Ji Weşankar

Ji Weşankar

Hejmara 2021 Havîn

 

Bi navê Xweda…

Dunya ku îro em tê de dijîn du rojên nabin wek hev. Em dev ji rojan berdin, du si’etên gelek caran nabin wek hev. Heyata civakî, siyaset, te’lîm û terbiye, bazirganî, aborî, têkilî, minasebat û her wekî din n guhertin.

Îdî carna ber bi başiyê ve carna jî ber bi xerabiyê ve.

Bi sebep ku wesailê têkilî û ragihandinê gelek pêş ve çûne li kêdara dinyayê çi bi qewime li her derê di heman weqtê de her kes dihese. Hinik bûyer kêfa merev tînin, merev bi wan geş dibe. Hinik dilê merev dişkînin, merev dahfî nav kul û derd û ğeman didin. Çewa ku di van rojên paşî de Siyonîstên dagirker êrîşî ser Mesciduleqsa û Qudsê kirin, gelek zarok û pîrek û ma’sûman qetil kirin.

Em wek kovara kelhaamed di van şert û mercan de nêrînên xwe bi rojeva ni- vîsên nivîskarên xwe pêşkêşî xwendevanên xwe dikin. Çimkî di her demî de, rojeva dinyayê çi dibe bira bibe çand û hunerî bi hêz xwe dide hîs kirin. Çewa ku tê zanîn tarîxa nivîsandina Mesnewiya Mewlana Celaleddînê Rûmî teqabulî îstîlaya Moğo- lan dike. Îdî bi van nêrînan:

Sernivîsa me “…Hawîrdorê Wê Pîroz…”  li ser îhtîmama bi muqeddesatan di  gel helwesta qewmî sekiniye.

Nivîskarê me Ehmed Farûq bi sernavê “Di Bin Siya Qudsê de Kurdên Filistîn” ji serdema Eyyûbiyan heta destpêka salên dagirkeriyê, dîroka çûyina Kurdan bi bal erda Filistîn ve lêkolînek dîrokî kiriye. Nivîskarê me Şerîf Emîn afeta ku bi serê mezlûmê dınyayê de hatiye bi destê siyonîstan di êrîşên li ser Mesciduleqsayê de bi  motîfên  Kurdî,  bi  zimanekî  herikbar  bahskiriye.  Cewdet  Karaman  hadîseya Bedlîsê “Li Ser Sıtranên Ku  Şêxên Hîzanê Ve ‘Eleqedar ın” nivîsandiye.

Nivîskarê me M. Zahir Ertekîn, bi sernevê “Çîroka  Zimanekî  Serjêkirî” afeta ku bi serê zimanê Kurdî de hatiye bi şi’reke terzê serbest, çîrokî gelek  bi quwwet û herikbar nivîsandiye. Her wiha Nesîh Guler û Mûhemmed Baran

der heqê ziman de nivîsandine.

Pisporê kilasîkên Kurdî Hêmin Omar “Seyid Tahîrê Ha imî” bi me daye naski- rin “Û Helbesteke Wî” ya bi zaravayê Soranî nivîsandiye.  Yusuf  Arifoğlu jî bi sernavê “Mewlidanê Tırki, Kurdki u Zazaki Feslê Merheba” de

mewlûda Tirkî, Kurmancî û Zazayî tehlîl kiriye.

Hejmara me ya ku keda hemî nivîskarên me ye em di gel silav û

rêz pêşkêşî we xwendevanên hêja dikin.

De keremkin…


Ê Berê MELA REMEZANÊ 'EBBASÎ
Ê Li Pey “...Hawîrdorê Wê Pîroz...”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.