"Gelê Kurdistanê pir baş mafên xwe nas dike û qet dest jê bernade"

Serokê Partîya Demokrat ê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya bîranîna 51 salvegera rêkeftina 11ê Aadara 1970an daxuyaniyek belav kir.

Barzanî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “Bi rêya çek, zebir û zengê nikarin îradeya gelê Kurdistanê bişkînin.”
 
“Iraqê bi rêya çek û zebir û zengê ve nikarin îradeya gelê Kurdistanê bişkînin”
 
Barzanî di berdewama daxuyanî de  destnîşan kir: “Bi bilindî ve bîranîna 51 saliya rêkeftina Adara 1970 dikin ku berhema xebat û têkoşîna gelê me ya şoreşa mezin a Eylûlê bû.” Û dû re wiha pêde çû: “Girîngiya rêkeftina 11ê Adarê di wê yekê da bû ku yekem car bû Hikûmeta Iraqê bi awayeke fermî beşek ji mafên rewayên gelê Kurdistanê pejirand û ew jî hate selmandin desthilatdarên Iraqê bi rêya çek û zebir û zengê ve nikarin îradeya gelê Kurdistanê bişkînin.Berxwedan û qurbanîdana Pêşmerge û yekrêziya şoreşger û niştimanperweran bi serkirdayetiya Barzanî bû ku Hikûmeta wê demê ya Iraqê neçar kir bê ser mêza danustandinê û maf û destkefteke dîrokî ji bo gelê me bê tomarkirin.Tevî ku rêkeftina 11ê Adarê di dawiyê de ji aliyê rejîmê ve hate binpêkirin lê belê ew destkeft derbasgehek bû ji bo qonax û hengavên mezintir ên xebata gelê me û pêkanîna destkeft û serkeftinên zêdetir.Di vê bîranîna pîroz de di demekê de ku tekez li ser peyama aştîxwazî û pêkvejiyan û diyaloga gelê Kurdistanê dikin, bi bîra hemû aliyek jî tînîn, înkarkirina mafên gelê Kurdistanê û binpêkirina rêkeftin û bingehên destûrî û yasayiyên di derbarê mafên gelê Kurdistanê bi tu awayekê îradeya gelê me ya ji bo wergirtina mafên wê yên rewa naşkîne. Gelê Kurdistanê ezmûneke dûr û dirêj ya xebat û hişyarî û kolnedanê heye û gelek bi başî mafên xwe nas dike û qet dest jê bernade.”
 
(ÎLKHA)


Ê Berê Ji temsîlkarên sazîyên sîwîl û partîyên siyasî peyama “Heftîya Qudsê ya Cîhanê”
Ê Li Pey “Xwedîderketina li Qudsê wezîfeyeke Îslamî û îmanî ye”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.