Ji kontejana ku ji Kurdî re hat veqetandin re bertek

Ji kontejana ku ji Kurdî re hat veqetandin re bertek

Faruk Dînçê Serokê Bajara Diyarbekirê yê Partîya Doza Azad derheqê kontejana ku ji bo mamostetîya Kurdî hat veqetandin de li ser medyaya civakî daxuyanî da.

Dînç di daxuyanîya ku belav kir de balan kişand li ser welatîyên Kurd û kontejana ku ji bo mamostetîya Kurdî hatiye veqetandin û dû re wiha got: “Li vî welatî 20 milyon Kurd dijîn. 20 hezar mamosteyên bi peyman tên girtin. Ji bo mamostetîya Kurdî bes 3 kontejan tê vekirin. BES 3 KES!We xelet fam nekir!Şîroveyan nekin heke na hûn ê bibin  problem!Nebêjin çima bes 3 kes, naxwe ew ê welat dabeş bibe û bibe piçkûparî.”


Ê Berê MEWLÛDA KURDÎ DI CIVAKA KURDÎ DE
Ê Li Pey Ji temsîlkarên sazîyên sîwîl û partîyên siyasî peyama “Heftîya Qudsê ya Cîhanê”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.