Roja Ala Kurdistanê

Roja Ala Kurdistanê

Berî niha 17ê Berfanbarê ji teref Parlementoya Kurdistanê ve wek Roja Ala Kurdistanê hatibû îlankirin.

Dema ku dîrok 17ê Berfanbara sala 1945an nîşan dida li Kurdistana Rojhilat li Mahabadê xortekî Kurd Ala Kurdistanê bi avahîya mehkemê ve daleqand û ew roj ji bo dîroka Kurdan bû dîrokeke muhîm.
 
Piştî ku li Kurdistana Rojhilat ji teref Qazî Muhammed ve  Komereya Kurd a Mahabadê hat damezrandin Seyzade Xazima qîza Kerîm Ehmedê Wezîrê Telgraf û Postayê ya Komarê ala ewil a ku wek “Dîya Ala Kurdistanê” tê qebûlkirin dirût.
 
Dema ku dîrok 11ê Mijdara sala 1999an nîşan dida li Parlementoya Herêma Kurdistanê bi biryara ku hat dayîn 17ê Berfanbarê wek Roja Ala Kurdistanê hat qebûlkirin.
 
Ji ber salvegera Roja Ala Kurdistanê gel beşdarî merasîmên ku tên lidarxistin dibin.
 
Rayedarên Kurdistanê ji ber minasebeta salvegera Ala Kurdistanê peyam belav kirin.
 
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî: “Ez ji ber minasebeta Roja Ala Kurdistanê wan şehîdên bi rûmet ên ku ji bo azadîyê di bin sîya ala me de  canê  xwe feda kirine bibîr tînim.”
 
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma ku ji ber Roja Ala Kurdistanê li Fermandarîya Pêşmergeyan a Zerevanî ya li Hewlêrê hat lidarxistin de derheqê mijarê de got: “Ala Kurdistanê sembola pênasa netewe û têkoşînê ye.”(ÎLKHA)


Ê Berê Karwana Hêvîyê ji 200 malbatî re alîkarî kir
Ê Li Pey “Bila zimanê Kurdî; bê naskirin, bi makeqanûnê bê muhafezekirin û bibe zimanê fermî”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.