Lı Ser We Em Hezînin

Article

Şehîdên dînê Îslam li ser we em hezîn in

‘Ezîzên Mumina tev li ser we dil birin in

Xwezî bi wî meqam û cîyê hûn lê dimîn in

Şev û roj le’neta em li dijminê we tînin

 

Şehîd geh hûn Huseynin geh Cengîz û Fethîne

Hesen, Riyad û Tûran, MEhmûd û Cum’alîne

Fehad û ‘Ebdullah’in, geh Lutfîyê Wanîne

Belê Mîzgîn piçûkê we ev carê Yasîne

 

Şehîd hûn pir ‘ezîzin di qelbê ehle îman

Hetanê enbîya jî xwezî tînin bi we can

Meqamê we bilinde liba Mewlayê Rehman

Gelek medhê we daye Resûlê Cinn û însan

 

Li we daîm bibarin şehîd Selam û rehmet

Xweda yê Heq mekanê we û me bêxe Cennet

Ji ûmmetê re xûna we bike hêz û quwwet

Mubarek be hezar car li we ev heq Şehadet

 

Muharrem 1463 – Ekim 2014

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

Ê Berê Ey Dil! Sûretê 'Esir Bixwîne û Pê 'Emelke!
Ê Li Pey HUSEYN REHBER

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.