Selam û Qîymetê Selamê

Article

Selam: zikrê xweda ye.  Selam ji 99 navê xweda naveki wî ye. Bi ma’na : ewê ku ji ‘eyba, ji kêmasîya, ji qusura, ji fenabunê, ji zewalê ‘arî ye. Ewê serkanîya xilasî û xêr û xweşîyê ye. Ewê,  go buxwaze wan derdixe selamet û xweşîyê.

  Aştî, rihetî, evîn, huzûr û xweşi ye… Selam kilîteke, derîyê dilê mü’mina vedike.

Selam bêjêyek e, dema mirov leqayî hevdû dibin muhibantîya nêzîkî di nabêna xwe de bikar tînin. Şiteğalîyek hurmetê îfade dike. Sunnetek ji bavê me Adem (‘a.s.) maye û gihaşte hetanî roja me. Nişanê muhibantiya di nabêna mirovên Musluman de bikar tîne selam.

Selam digel Sünnet e yadîgarek ji Adem (‘a.s.) ji me re maye. Di civaka Îslamê de qîymetekî wê yî herî girîng heye.  Sunnetek pêxemberî herî bi rewş e. Belkî di dirêjîya ‘emrê xwe de sunneta herî pir mirovên musluman bikar tînin selam e.

Li gor hedîsek ji Ebû Hureyre hatiye neqil kirin Pêğemberê me (s.a.w) wiha dibêje: “Dema xweda bavê me Adem (‘a.s.) xuluqand jê re got: Here selamê li van melekê runiştî bike. Û piştre bala xwe bide wan bê selama te çawa vedgerînin, lewra selama te û yan zarokê te jî dê ev be.”

Adem (as) çu cem meleka û go: Esselamu ‘eleykum.

Meleka gotin: Esselamü ‘eleyke we rehmetullah; bi selama Adem (as) ve “we rehmetullah” zeliqandin.” –Buxarî, Enbîya: İstîzan: 1 Muslim, cennet:28-

Di warê selamê de Xweda di Qur’ana pîroz di sûretê Maîde de wiha ferman dike: “Dema bi Selamekê hûn hatine selamdan, hûn jî ji wêna qenctir bi selamekê Selam bikin. Ya jî bi selameke weke wê bersivê bidin. Bê gûman xweda hesabê hemî tiştî dipirse.” -Maîde: 86-

 Mufessirê Qur’anê di derbarê vê ayetê de wiha dibêjin: Ayet emre me dike; dema mirovek raserî komekê yan jî însanekî bibe pêvist e bibêje “Esselamu ‘eleykum”. Mirovên muxetebî vê selamê dibe lazim e bibêje: “We ‘eleykumusselam  Yanjî bibêje:  We ‘eleykumusselam we rehmetullahî we berekatuh.”   Belê kesên wiha selamê bide, hezkirin û hûrmeta xwe şanû dide û kesên bi selameke hê xweşiktir jî Selamê vegerîne ew jî dilnizmî û hilma xwe pêşkêşî mirovên hember xwe dike.

Dîroka selamê gelek kevn e. Berya pêxemberê me jî Selam hebû. Di jîna pêxemberê berya wî de jî em selamê dibînin:  “Xeberê mêvanê Îbrahîm ê  bi rûmet ji te re hat? Di bîra xwe bîne dema ew derbasî huzûra Îbrahîm bibûn û jê re gotin Selam ji te re be. Îbrahîm jî got ji we re jî Selam.” -Zariyat: 24-25-

Adabê dan û sitendina Selamê hene: “Kesê suwar li yên peya, Kesên dimeşe li yên rûniştî, civatê hindik li yên pir lazim e selamê bidin” –Buharî; Îstîzan: 4,5,6. Müslim selam: c. 1 s. 2160

 Dema mirov here civatekê  û ji wê civatê were lazim e meriv selamê bide. Heger ji civatê yek bi tenê jî bersiva selama meriv bide mesûlîyet ji ser temama radibe. Bes heger Kesek bersiva selama meriv nede kesê di hundir wê civatê de tev günehkar dibin.

Selama li mirovên mezin nîşana hürmetê û ya li zaroka jî nîşana tewadu’ê ye. Ji Eshabê Pêxember (s) Enesê Kurê malik dema leqayî zaroka dibû Selam li wan dikir. Jê re gotin; “tu çima selamê li zaroka dikî?” Hz. Enes got: “Lewra min dît Resûlê xweda dema leqayî zarokê biçûk dibû bê Selam di ser wan re derbas nedibû. Belê Resûlê xweda bi vî hawî zarok hînî dan û sitendina Selamê dikir.

“Dema hûn daxilî hundirê mala bûn, bi hêvîya jînek feyizdar ji ba xweda, selamê li hev bikin. Ha vaye xweda ayetê xwe ji we re wuha vedike, hêvî heye hûn  ‘aqil bikin.”            -Nûr:61-

Dema mumin herin cennetê wê leqayî selamê bibin û li cennetê jî xwe bi xwe dê selamê li hev bikin

Rojekê mirovek diçe ba pêxember (s) û dibêje “Esselamû ‘eleykum” û rûdinê. Resûlê xweda (s) dibêje wî; te 10 xêr qezenc kir.

Piştre yekî din tê dibêje: Esselamû ‘eleyküm we rehmetûllah.  Resûlê xweda dibêje wî; Te 20 xêr qezenc kir.

Piştre yekî din tê û dibêje: Esselamû ‘eleykûm we rehmetûllahî we berekatûh.

Resûlê xweda dibêje wî: Te 30 xêr qezenc kir. -Riyadussalîhîn: 852. Hedîs-

 

Resûlê xweda (s) dibêje: “Her kî berya selamê bişteğile bersivê nedne wî”                                                           -Ebu Naim, Muxtarul hedîs-

Di gelek ciha de meriv selamê  bide mekruh e. Dema mirovek  xwarinê  duxe, Qur’anê  dixûne, li xutbê guhdar dike, nimêj dike, li taharetê be, di himamê de be lazim e meriv selamê lê neke. Dîsa kesê meriv zanibe gunehê kebair (mezin) dike meriv selamê lê neke qenctir e.

Hedis: “Di nava însana de însanê herî ‘aciz, ewê ku du’a nake û yên herî çukus jî ewê ku selamê nade.” –Teberanî-

“Bi wechê bi ken meriv selamê li însana bike herwekî meriv sedeqe bide.”

Di jîna rojê de dan û sitendina selamê gelek hêjaye. Bo têkiliya meriv bi însana re zede bibe lazim e bi selamê asasê muhibbantiyê bê avêtin. Lewra Selam hezkirina nabêna însana zêde dike, biratîyê dijdîne. Ji ber vê Resûlê xweda dema mafê biratîya muslumanay li ser hev rêz dike selamê jî zikir dike.

“Ebu Hureyre dibêje: Resûlê xweda (s) wiha gotiye: “Hetanî hûn îmanê neynin hûn naçine cennetê, û hetanî hûn ji hevdû hez nekin hûn Îmanê naynin. Ez tiştekî ji we re bibêjim ku hûn vêna di nabêna xwe de bikar bînin wê hezkirin têkeve nabêna we: Di nabêna xwe de xwe bi xwe selamê zêde bikin.” –Muslim, Îman: 93; Ebu Dawûd Edeb: 131-

                                                                                   

 

                                                                                    Kelhaamed 2015 payiz  

Di debarê nivîskar de

Têhev

15

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey Şîretên Bi Rûmet

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.