Şîretên Bi Rûmet

Article

Desté alîkarîyé bidne hev. Xwe bixwe ji hevra bibne pîbar û alîkar. Alîkarîya rojeké bi mirovén mü’min re xértire ji îbadeta heyvek mizgefta.

Heta hun karibin ji kirina güneha birevin da ku hun ji miriné netirsin. Ji deyna xwe dur bigrin da ku li Diné hun azad û serbilind bin.

Hévîya qencîyé ji başé ümmeté bikin, di bin hîmaya wan de bijinin. Doza başîyé ji zalim û dilhişka nekin. Çüngî la’neta xweda bi serwan de dibare.

Qencîyé bi dé û bavé xwe bikin û ji wan re başbin. Qet ji bîr nekin, hun çi ji dé û bavé xwe re bikin, huné wé ji ewladé xwe bibînin. Lewra qencîya bi dé û bava hem xér e, hem wesîfa ewlattiyé ye û hem jÎ umur diréj dike.

Wek Qur’an a pîroz me şîret kiriye, ji dé û bavé xwe re nebéjin “Of”

Xwarina xwe bidne mirovén muteqqî û qencîyé bi mirovén mü’min bikin.

Selamé lihev bikin û desté xwe bidne hev da ku ji dilé we kînn û hesudî deré.

Mutewazî bin, bera rabun û runiştina we bi feqîr û xizana re be; da ku hun ji kibré azade bibin û bibne layiqî rehma xweda.

Xilata bidne hev. Lewra dana xilata hezkiriné zéde dike û kîné ji dila derdixe.

Deruwa nekin lewra derew riziq teng dike.

Bi ‘İffet û xweyî namus bin da ku jiné we jî bi iffet û namus bin.

Di cenneté de gelek dara biçînin. Lewra bikaranîna her emelekî bi xér çandiniyek cenneté ye. Bera fékîyé bexçé we şiklo şiklo be. Heta hun dikarin di xéra de bi hevra péşbazîyé bikin.

Qîymeté bidne zaroké xwe û di nabéna wan de bi edalet hüküm bikin. Terbîya wan ya dînî békémanî damin bikin.

Herdem rastîyé bibéjin û hürmeté bidne şahidén rast. Çüngî xweda bi sebep wan heqîqeta derdixe holé û zülmé dirake.

Hevaltiya feqîr, bé kes yetîm û séwÎya bikin. Çüngî qet ji bîr nekin hevalé vana xweda û Resülé wî ye. Ma hun naxazin ku hun jî bibne hevalé xweda û resülé wî.

Nîyeta kesé mü’min ji emelé wÎ bi xértire, û kesé munafiq emelé wî ji nîyeta wÎ qenctire. Herkes li gorî néta xwe emel dike. Kesé mü’min dema emelekî dike di dilé wÎ de nurek hişyar dibe.

Di hemî mijara de camér û comerd bin. Çüngî mirovén camér nézî xweda, nézî însana û nézî cenneté ne. Ne çukus û ça’v tengbin. Lewra însané çukus ji xweda bi dur, ji însana bi dur û ji cenneté bi dur e. Hé bétir nézî cehennemé ye. Comerdé cahil li ba xweda  ji sofiyé çukus şérîntire.

Xusuîyeté qenc, meşa bi sebir û di her warîde navendbun; ji 24 qismé nübüweté qismekin.

Süreté Beqera koné Qur’an é ye. Süretê beqera ji ber bikin. Bé güman ji berkirina süreté Beqera bereket û ji bîrkirina wé hesret û muxabin e. Encax mirovên kêslan niqare vî süretÎ ji ber bike.

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

15

Gotar

Ê Berê Selam û Qîymetê Selamê
Ê Li Pey ‘Elametên Tirsa Ji Xweda

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.