Ji Rahmet Eliyê kermesa alîkariyê

Ji Rahmet Eliyê kermesa alîkariyê

Ji teref Komeleya Rahmet Elî Gida Bankasi û Piştgiriya Mihtacan a Wanê ve ji bo malbatên feqîr kermes hat lidarxistin.

Rahmet Elî Gida Bankasi ya ku li Wanê di hawîrdora mintiqa Beşyolê de karûbarên xwe bi rêve dibe ji bo malbatên feqîr kermes hat lidarxistin. Kermesa ku gel lê eleqedar dibe dê heta 4ê Hezîranê bidome.

Endamê Lijneya Rêvebirya Rahmet Elî Gida Bankasi Kasim Keklîk diyar kir ku ew wek komele dixwazin ku gel piştgirî bide vî yekê. Lewra ev kermes ji bo malbatên feqîr kermes hatiye lidarxistin.

Dûvre Keklîk di derbarê kermesê de wiha axivî: “Cûrên xwarin û şirînahiyên ku em pêşewaz dikin gelek baş in. Di vî bergehê de em dixwazin ku gelê Wanê pişgirê bibin me. Niha ji hêviya me zêdetir gel beşdarê kermesê dibin. Heke ku bibe nesîb em dê dahata ku dê ji vir were temînkirin bidin malbatên feqîr. Bi vî wesîlê em dixwazin ku çi ji destê gelê me tê di derbarê vî yekê de li kermesa me eleqedar bibe. Ev kermesa ku ji bo malbatên feqîr hatiye vekirin dê heta 4ê Hezîranê bidome. Wextê me hêj heye. Ji ber vî yekê ji xêrxwazan dixwazin ku xwarin bînin vir û piştgirî bidin kermesê.” (ÎLKHA)



: http://www.ku.ilkha.com/haber/4252/ji-rahmet-eliy-kermesa-alkariy 


Ê Berê “Girtina kesên ku ji ber nasnameyên xwe yên Îslamî hatine girtin nayê qebûlkirin”
Ê Li Pey Qetlîama 25ê Gulanê nayê jibîrvekirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.