
Çarde salî hêvçardeyî û çardan
Bi her halî xweş û şadî li merdan
Zargotinek çi xweş çi rind ev çarde
Di temenek sal reş hêrand lê ar de
Heştêheştên li çardeha nîsanê
Li bihuştên wê wargeha Barzanê
Dewr û berên li bendava Dokanê
Sêwîzarên ji dêw bavan dû manê
Hêviyek xweş li çarşemê poşîn e
Tarî û reş çi ji çemek weşîn e
Mirin li ser mirinê deng vedaye
Dijmin bi her ayînê seng lêdaye
Di çardeha xwe de behar çilmisî
Li wargeha xwe ‘eyb û ‘ar kurisî
Ji kirêtyar divê bipirs rûmetî
Ne rûmetyar ku ew bitirs j-kirêtî
Di çardehê çarşem reşî seyandin
Di çardehê çarpar êşî hejandin
Ji mirovên ğedar dûrî mirovan
Wek ji hovên deng zirborî ew heywan
Û dikojin dibirêjin disojin
Diqetînin û dikujin mêr û jin
Dê ji bîna wan kulîlkan ar çandin
Di evîna dû zarokan vejandin
Hestên giran dilên bêwar bendewar
Bi wan zaran îro li dar rabe çar
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.