SALVEGERA HELEBÇE

SALVEGERA HELEBÇE

Mustafa Karakaş. Rojnama Doğruhaber. Wergêr Abdulbaqî Botî

Gelo em dikarin bêjin mirinên bînsêv, yane bêjin Seddam çi Nemrûdekî zalim bû, yane êtîmîya Kurdan, yan jî teva bînim ziman?

16 ê Adarê destpêk nebû belkî dûmahîk bû. Di sala 1983 bi pêrepêre qirkirin û komkujiyê, encam bi perdeya xwînê hate kişadin.

Di perdeya paşîn de cesedên zarokên binax bûne jî dil ne disotin.

Bi dehhezaran ciwan, ji devera Barzan hildan û bi bal çolê ve birin û hetanî qirikê, di nava sêlexanê de, li ber tava germ daçikandin, da kû aqıl bavêjin. Belê Kurdan xwesteka wan neanîne cî. Lewra gelên aqil tavêje, ji xwe û ji esaleta xwe dûr dikeve û winda dike.

Paş hingê cerdevanên Seddam Husên qepaxên bendava Dokan ê vedikin da ku kurda bi avê bifetisîne... Û heyanî dikare Kurd fetisandin jî...

Ev kiryarên wehşiyane, bi navê Enfal navkirin. Bona Kurdekî birûmet, ji vê mirinê mirinekî bi wehşettir tişteke dî nîne. Ji vê zilmê û ji vê rêşaşiyê wêde...

Gelo çima??

Enfal wateya xenîmet e. Di Qur'anê de navê sûreyekê ye û li gorî baweriya Îslamê paş herba li hember kafiran malê ku hatiye destxistin, jêre tê gotin xenîmet.

Seddam binavkirina komkujiya Enfalê, Kurd nemisilman dihesiband. Evya jî bonî Kurdekî xaleke pirr muhîm noqteya herî zeîf bû. Tekfîrkirin bonî kurdekî hedê aqil avêtinê ye.

Belê Kurdan aqil navêtin.

Bi fermandariya Elî Hesen Mecîd, hêzên be'siyan 77 cara bi sîlehên kimyewî êriş birine li ser Kurdan.

4 hezar gund hatine xerakirin. 200 hezaran zêdetir kurd hatine qetilkirin. Kurd zêde zêde girîyan belê aqil navêtin. Aqilneavêtin ewe ku nebe weke dijminê xwe. Barzanî û Pêşmerge tu caran nebûne weke be'esîyan.

Çaxê bi navê enfalê ev wehşîtî çêdibûn, li welatên Îslamê bêdengiyeke reş û tarî hebû. Ji bonî misilmantiya Seddam û be'siyan ya ku (siloganîk/Millî) kesekî din nerazîbûn û bertek nîşan nedan. Ev rewşa bi zîllet, gotara "Kurd yetîm û sêwiyên ummetê ne" derxist holê.

Sibê salvegera komkujiya Helebçe ye

Xwezika ji her welatên Îslamê bi dehan kes hem jî -bi navê dewleta xwe- biçûna Helebçeyê...

Xwezika bigotan, eva jî Srebrenitsa me ye û millîyeta xwe binpê bikirana...

Xwezika her dewlet bi gotina xwe, bide bawerkirin û kurdan jî birayên xwe binasîna. Û mafên Kurdan ê bingehî -bê gotûbêj- bidana.

Belê evana xwestek û temenniyên minin.

Belê bi rastî ez dizanim rewş ne bivî awayîye.

Çimkî ji têgiha ummetê re millîyet hatiye wergirtin û hidûd hatine danîn mixabin.

Hê jî di koda zîhniyeta hinekan de bîranîna Helebçe, ji problema meşrûiyetê derbas nebûye.

Lazime derbasî çêbe, hetanî  êş û kedera tevê beşên ummetê pê neêşin ummet çênabe.

Lazime Hocali'yê, Srebzenitsa'yê, Dêrsim'ê, Hemay'ê, Helebçe'yê û Zîlanê... Tu ferqek nexine navbera wan û bê şerh û têbînî teva û êşa teva hîs bikin.

Bi minasebeta salvegera komkujîya Helebçe ji tevê şehîdan re ji Xuda dilovaniyê dixwazim.

(Xezeb û le'net li zaliman be)


Ê Berê “Xwedîderketina li Qudsê wezîfeyeke Îslamî û îmanî ye”
Ê Li Pey “Bes sûcekî xelkê Helepçê hebû ew jî Mislimanbûyîn bû”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.