
Reçeta Kurdan
S: - “Ehlê qenciyê ku di nav wê firqê de ne (vê firqa neqenca), ji bona wan emê çi bejin? Ewana zilamnî qenc in.” Hinik kes hene ehlê Xweda ne. Bes îcraat û fi’lên zordestan emrê dînî zendikin. Derheqê vana û wan zordestê ku wek ehlê diyanetê tên naskirin emê çi bejin?
C: - “Gelek însanê qenc hene, bi zenna qenciyê xerabiyê dikin”
S: - “Ji qenciyê çewa xerabî çêdibe?” Ma tişkî werê heye?
C: - “Ku merev tiştê mu‘hal, tiştê ne mumkin bixwaze meref xerabiyê bixwe dike. Kesê bi niyeta ku bifire xwe ji çiyakî bavêje wê perçe perçe bibe. Çimkî tiştê ku vana dixwazin, hukûmetek (yanî îdareyek) me’sûm e. ‘Hal ew e ku di vî zemanî de (ne hukûmet) şexsekî jî me’sûm tüneye. Îja hukûmetek ku temamê zerreyên wê ji gunehan hatibin berhevkirin wê çawa me’sum be”
Ku em îdara şer’î dixwazin kesên dinyewî (laîk, sekulerist) ji wantirê ku wê hukûmeta şer’î qet xetayan neke û ji însan xetayan qebûlnake. Ji ber vê, van kesan idareyên şer’î naxwazin. Îdareyên dinyewî (laîk, demokratik, îstîbdad ws.) dixwazin. Em nabêjin hukûmetek, îdareyek li ser esasen şûraya şer’î hatibe avakirin me’sûm e. Em vê îddî’ayê nakin. Çimkî hukûmet şer’î û Îslamî be jî bêxeta nayê teheyyulkirin. Ji beşer qusûr û xeta her çêdibin.
“Dêmek a muhîm ew e ku qenciyên hukûmetê ji xetayên wê bêtir bin. Ku ne werê be îdareyek bê guneh di dinyayê de ne mumkin e.” Gerek em çavê xwe bera îdarew îdarevanê bê guneh nedin. Çimkî ê wiha tunene. “Kesê ku li hukûmetek bê guneh bigere di nezera min de anarşist e. Çimkî –Xweda neke- yek ji vana hezar salî ‘umur bike û kîjan şeklê hukûmata meşrû’ bibîne jî dîsa wê pê razî nebe.” Ji ber ku însan û hukûmetên bê guneh tunene xetayên her hukûmtê wê bibîne û li hember derkeve.
“Di netîca vê xiyala ku meyla wê li ser texrîbatê heye de çi şekl û sûretê îdarê bibîne wê li xerakirina wê bi xebite. Îro di ‘alema Îslamê de fikra îfrat û tefrîtê bûne duheb cerayan û hukum dikin. Cereyanên îfratê di bin navê “selefîtiyê” de, xasseten cereyana “da’iş” ji xwe pê ve kesî musluman nabîne û tu îdarê qebûl nake, li xerakirina hemî cemaêt û partî û dewleta dixebite. Ji alîkî ve jî cerayana kemalîstîw marksîstîw ‘irqperestîw çepgirî jî (wek pkkê) dijminantiya Îslamê dikin.
“Ewçax, jon turkê ku di nezera vana de xerab in jî, van kesan mel’ûn û anarşist û fitnekar dibînin. Tiştê ku vana dixwazin bi sebeb mûahl e, netîca wê jî tevlîhevî û fesadiye”
S: - “Belkî vana halê berê dixwazin”
C: - “Ezê ji were gotinek kin bejim, hûn karin wê ezber jî bikin: Halê berê mûhal e, yan halekî nû yan jî îzmîhlal .” Sîstema îstîbdadê û dîktatoriya gezek îdî nazivire. Yan wê şûraya şer’î were yan jî hemî sîstemên dî wê helweş in û tevlihevî wê çêbibe. Yan xîlafeta şer’î yan jî îzmîhlala ‘umûmî
S: - ‘Ecêba padîşahkî wek ‘Ebdulhemîd îdî wê dernekeve text, îdî halê bere wê neye?”
C: - “’Ecêba vî konê weyê reş perçe perçe bibie û bişewite û ariya wî li ber bayê here gelo ji wê ariyê merev kare konekî çêke û tê de rûnê?”
Resûlê Ekrem sallallahû ‘eleyhî wesellem gotiye, heta qiyametê wê di serê ummeta min re pênc merhele derbas bibin: Merhela nubûwwetê, merhela xîlafetê, merhela selteneta gezek, merhela dîktatoriya ceberrût û merhela xîlafeta dû nubûwwetê. Merhela selteneta gezek û ceberrût îdî qediya. Vegera bibal ve îdî ne mumkine.
S: - “Çima” tu mumkin nabînî?
C: - “Çimkî berê ji hezar kesan deh kes tenê hişyar û haydar bûn, dîsa îstîbdadê bi wê quwweta xweya bidehşet xwe li ber wan negirt, helweşiya. Îja îro quwweta îstîbdadê ji hezarî daketiye yekî. Hişyarî û haydariya zihanan jî ji yekî derketiye dehan.” Dema îstîbdad bi quwwet bû xwe negirt, îro ze’îf ketiye, wê çawa rabe û hukum bike
S: - “Madem îstîbdad hewqas tişkî xerab e çima her kesî xwe pê girt?” Çima di her meslek û meşrebi de îstibdad hebû?
C: - “Çimkî di tehekkuma kêfî de zewqa fîr’ewntiya bê oğir heye. Tehekkum û hewesa nemrûdî heye.” Îstîbdad gunehekiye bi destê dewletê hatiye îcrakirin. Dema rê li vî gunehî vebû enaniyeta însana hat dereca fîr’ewntiyê, wek nemrûd û fîr’ewn ji tehekkumê zewq sitendin.
S: - “Bes niha jî gelek tiştê xîlafî şer’ê tên kirin”
C: - “Ez dibêjim tiştê muxalifê şerî’etê muxalifê meşrûtiyetêne jî. Tiştê muxalifî şerî’etê yan gunehên îdarevanane yan jî bi sebeb zerûreta dewltê tên kirin. Em ferzbikin ev siyaset muxalifî şer’ê ye, dîsa netirsin. Çimkî ji şerî’etê tiştê te’elluqî siyasetê dikin ji hezarî yek e. Bi îhmalkirina wî qismî şerî’et îhmal nebe.” Şerî’et ne siyaset ten ye. Di şerî’etê de qismê hindiktir siyaset e.
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.