15Ê TÎRMEHÊ

Article

Hemd ji Xweda re be ku qasid û resûl ji insan re şandine, mexlûqên xwe ji hebûna xwe haydar kirine. Selat û selam li qasidê paşî Mu’hemmed (s.‘e.w) û li al û eshabên wî be.                                                             

Nivîsa min ya vê mehê wê di heqê metoda tebliğa Hz. Nuh (‘e.s.) û ders îbretên wê de bûya. Lê ji ber ku bûyerên di 15ê Tîrmehê de li welatê me qewimîn zêde girîng bûn, pêwist bû ku di zihnê me de bête qeydkirin daku em tucarî wan bûyeran jibîr nekin. Ji ber vê yekê min mijara nivîsê guherand. Bêgûman ewê dîrok wan bûyeran qeyd bike. Hewla derbeyê biserkefta, ewê bandoreke zêde mezin li jîyana me bikira û mexdûrê herî mezin ewê qewmê me bûya. Jiber vê li me dikeve ku em ji gellên din zêdetir li ser vê hewlê bisekinin û di dîroka xwe de bi çixêzeke herî qalind qeyd bikin daku qet neyê jibîrkirin.    

Ka em bi hevre binêrin bê wateya ewan bûyeran çi bû û bi çi sedeman hatibûn holê. Bêgûman tête zanîn ku ev sed sale erdnîgarîya Îslamê bi zeîfbûna dewletên Îslamê yên dawîn, gelek nexweşî û zulim dîtiye. Piştî feşkilandina dewleta Osmanî, bi dehan dewletên biçûk hatine avakirin li ser vê erdê, bi destê emperyalîstên ğerbî. Her çiqas ev dewlet bi navê netewe û gel ava bûbin jî di ‘heqîqetê de dewletên ğûlam bûn. Ağayên ğerbî jibo her dewletekê xûlamekî sadiq danîye ser kar û bi destê wan ji alîkî ve zulmê li xelqan dikin, ji aliyê din ve dewlemendîya ser û binê erdê ji ağayên ğerbî re didin birêkirin. Xwediyên erdan li ser erda xwe him dixebitin, him jî birçî dimînin. Lê ağayên ğerbî û ğulamên wan bi ked û xwêdana gelan di nava kêf û şahîyê de digevizin. Ji salên 1920î ‘heta sala 2010an rewşa ‘alema Îslamê ev bû.                      

‘Heta li Tûnisê xortekî xweyî te‘hsîl agirek pêxist. Vî xortî weke hemdemên xwe jiber ku karekî li gorî te‘hsîla xwe bi dest nedixist, ji ser ‘erebokeke biçûk fêkî difirot û debara xwe dikir. Lê zabitê îdara zulumkar ev kar jî jê re gelik dît û dezgeha wî xera kir. Xortê biğîret ev hal bi şewitandina xwe şermezar û protesto kir. Ev karê wî bû sedema berxwedana temamê gellê Tûnisê. Di encama vê berxwedanê de, dîktatorê Tûnisê ji welêt revîya.                           

Ew berxwedan û encama wê, bû mînak jibo hemî gelên ku li nava welatê xwe bi destê diktatoran ji xaçperestan re bûne dîl. Xelqê Misrê, yê Lîbya û Be‘hreynê, ‘heta giha Sûrîyê. Lê ev berxwedana bişeref a li Sûrîyê hate fetisandin. Navend şolî bû, dewletên xaçperest bi tevê fitne û fesadîya xwe daketine ‘holê, inqîlaba mezlûman bi şebekeyên xwe yên veşartî û çepgîr dizîn û berovajî kirin. Di vê navberê de kaos û bêhêvîtî di nava xelqê de derkete ‘holê. Dirêjbûna şevê ji ğerbiyan re fersendeke nû deranî ‘holê. Êdî de‘hfikên nû li ber me vedan, Ji bêrêber û bêtifaqiyê em ketine devê xefkê wan.                             

De‘hfika nû weha xûya dibû: “Xelqê misliman xwe bixwe berdin hev. Nehêlin yek ê dî têk bibe. Çi dema ku aliyek kêm bibe, çek û silehan bidnê li hember aliyê din. Bi vî hawî ewê nedîyarî û kaos dirêj bibe.” Di vêya de qesta wan du tişt bûn. Ewê çek û sîlehên xwe bifroşin, wê gel jî bi hevdû bidin qelandin.  Digel vana wê bi dirêjbûna şer, qewm ji ‘ilm û çanda xwe dûr bikeve. Ev jî wê coğrafyayê ji du tiştan xalî bike: Yek Îslam ya dî muslumanî. Lewra tu kes nikare di nava gengeşî û micadeleyê de ehemîyetê bide perwerdehîyê. Proje û plana wan weha bû, jixwe ‘halê Iraq û Sûrîyeyê li ber çavaye.                 

Lê ev de‘hfika xaçperestan li welatê me yê Tirkiyê eşkere xera bûn. Bêgûman bi hewla derbeyê dixwestin ku li Tirkiyeyê jî vê rewşê bînin holê. NATOyê bi rêberîya Emrîka û bi destê leşkerên paye bilind ên di nava artêşa Tirkîyeyê de ku pirê wan bi rêxistina Pensilwanyayê ve girêdayî bûn qesda derbeyê kir. Jibonî serkeftinê çi xebat û tedbîrên beşerî hebûn, bêkêmanî bi cih anîn. Lê Xwedayê Teala nexwest kelha ku kesayetên dersa Qur’anê fêrî zarokên welêt dikirin hêjî di zindanê wê dene bikeve. Lewra nêz bûye ku ev bahadirên Qur’anê ji zindanê derên û ala Tew‘hîdê bi ser tevê ala xin. Dîsa hê kesên ku hew jibona riza Xweda Li ber hemî ze‘hmet û bêîmkanîyan dixebitin hene. Bêguman ALLAH (c.c.) keda wan berhewa nake. Ez bi temamê qelbê bawer dikim ku wê ALLAH (c.c.) di pêşerojê de, ser rûyê vê ‘erda ixtiyar bi ‘edaleta Îslamê û keda ğemxurê Îslamê tijî bike.                                                                                                         

Xweda di 15ê Tirmehê de tirs ji nava dilê tevê vî xelqî bi carekê rakir. Xelqê canê xwe, malê xwe, zar û zêçê xwe dane ber paletên tanq û derbê teyaran. Bi sedan can dan û welat teslîmî ğûlamên xaçperestan nekirin. Çimkî Iraq, Sûrî, Lîbya û Yemen liber çavan bûn. Dizanibûn ku hikûmet bikeve, pêşî ewê welat bibe du perçe, dûvre jî çar perçe, an jî ewê li hêvîya însafa xaçperestan be, kêfa wan çend perçeyan bixwaze, ewê bikin hevqas perçe. Di vê heyama perçekirinê de ewê çend milyon can bi gulan, çend bi xerdel û kîmyasalan, çend jî ji birçîbûnê helak bibin, gava li ‘halê welatên cîran bê nêrîn, wê bê fêmkirin. Li ber ronîya van me’lûmat û tefekkuran, ‘halê erdnîgarîya Îslamê û emelên xaçperestan xweşiktir tê fêmkirin ku XWEDA ev kerem û ni’met li me muminan kirine li hember teşebbusa derbeyê. Jixwe ev rûpel ne cihê zêde dirêjkirina îza‘hatêye. Hew me xwest ku ev bûyera dîrokî di rûpeleke Kelhaamed de jî bête qeydkirin.  Xweda îdarevanên ku edakirina şukrê van ni’metan biheq tînin cih, nesîbî me bike, daku nî’met berdewam be.

Amîn.                         

 

NÛREDDÎN QOSERΠ 

Di debarê nivîskar de

Têhev

25

Gotar

Ê Berê Êrîşa Beşîktaş
Ê Li Pey Dema Me û Feqîyên Mubtedî

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.