Êrîşa Beşîktaş

Article

Êrîşa  Beşîktaş’a Stenbolê bê gûman di demeke balkêş de hat kirin. Ka em di bîra xwe de bînin, bê wê rojê li li Tirkiyê çi biryarên girîng  hatibûn sitendin.

1. Hikumet û leşkerîya tirkî biryara ketina El babê  da.

2. Hikumet û muxalefeta biçûk li ser Makekanûna nû lihev kirin. Da ku rê bikin meclîsê.                                                                                                                                      3. Sal vegera mewlûda fexrê kaînatê bû. Roja kêf û şahîyê bû 

4. û 5. Şixwe ne ‘hewce ye ku em bînin ser ziman.

Hikumetê bi biryara xweyî yekem, Emrîqa û xaçperesta anî xezebê. Bê sekn û  hedan ferman da xûlamê di nava tirkiyê de bi cîh bûyî. Heger ez bêjim, efendîyê xulamê heremî bi tevî teqemenî û gihana nêzi şûna bûyerê, hûn bawer bikin. Yan na ewê spîkerê Tv. Ya xerbî, nukteya KOMKUJÎYÊ, ji ku zanîbû û çû li oda otêla ku her xweşik didît. Û di piştî bûyerê bi çend sanîya weşana zindî ji tevê cîhanê re kir. Bi biryara duyemîn, hikumetê ev da nîşan da ku, êdî hikumet dixwaze ku bingeha astengî û pirsgirêkê xwe ji binî de ‘hel bike. Lewra hemû kes dizane ku çavkanîya hemû nexweşiyên tirkî, ev makekanûna ku eserê cuntaya ye. Bi vê gotinê ez ne dibêjîm wê temamê pirsgirêkê tirkîyê çareser bibin.  Encex ez vêna dibêjim; Hêvî heye ku cûdatîya ku sewkî meclisê dibe, wê derîyê avakirina yasenîn nû û li gorî berjewendîyê xelqê veke. M’elûm e xerbî ji vêna weke marê reş ditirsin. Şite sedemeke dî ji deranîna gengeşîyê li welêt. Dîsa, bê gûman ev bûyerê ku li welatê me diqewimin, ne bi serê xwe diqewimin. Belkî şaxik ji şaxê pilanê xaçperesta ne, ku lazim e li vêdê bi qewimin. Yanî îro çawa Heleb di şewite, çawa Mûsil di şewite, çawa Xezze, Libye û deverê erdnîgarîya herema islamê yî dî di şewitin, pêwist e ku ewder jî bişewite. Naxwe Emperyalîzma cîhanê dixwaze ku tevê ‘elema Îslamê bindest bike. Çawa ku peyanên ‘emr dirêj bi xayinê me re girê dabûn. Naxwe ji mere ji idarevan in şîyar û rayedar in oldar ku ji Xweda bitirsin. Da ku xayîntîya xelqê xwe nekin, û dîn û dinya xwe li hember çend me’efê dinyê ne firoşin. Gelo hikumeta tirkî a îro çiqasî birastî û bi sedaqet bi van rêxistinê terorî re tekoşînê dikin.li gorî min bi sedaqet e lê mixabin, bi şiklêkî çewt micadelê dike. Çima ez vê angaştê (îddîa) dikim. Ji welatê xwe ez dizanim. Ji bo daxwaza min baş bê fer kirin, ka em bi hev re guh bidin welîyê telebekî; welî îro hat cem min û got: çend roj berê mamosteyek ji van mamostên dest ji kar kut kirî, bi saya hikumetê dîsa vegerîya ser kar,vî mamosteyî, roja xweyî ‘ewil bi timamî ji zulmê hikumetê û bê ‘huqûqîyên serokkomar bi serê wan telebeyên hiş teze û hiş vala re reşandîye. Serok zalim e, serok xwîn mije û ‘hezar çewtîyên weke vêna. Berê ji van mamosteyan bi hezaran zarokê me ê zêhnteze bi je’hrî kirin û şandin an kortalan an ji serê çîyan. Û li wara berhewa kirin. Li ber ronahîyan wan agahîyan ka em hinekî bi fikirin, bê ka hikumet bi awayekî rast têkoşînê dike. An na. Biryara xwendevana ye.

 

        Nûreddîn Qoserî 

Di debarê nivîskar de

Têhev

25

Gotar

Ê Berê Rewşa Şehrî Nûh
Ê Li Pey 15Ê TÎRMEHÊ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.