JI BEXÇÊ ZAROKAN

JI BEXÇÊ ZAROKAN

JI HEYATA PÊĞEMBERÊ ME ÇEND ŞÎRET:

 - Pêxemberê me, êtîm û sêwî mezin bûye.

- Divê em ji yêtîman re bişefqet bin.

- Gedê ku wê bibe zilamê mezin, di biçûkaniyê de xwe nîşan dide.

- Divê em hurmetê bidin dê û bav û mezinên xwe.

- Divê em li sihhet û tendurustiya xwe miqate bin.

- Divê em qedrê însanan bigirin.

- Divê em, sporên wekî navê û soberî hîn bibin.

- Baş e, wekî din meriv dikare çi şîretan jê bigire?

 

Niha Emê Hinekî Behsa Zivistanê Bikin

Beriya her tiştî divê em ewilî li nexweşiya koronayê baldar bin. Bila haya we jê hebe ku zivistanê divê em zêde dîqqet bikin. Em xwe sarûgerm nekin. Yanî xwe li derve necemidînin û li hundir jî hema xwe zû germ nekin.

Vê zivistanê emê hinekî ji lîstokên berf û cemed û şemitînê xwe hinekî biparêzin. Xwe ji ciyên kom û qerebalix mihafaza bikin da ku em bi nexweşiyan nekevin.

Li hundir sekna li ber sobeyê, xeberdana di nav malê de bi hev re gelekî xweş e. Berê dema ku radyo û televîzyon tunebûn, mezinan, yextiyaran ji zarokan re mesele û çîrok digotin, ji wan re têderxistonik dipirsîn û dikenandin heta ku xewa wan bihata.

Lê niha hûn dikarin heyata pêxemberê me ji mezinan re bixwînin. Ji hev re pirsan bikin.

 


Ê Berê "Kurdî divê bibe zimanê duyemîn a fermî"
Ê Li Pey Ê ku xwedî doza Îslamê ye layiq î ya baştirîn e

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.