AX XWEZÎ AX XWEZÎ

AX XWEZÎ AX XWEZÎ

Mehmet ALAGAŞ Wergera ji Tirkî: Cewad Kemeri

 

Meqber tarîx in. Meqber kitêb in. Meqber lewheyên îbretamîz in. Bes lazim e însan bi nezereke derûnî û fitrî li meqberan mêze ke û bi ruhê xwe îdrak bike. Meqber kulîna terbîyeyê ne. Meqber mekanên muhasebê ne. Meqber ew cîh in ku însan dikarin li gorî mêzîna wehyê li wan dera biryarên bi îsabet bigrin û hîssîyatên derûnîyê nazenîn di mîhenga Qur’an û sunnetê de bipîvin. Meqber ew bajar in ku li hember bajar û însanên ku ğaye û maneya jiyana xwe winda kirine de herî zînde, jîndar û watedar in.

Meqber zînde ne. Meqber jîndar in. Eger mirov bi awayeke fitrî û derûnî ji hundurrê qelbê xwe li meqberan mêze bike; mirov dibe şahidê we’z û nesîhet û sohbetê bêdengiyê ê herî kamil û payeberz. Lewra di nav meqberan de mirov derdikeve zîrweya suhbeta bêdengîyê. Eger hûn biçin nav meqberan, bibin hevnasê muqîmên nav goristanan û bo hevnasiya digel wan ğeyret bikin, hûn bêhnekî guhadriya kurtejîna wan bikin; elbette kevir û dar û kêlikên meqberan dê li we nesîhet bikin. Kevirên meqberan jî dê bi we re bişteğilin. De ka xwe xwar kin, guhê ruhê xwe vekin û bi guhê ruhê xwe yê xas guhdariya wan bikin. Her guh dê li gorî qabîlîyeta xwe ya nêzîkî fitretê tiştekî li wir bibhîze. Guhên ku karibin bibhîsin dê li nav meqberan gelekî tiştan bibhîzin û gelek tiştan bibînin…

Nuha em di Adaya 2, Parsêla 1008 de li ber serê qebra bi numre ya 1280yan de sekinîne. Li ser kêlikê wî:  “Lawê Namiq, hevaljînê Xatîcê, Hesen Şenol, Wîladet: 1938,  Mirin: 1984 nivîsandiye.

Kifş e ku di nêz de ziyaretvan hatine ser gorra wî. Lewra gulên li ser meqbera wî hêj taze ne. Li ber serê qebrê du heb mendîlên ku poz weyaxud hêstirên çavan pê hatine paqijkirin dixwiyîn. Gelo çi hîssîyatên derûnî weyaxud derd û kul ji wan mendîlan rû vedidin? Gelo ev mendil şahidiya çi dikin? Em nizanin.

            Halê hazır ji bil axê tu giraniyek li ser meqberê nîne. Bes bo xemilandina meqberê kevirên mermer hatine xwestin. Erê min fêm dikir ku dê di nêz de meqbera wî bi mermeran bê xemilandin. Gelo ma haya wî jî hebû ku dê meqbera  wî ji mermerên sipî bê xemilandin? Eger bizaniba ku qebra wî bi mermer tê çêkirin gelo dê kêfa wî bihata? Gelo dema ku li qebrên bê mermer mêze dikir bi mezelê xwe yê ji mermer çêkirî forsa xwe li wan dikir? Bo ku ez wî agahdar bikim hema min bi dengekî nizim jê re got:

-Dê mezelê te ji kevirê mermer bê çêkirin.

Hema ji nişka ve denkek ji dunya mina derûnî ve olam veda:

-De here lo! Bi karê xwe ve meşğûl  bibe. Bes henekên xwe bi min bike. Ez çi bikim ji mermeran? Çi fêda wî heye bo min?

Xebera wî dengî rast bû û rast digot. Çi ‘eleqa wî û mermer bi hev re hebû? Mezelê wî ha ji mermer hatibû çêkirin ha nehatibû çêkirin çi fêde bo wî hebû ? Madem heqîqet wihareng bû gelo kesên ku mezel ji kevirên mermer çê dikirin bo çi û bo kê ev kar dikirin?

Ez bi xwe jî bo xişîmîya xwe a di vê sualê de bi xwe kenîm. Ma ne diyar bû ku bo kê çê dikirin weyaxud dê çê bikirina? Ma kesên zindî ev mezel bo endîşeya ku êl û ‘alem di paş wan de xeber nede û her bo wan bêjin: Aferîn! Ev mezel bo î’tibar û fors û şerefa xwe çê nedikirin?  Ma ev însan hem ğafilên ser erdê û hem jî ğafilên bin erdê nebûn?

Ez dîsa vegerîm û min ji nû ve li qebra ku sade dixwîya mêze kir. Ev kesê bi navê Hesen Şenol li navçeya Îzmîr a bi navê Bayindir hatibû dinê û di heşt saliya ‘umrê xwe de li Îzmîrê bi cîh bûbû. Ew bi xwe ji mekteba navîn mezûn bûbû û li Bajarê Amed eskerîya xwe kiribû. Piştî eskerîyê di sala 1963yan de zewicîbû û ji vê îzdiwacê digel keçekî du kurr  jê re çê bûbûn. Bes hûn li dinyayê jê nepirsin ku çend zarwên xwe bi çekê kurtajê kuştiye yan daye kuştin? Lewra herwekî ku hûn dizanin bersîva vê sualê dê Rebbê me jê bipirse.

Hesen Şenolê ku bi tawanbariya yolsuzluğeki ji Benqaya ku lê dixebitî ji kar hatibû avêtin; qehwexaneyek li mehella xwe vekiribû û jiyana xwe didomand. Hevnasiya wî digel însanên cûrbecûr hebû, gelek caran bi gelek kesan re diket têkildariyê û di warê meseleyên cûrbecûr de bi wan re nîqaş dikir. Lewra devê wî xweş dixebitî, ji heddê xwe zêde dikaribû bişteğile û xwe mafdar derîne. Di warê xeberdanê de gavek wî daîma li pêş bû û mîzaceke wî ya serdest û nîqaşawer hebû.

Digel ku di qehwexaneya xwe de araq dida vexwarin û qumar dida leyistin jî di warê muslumatîyê de kes bi ser pozê xwe re nedidît. Li gorî wî her tim qelbê wî temîz bû. Piştî ku bo muddetê teqawita wî çar sal ma; êdî leqayî kîjan Muslumanî bihata digot:

-Eger ez teqawit bûm ezê tobe bikim û dest bi nimêjê bikim.

Bes çi qewimî di yekem hefteya Nîsana sala 1984an de qewimî. Dema di qehwexaneyê de digel dosteki xwe araq vedixwar ji ber hesab muşkîlatek peyda bu, ev muşkîlat paşê veguherî nîqaş û şerr. Wextê ku ket navê bo ku wan ji hev veqetîne bi çar derbên xencerî birîndar bû.

Dema ku ew di nav xwînê de ber bi nexweşxaneyê ve dibirin; bi rengê sarê mirinê ve rû bi rû dibû û bi heyecan û hêvîyekî şikestî wehareng dest bi muhasebeyê dikir: Gelo ma nuha wexta mirinê bû? Hêj wê tobe bikira, dev ji qumarê berda, Eger wiha bi awayeke serxweş daxilî qebrê biba wê çawa derketa huzura Rebbê xwe? Keça xwe bi bîr anî û di dilê xwe de got:

-Xwezî min destûr neda ku bibe manken. Bi rastî gelo bo çi destûr dabû ku keça wî bibe manken û bedena xwe ji mirovên biyanî re teşhîr bike? Di dilê xwe de bo xwe got:

-Ma tu pê…î? Bes ev kelîme di devê xwe de çût û layiqî xwe nedît. Lawê wî hat bîra wî. Te digot derba xencerê a pençem, şeşem û heftem lê ketibû. Li xwe hêrs bû, qehirî. Hem li xwe hem jî li kurrê xwe yê ku wî bixwe terbiye nekiribû hêrs bû.

Ji nû ve li xwe vegerî. Dibê nemra, hêj wexta mirinê nebû. Eger îcar ji mirinê xelas biba dê dest bi nimêjê bikira.  Ev çar sal ji ku hatibûn? Ma gelo di destê wî de senedek Rebbanî hebû ku dê hetta çar salan nemre? 

            Însan bû ev. Bi nefesek hejmarî dijîya. Mirina wî bi muddetê çar salan jî bi ê çar saniyeyan jî mimkûn bû. Yanî hem mimkûn bû ku ji çar salan zêdetir bijî. Hem jî mimkûn bû ku di heman demê de bimre. Di mabeyna jîn û mirinê de tenê nefesek hebû. Ha te dî çû û nehat. Eger anha bimra dê çi bikira. Di dilê xwe de got:

-Gelo ez anha bimrim dê çawa bit halê min? Na dibê ez anha nemrim, ji devê min bêhna araqê tê. Na dibê ez anha nemrim. Di heman demê de dengê mirovekî bihîst ku bi serê wî girtibû û digot:

-Birader zû bajo! Mêrik ha mir ha dimre. Zû bajo! Pir xwîn jê diherrike. Zû bajo!

-Kî dimre kî? Gelo ez dimrim? Wextê mirinêye ma? Dibê ez nemrim. Lazim e ez bijîm. Hê min tobe dibê, min nimêj dibê. Dibê ez nemrim. Kî dimre kî hiiiiiiiiiiiii…q?

Lazime ez nemrim! Na ez namrim! Ma di vî halî de ez bimrim ezê çawa biçim huzura Xweda? Xwezî min araq venexwara! Xwezî min tobe bikira! Xwezî min nimêj bikira! Ax xwezî! Ax  xwezî…!

-Birayê min! Bes hêdî hêdî. Êdî bi sekine, pêdivî bi meşa lezgînî nema. Lewra mêrik can da.

Dema em bi ser meqbera Hesen Şenol de di bin siya vê çîroka kurtejînê de xwar dibin; deng û nalîneke kûr a wihareng ji axa meqberê, ji kurahîya erdê hildikşê guhê me:

Ax xwezî!

Ax xwezî!

Ax xwezî…!


Ê Berê "Micadeleya min ji bo Xwedê û dînê wî ye"
Ê Li Pey ÇEND ÇÎROK JI BO ZAROKAN

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.