Karwana Hêvîyê ya Xarpêtê di meha berfanbarê de ji bi sedan zarokên feqîr re alîkarîya cil û bergan kir û ji malbatan re jî xurek û goştê sor belav kir.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref komelê ve hat belavkirin di meha berfanbarê de li Xarpêtê ji 160 zarokên êtîm, feqîr û muxtac re alîkarîya cil û bergan hat kirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, ji 45 malbatan re jî alîkarîya goştê sor û xurekê hat kirin û ew ê xebatên wan ên alîkarîyê berdewam bikin.
(ÎLKHA)
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.