DÎTIN - Erdem Beyazit

DÎTIN - Erdem Beyazit

Wergera Ji Tirkî: Cevdet Karaman

 

Her wek lehzeyek winda bû tu, li min bû qiyamet

Westityayî tu bes ey qelbê min! Tu gîhayî emanet

 

Ji nû ve avjîn hilkişiya perr û baskên di min

Yek awirrek te bexşî, can da hişkeaxa di min

 

Ket gulvedanê qelbê min, avê vedixwim ji enguştên te

Bîbika çavê min gîha avê ji çavkaniyên evîna te

 

Ronahiyek di kurahîya bêdawîya behrê de

Li avjenîyê me di şênahîya çavên te yê hênik de

 

Rohniyek, pirpirokek, misqalek gul, mîdarek çivîk

Dewleteke nû, rûkê te di nav destê min de winda bû

 

Mislê çûkek nefesa min difire ser destên te

Noq dibim û diçim ez di heyelana porên te de

 

Sitêrkên bêhed diherikin sînga min ji çavên te

Hezaran lembe vêdixe li dilê min tenê bişirînek te

 

Her rizgariye bo min dema tê vexwendin navê te

Çi germ e dengê te, çi nêzîk e dengê te

 

Te dibê tebîetê li xwe kirye xemla bûkanîyê

Berf dibare li rûkê min, ez dibêm destê te bi xwe ye

 

Xwiya ye ku min zemanê bê te ne jiya ye

Meger bîrek bû nebûna te hê negihîme tê.

 

Min rêyek dît ku diçe dinya din ji çavên te

Aha dinyayeke nû ji peyvên pêyğemberê te

 

Mirin çi dûrî me ye, çi nêzî me ye mirin

Em gîhan zewqa ebedîyetê, dê çi bike bi me mirin

 


Ê Berê Hevaldozên Rêberê Cemaeta Hîzbullah di salvegera şehadeta wî de qala fedakarîya wî kirin
Ê Li Pey Komareya Kurd a Mahabadê berî vê 75 salan hat damezrandin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.