JI BEXÇÊ ZAROKAN

JI BEXÇÊ ZAROKAN

Ciwanên delal! Ka em me’na van gotinan biellimin. Evan gotin û peyvik di heyata me de carna tê gotin. Em me’na wan zanibin, di hinek mesele û rewşan de em jî dikarin wan bêjin û têxin nav peyva xwe.

 

 Dengê defê, ji dûr ve xweş tê: Ev gotineke pêşiyane. Gava meselekek li cîyekî bi awakî be, li devereke din bi awakî din be, yanî mesele ji dûranî ve ne bi esl û rengê xwe ya ewil be, wê çaxê ev gotin tê gotin. Yan jî ji kesê ku rewş û meseleyê baş fêm nake, tê nagihêje, yan jî pesnê xwe dide ku wê rihet biser bikeve lê nizane ku rewş ji tiştê zane girantir û zehmettire, jê re ev gotinê dibêjin. Carna jî ji bo meseleyê ku meriv ne di navê de ye, tenê gotinên di heqê wê de tê bihîstin, ev gotina pêşiyan tê îfadekirin.

Bû xwê û ket êgir: Ev îdyomeke/biwêjeke ku ji bo kesê pir hêrs bûye tê gotin. Dema yek ji tiştekî aciz bibe, bi tiştekî qaîl nebe, li ser meseleyekê niqaş bike, lê zêde zêde têkeve hêrs û heyecanê, bide fort û peyvan, li ser rewşa wî tê gotin “bû xwê û ket êgir” yanî pir zêde hêrs bû.

Ezîzên dila! Îcar evan meselokên li jêr bixwînin û hinek kêfxweş bibin. Tev li ser nimêjê ne. Henek di wan de hene. Lê hûn dizanin ku nimêj ne heneke û ji bo her muslumanî lazime. Em hem çûna camiyê, hem ders û xwendina Qur’anê, hem xwendin û hînbûna heyata pêxember, hem jî kirina nimêja xwe tu carî û qet terk nakin û bernadin.

1.

Rojekê yekî koçer ku di heyata xwe de hîç nimêja terawîhan nekiriye, di ber camiyekê re derbas dibe. Zilamek jê re dibêje: “Wextê nimêjêye, tu bi ku ve diçî? Ma tu ne muslumanî?”

Zilamê koçer ji xwe re dibê: “Ez hela nimêja xwe jî bikim û paşê herim” û dikeve camiyê. Dikeve camiyê lê hiş û eqlê wî li ser heywanê wî yên li derveye. Çar pênc rekat nimêj dike, lê dinêre ku dawî tune, derdikeve ji kurê xwe re dibê: “Kurê min, tu li heywanan miqatebe. Bi melê re îş ketiye înadê”

2.

Di otobosê de ji rêwiyan yek diçe cem şofêr û jê dixwaze ku li deverekê mola bide jibona nimêj li wan neçe. Lê şofêr hêrs dibe û jê re dibêje: “Tê paşî nimêja xwe qeza bikî efendî ma çi dibe?”

Li ser cewaba wî, kesê rêwî hîç ma’dê xwe xera nake û bi sekan û sakînî ji şofêr re dibêje: “Berî ez qeza bikim, lê tu qeza bikî gelo ewê çawa be?”

3.

Zarokek ji bavê xwe re dibêje: “Bavo! Ji min re dîkekî bîne, bila sibehan bixwîne û min rake nimêjê” Bavê wî jî jê re dibê: “Berxê min! Piştî ku dîkê hundirê te nexwend, ewê dîkê derve çi feydeyê bide?”

4. 

Rojekê eskerek ji eskerekî din re dibê: “Heval! Em di kîjan esrê de ne? Tu çima ewqas zehmet dikî, rojê pênc caran nimêj dikî?” Eskerê ku nimêj dike, teğmenê li dûr îşaret dike û ji eskerê din re dibê: “Tu gava vî zilamî dibînî, tu çima xwe diedilînî, lê silav dikî û hemî emrên wî bi cî tînî? Dibê xwe bavê erdê, tu xwe li erdê dirêj dikî; dibê rabe tu heman radibî; dibê xwe li erdê kaş û gêr bike, tu xwe li erdê kaş dikî. Ew jî însanekî wek te xwedî du ling, du dest û serîyekî ye.” Eskerê din cewab dide: “Belê ew jî wek min însaneke, lê rutba wî heye, sitêrka wî heye.”

Li ser vê cewabê eskerê nimêjker jê re weha dibê: “Hevalê min! Tu dibê li ser milê wî sitêrkek heye û ewqas îtaa wî dikî, lê rebbê min li asîmanan sitêrkên bêhejmar weka hebên tesbîhê bi destê qûdreta xwe li hev digerîne û diedilîne, ez rabim îtaa wî bikim, ma nimêja jê re gelo tiştekî pir zêdeye?”

DÎSA BIHARE


Coş û cobar e
Kar û zibar e 
Xweşî dibare
Dîsa bihar e

Kar û xebat e
Şaya heyat e
Bîna nebat e
Dîsa bihar e

Nebat û heywan
Zîldan û seyran
Refrefê teyran
Dîsa bihar e

Refê teyreka
Sefê legleka
Defê werdeka
Dîsa bihar e

Werdek û qazan
Bi koma bazan
Li mêrg û gazan
Dîsa bihar e

Mêrg û beyar e
Cot û dewar e
Dew û Adar e
Dîsa bihar e

Adar û reng e
Nîsan û şeng e
Gulan û deng e
Dîsa bihar e

Dengê bulbula
Kew û kerola
Rengê sorgula
Dîsa bihar e

Gul û gulgulî
Çem û xulxulî
Sirûşt simbulî
Dîsa bihar e

Diveje siruşt
Mîsala bihuşt
Dixemle hertişt
Dîsa bihar e

Xemlîna xweza
Birîna reza
Barîna peza
Dîsa bihar e

Pezê şivan e
Şevîn giran e
Meşk û kilan e
Dîsa bihar e

Meşk û mender e
Şîr û şeker e
Xweşî eşker e
Dîsa bihar e

Xweşî difûre
Şahîw hizûr e
Bihuşt û nûr e
Dîsa bihar e

Bihuşta Xweda
Nûr dîsa veda
Nîşanî me da
Dîsa bihar e

Nîşan Ehmed e
Nûra Sermed e
Me pê eşhed e
Dîsa bihar e


Delalên dila! Me meselokên xwe jî guhdar kir û me şî’ra xwe jî xwend. Lê bi şên û heşînê, bi gotin û gerînê me xweşiya bihara xwe neqedand. Lê em çi bikin, me peyv û hesbîhala xwe dirêj kir. Bila li vir bi dawî be. Temî temî li xwe miqate bin, nexweş nekevin, Qur’an û nimêj û siyer kar û dersa we, xwendin û mekteb pirsa we, xatrê dê û bava, bigrin serçava. Her dem şad û bextiyar bin. Heta hejmara havînê emanetî Xweda bin. Bi xatirê we. 

 


Ê Berê Ji Platforma Nesla Qur'anê ji bo meha Remezanê 10 pendên zêrîn
Ê Li Pey Ji ser Qetlîma Enfalê 33 sal derbas bûn

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.