ŞEWITANDINA GUNDAN

ŞEWITANDINA GUNDAN

Çardehê gulanê, sal hezar û nehsed nod û çar bû…

 

Li gundekî Licê. Leşkerên Tirkiyeyê ji bo şewatandina gûndan êrîşên ser gundîyan kirin.Ez jî li wî gundî melle bûm…

Min bala xwe dayê, leşker agir berda xaniyan.Min xwe berda û çûme ba leşkeran. Min ji fermandarên leşkeran re got:

-Hûn çima van gundan dişewitînin?

Serleşker:

-Ferman ji jor wiha hatiye.

Em di nava gund de meşiyan. Du pirekên ixtiyar ên ku hêvîyên hev bûn hatin pêşîya me û ji min re gotin:

-Seyda!

Ez têm dest û lingên te ji serleşker re bibêje bila xaniyên me neşewitînin, lewra em bêkes in.

Min daxwaza pîrekanji serleşker re got. Piştî gotina min serleşker jî ji leşkeran re wiha got:

-Xaniyên van pîrekan neşewitînin.

Em hinî din jî meşiyan, îcar pirekek ciwan hate pêşîya me.Wê jî got:

-Ez kurban seyda bila mala min jî neşewitînin, lewra zilamê min li xeribiyê ye, heşt heb sebiyên min hene, ez ê bi vanan çi bikim!

Serleşker ji bo wan jî emra neşewitandina da.

Em meşiyan hatine ba mala me.Me ji wan re çay çêkir.Di wê demê de dengê telsizê hat min.

Di dengê ku dihat de wisa dihat gotin:

-Rewş çawa ye?Faalîyetên Romê dom dike.

Evî serleşkerî, ji wî yê ser xwe ra got:

Di gund da du kes xaniyên wan ji bo nên, nehatin şewitandin û min emrê vê yekê da leşkeran.

Ewê jor ji ber vê gotinê wisa emr kir:

-Gerek tu xaniyek jî li ser piyan nemîne.

Evî serleşkerî ji ber fermana ku hat ji leşkeran emir kir ku xaniyên wan her du pîrekan jî bişewitînin.

Ew roj li gundên me feryad û fîxan hebû. Zilam bi çîyan ve reviyan bûn. Tev û talê xwe li çol û çiyayan de veşartibûn. Mij û dûman bilind bûbû û bi ser gund ketibû.Çav çavan nedidît.Ez çûme nava gund. Min nikaribû çavê xwe ji ber dumana şewatê vekim.Meşîyam bi aliyên camîyê ve.Min bala xwe dayê ku çend heb pîrek li hev rûniştine û digrîn û dikin feryad û fîxan.

Tiştê gelek balkêş ev bû ku leşkerek jî, bi wan pîrekan re digrî û hêstiên çavên xwe paqij dikir.

Ew roj li gund xaniyek jî li ser piyan nema.Tev hatin şewitandin. Li der û dora me ew roj,heşt gund hatin şewitandin.

 Bavê Yasîr

NÎŞE:Gelên hevalên hêja ev bûyer rast e û min vê bûyerê bi çavê serê xwe dîtiye.


Ê Berê 4 Sal Ji Ser Referandûma Serxwebûna Kurdistanê Derbas Bûn
Ê Li Pey ÇÊLÎKA DEVEHÊ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.