊ Û DI KURDISTANÊ DE XWENDIN

Sernivîsa Kovara Kelhaamed

Di ferhenga xwendinê de cûrên wê hene. Xwendina mercbûrî, xwendina kêfî, xwendina şaş, xwendina dûr û nêz, xewndina rexneyî/tenkîdî, xwendina wek a nivîskaran, xwendina ji bo xwendinê, xwendina ji bo berjewendiyên şexsî, xwendina akademik, xwendina bi navê Rebbê afirîner, xwendina bê navî Wî, xwendina ji bo navê Wî, xwendina ne ji bo navê Wî. Ji ğeyrî vanan merev kare gelek cûrên din li ser zêde bike. Her yek ji van cûran mijarek berfireh e, şayesteyê liserxeberdan û lisernivîsandineke teybet e. A mûhîm ev e ku merev bi êşa derd û kulên xwe bixwîne.

Xwendin şuğlekî tebî’î ye, di esil de her însan dixwîne. Bi ‘Erebî ji xwendinê re tê gotin qîraet. Kelîma îstîqraê ku ew jî ji wê hatiye şeqkirin bi me’na teftêş, lêgerîn, lêkolîn, cehda ji bo fêmkirinê ye. Çimkî xwendin ne nêrîna li herf û nivîsên li rûpela bi tenê ye. Belkî ev cûrekî bi tenê ye ji xwendinê. Dema merev li der û dorên xwe dinere ew bi xwe jî xwendin e, bi wê nerînê fikr û pêhisînên ku bi merev re çê dibin jî famkirina ji wê xwendinê ye. Her wekî nêrîna li meseleyên dunyayê, wek yên siyasi, civakî, exlaqî û wekî din jî dîsa xwendin e.

Meqsed ji xwendinê famkirin e. Xwendina ku tiştik jê nayê fêmê ew nêrîneke bê me’ne ye. Xwendin ji nêrînê cuda ye. Hinik li bûyer û rewş û meselan dinerin bes ji ber ku naxwînin tiştekî fêm nakin.

Em di dewra Resûlê axirzeman de ne ku hem ummî bû hem jî bi emrê “bixwîne” hatiye şandin. Ew hat emirkirin ku bi “emrê Rebbê Xwe bixwîne”. Rebbê Kaînatê ji bo êşa cehalet û zulm û înkara axirzeman dermanê xwendinê şand. Wê çaxê, kesê ku di vê dewrê de dijî û nexwîne di xisareke mutleq de ye, heqê wî tune ye ku de’wa geşbûnê bike. Ê ku dixwîne jî her bi pêş de diçe. Ji qernê şeşan û heta qiyametê xwendin bûye ferhanga/kultura însanan.

Di dîroka ummeta Îslamê de pêşerojeke gelek geş û dûvdirêj ji bo Kurdan heye. li gora ku tarîx tekerrur dike, ji bo ku îro û paşeroja wan jî geş be lazim e dîrokê baş bixwînin, lêkolîn (îstîqra) bikin. Çimkî remz û şîfre yên ji bo geşbûn, dilşadî û şanaziyê hemî di wir de hatine destnîşankirin.

Di roja me de kitêb gelek zêdebûne û xwendin û lêkolîn gelek berfireh bûye. Bes bandora ferhenga ğerbî û emperyalî gelek li ser wan heye. ‘Enasirên Îslamî di bedêla ku di dîroka xwe de lêkolînê bikin, bala wan ketiye ser berhem û edebiyata kesên ku gelek dûrî ferhenga wan in. Klasikên edebiyata Kurdî, berhemên zanistî û yên dîrokê eğleb ne ji bo berhevkirina remzên geşbûnê û nûjenkirina wan, ji bo bîranîna dîrokê û ronîkirina ziman û ferhenga qewmî dibin babetên lêkolînê. Ji vê jî wirdetir hinik kes vê mîrasa dewlemenda Kurdî ya Îslamî dikin sipartek ji bo ferhenga emperyalî. Dixwazin bidin qebûlkirin ku Melayê Cezerî yê pîrê ‘eşqa Îlahî wesfê ferhenga sekulerîzmê kiriye. Û destnîşan dikin ku Mem û Zîna Şêxê Xanî bingeha hewesa nefsa emmare ye. Û didin nişandan ku Ustad Bedî’uzeman û Şêx Se’îdê Pîranî pêşkêşê neteweperstiyê ne. Haşa we kella. Ev xwendin ğelet e, zirareke giştî dide ferhenga Kurdî.

Di Kurdistanê de ferhenga xwendin û lêkolînê heger ji bin bandora îdeolojyên hawçax derkeve wê ber bi geşbûn û serfiraziyê ve pêşveçûyîn çêbibe.

Ewçax Kurd gerek çewa bixwînin? Gerek çi bxwînin? Gerek çi nexwînin? Çima Kurd gerek gellekî bixwînin? Klasîkên Kurdî gerek çewa bênxwendin? Kitêba ku herî zêde tê xwendin Quran gerek çawa bêxwendin? Hwd. Cewabên van pirsan lêkolîneke girîng dixwaze.


Ê Berê Ji Weşankarê Kovara Kelhaamed
Ê Li Pey Rêwîtîya bi zor û zehmet a koçeran dest pê kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.