Exlaqê Pêxember ‘Eleyhîsselam

Article

Rebbê ‘alemê Pêxember (‘e. s) ji me re kiriye nimûne û mîsaleke pir xweşik. Ew li ser exlaqekî mikemmel bû. Çunki wî edeb û terbiya xwe ji Rebbê ‘alemê sitendibû. Ka em bi nezereke giştî li exlaqê ronîya çe’vê me ‘Hz. Muhemmed (sav) binêrin:

Wexta yekî bang dikire wî, digo kerem bik Nigê xwe di civatan de dirêj nedikir. Wextê li ser heywana xwe di rê de kes bidîta, ew siwar dikir. Xwe ji kesî bilindtir nedidît. Pir dilnizm bû. Eger bihata civatekê li ku derê cîhê vala bidîta, li wê derê rûdinişt. Tu kesî aciz nedikir. Karê xwe ji kesî re nedihişt, wî bi xwe karê xwe dikir. Îştîraka cenazeyan dikir.” “Eger eshabê xwe sê roja neditaba, sûala wan dikir. Ku bi rêkê de çûbana ji wan re du’a dikir.  Malbatê wan zîyaret dikir.” “Axaftina Pexember (‘e,s) pir şêrîn bû û dil nerm dikir. Ji bo gotina wî xweş fehm bikin, hêdî hêdî û yekoyeko diaxivî. Bi qehqeha nedikeniya lê belê tebessum dikir, timmî devliken bû.

Pexember (‘e,s) ji zarokan pir hez dikir. Silav dida wan, ew himbêz dikirin û deste xwe yê mubarek li ser serê wan digerand, li halê wan dipirsî.” “Nexweş ziyaret dikirin û ji wan re du’a dikir.” “Ji mêvana gelekî hez dikir. Ji mevanên xwe re xizmet dikir. Digot: Meznê qewm, xizmetkarê qewme.” “Ji kesî re peyvê nexweş nedikir. Dilê kesî nedişkand. Me’dê xwe tirş nedikir.  “Li ‘eybê insanan nedigeriya. Ku ‘eybeke yekî bîdîtana jî ‘eyba wî li wechê wî nedixist.” “Ku kesek li ba wî bişteğilîya, lê guhdar dikir. Peyva wî qut nedikir. Li paqijîya xwe pir miqatebû. Timmî diranê xwe bi miswakê paqij dikir. Digot: Paqijî ji îmanêye.”

Pexember (‘e,s) her daîm rastî digot. Jiber vê hetta neyarên wî jî jê re digotin Muhammedul Emîn/ Muhemmedê rast. Heger sozek bida, ji wê soza xwe venedigerîya. Û ji derewçîyan hez nedikir.” “Hz. Muhemmed (s. ‘e. W.) pir camêr bû. Ku yekî tiştek jê bixwasta, nedigot na û ew vala venedigerand. Digo: Ez encax belav dikim, ê ku dide Allahû Tealaye.” Gelek ‘efûkar bû. Dijminê ku pir te’de dabûyê jî jibo Xwedê ‘efû dikir. Kesê ku xerabî pê kiribûn, wî qencî li wan dikir. Yekî go qencîyek pê kiribû, wî qencîya wî jibîr nedikir.” “Hurmet dida ixtîyaran. Hedîye qebûl dikirin û wî jî hedîye didan. Digot: Hedîya bidin hevdû da hûn ji hev hez bikin.”

Hz. Muhammed (‘e,s) dîlawer û qehreman bû. Hz. Omer (r. ‘e.) dibêje: Min ji Resulê Xwedê cesûrtir/dîlawertir kesek nedî.” Hz. ‘Eli (ra) jî dibêje: Em di herbê de bûn, wexta herb germ dibû û zor li me dihat, me xwe dixist paş Resûlûllah. Lewra ji wî bêtir kes newêribû nezî dijmin bibûya. Bi wesîla wî me xwe ji dijmin mihafeze dikir.”

 

Nimejên xwe di wextê da bi cema’et dikir. Digot: Nimej, sitûna dîne û ronîya çe’vê mine. Bi cemaetê re bin. Muheqqeq mîha ku ji pez veqete, wê gûr wêbixwe” Digel ji gunehan dûr û berî bû jî rojê heftê carî carna jî sed carî ji Rebbê xwe tobe û îstîğfar dixwest.” “Di du’ayên xwe de vê du’ayê gelek dikir: Ya Rebbî tu hem li dinyê û hem jî li axretê qencî û başîyê bimedî. Û tu me, ji agirê cehennemê bisitirîne.” “Go yekî mizgînîyek bidayê, wî hemd û şikir dikir ji rebbê xwe re. Û diçû secda şukrê. Eger di rê de leqayî mu’mînekî biba, ewil wî silav didayê, destê wî digirt, pê re musafaha û jê re du’a dikir.” “Berî razê destnimêj digirt. Sûretê qul huwallahu ehed, qul e‘ûzû bîrebbîl feleq, “qul e‘ûzû bîrebbînnas û amerresûlû dixwendin. Û li ser alîye xwe yê rastê radiza.

Di debarê nivîskar de

Têhev

11

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey NIMÊJA BI CEMA‘ET

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.

    Zêdetir