ZAROKÊN EZÎZ!

ZAROKÊN EZÎZ!

JI BEXÇÊ ZAROKAN

Zarokên ezîz, ciwanên temîz, berxikên delal, delalên dil zelal! Selama Xweda li we be û merheba ji we re. Ji Rebbê mezin dixwazim ku hûn baş bin û her bextewar bin, her û her li ser şadî û xweşî bin.

 

Me mewsîmeke din, demsaleke bi kar û bar, demeke rengîn buhurand. Payîza me jî ji me xatir xwest û xwe bi zerîyê guherand û çilmisand. Payîza îsal, her çiqas bi tedbîr û tevdîrên koronayê derbas bû jî, ji aliyê zad û fêkî û sebze û beran ve, zêde bi bereket bû. Hîkmeteke Xweda ye ku dibe li ber nexweşiya koronayê ji bo xurtbûna sîstema pênegirtiya canê însan, qenciyek bû ewqas fêkî û sebzeyên tebi’î.

 

Delalên dila! Niha emê hinek wesfên pêxemberê me hîn bibin.

1. Kenê pêxemberê me, beşişî bû, ne keneke ku meriv ji aciz bibe. Gava tebessum dikir jî, diranên Wî, weka durrên biriqandî xuya dibûn.

2- Pêxemberê me li ser soza xwe dima, bi we’da xwe re rast bû. Tu carî ji soza xwe dernediket.

3- Ronya çavê me tim hal û ehwalê hevalên xwe dipirsî, ew ziyaret dikirin.

4- Resûlullah, eyb û qisûrên însanan nedida rûyê wan û eşkere nedikirin. Xeta û qisûran bi giştî ji hemî însanan re îfade dikirin.

5- Hedîye û xelatên jê re bihatana qebûl dikir. Bi mislê wan an jî ji wan xweştir tişt îkramî xwedîyê hediyê dikir.

Ji eshabê pêxember Hz. Enes (r. ‘e) weha dibêje: Pêxemberê me xwedî exlaqê xweştirînê însanan bû. Birayekî min bi navê Ebû ‘Umeyr hebû. Bi navê Nûğeyr çivîkeke birayê min Ebû ‘Umeyr hebû. Birayê min gelek caran bi wê dilîst. Gava pêxemberê me Ebû ‘Umeyr didît, jê re digot “Ebû ‘Umeyr! Nûğeyr çi dike?” û pê re dilîst û halê çivîka wî dipirsî.

Ezîzên dila! Niha jî em me’na van gotinan biellimin.

Dizê bîstanan, li xwe mukur tên zivistanan: Ev gotineke pêşiyaye. Rastiyekê nîşan dide. Ji bo kesên ku piştî demekê xerabiyên xwe eşkere dikin, li xeta û şaşiyên xwe dimikurin tê gotin.

Birîna wî, ya kêçê ye: Ev îdyomek e. Ji bo kesên ku li ser êşeke pir biçûk digazinin tê gotin.


Ê Berê Fedakarî û Jiyana Şehîd Evdisselam
Ê Li Pey Kulîlka berfa sibatê: Malcolm X

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.