
Berxê lawo!
Delalo! Delalê ber dilawo
Heval û hogirê berxê mi vegerîn hatin mal
Ez nizanim hal û hewalê berxê min çewawo
Bê delalo! Delal delalo! Delalê min delalo
Delal delalo! Delalê ber dilawo
Bê de berxê tu delalî
Delalê ber dilê minî
Sibe ye sibeha şerîf
Wextê ‘îd û ‘erefata
Hecî çûne hecê
Li Meke û Medînê ne
Ezê rabim delalîkê ber dilê xwe bi xemlînim
Ji bo nimêja ‘id û ‘erefatê
Li ser xêr û selametê
Verê kim nav ummetê!
Berxê min lawo
Berxê lawo
Delalo delalê ber dilawo
Heval û hogirê berxê mi vegerîn hatin mal
Ez nizanim hal û hewalê berxê min çewawo
Bê delalo! Delal delalo! Delalê min delalo
Delal delalo! Delalê ber dilawo
Bê de berxê min delal e
Delalê ber dile minê
Gava berxê min xemilî ji mal derket
Go de dayê sibe ye xweş sibe ye
Payize payiz xêre
‘Ecêba li ser ‘ecêbê
Bêhna gul û guldexwîna tê
Bihar nîne ku ez bêjim
Wextê gul guldexwîna ye
Bêhna wan tê
Ji zozanê jorîn
Çiyayê Qerejdağê
ji deşta Diyarbekir
Gelo bingeha vê bêhna xweş
Çiya û deşt e yan
Cenneta baqi û beheşt e daye
Berxê lawo
Delalo delalê ber dilawo
Heval û hogirê berxê mi vegerîn hatin mal
Ez nizanim hal û hewalê berxê min çewawo
Bê delalo! Delal delalo! Delalê min delalo
Delal delalo! Delalê ber dilawo
Min go berxê lawo
Ez nizanim ku guhê min ker e
Çavê min kor e
Pozê min xitimî
Tiştê tu dibînî ez nabînim
Bêhna ku tê te
Digerim nagerim li der û dora xwe nabînim
Heval u hogirê te çûne camî û cimaeta
De rabe lezke bi lezine
Li ser xêrê ji refê xwe dûr nemine
Belkî Rebbê alamê xaliqê jorin mîrê keremê
Oğira te li ser xêrê bigerine
Berxê min lawo!
Berxê lawo
Delalo delalê ber dilawo
Heval û hogirê berxê mi vegerîn hatin mal
Ez nizanim hal û hewalê berxê min çewawo
Bê delalo! Delal delalo! Delalê min delalo
Delal delalo! Delalê ber dilawo
Êvar e xweş êvar e
Kele kela dilê min
Di kelije wekî nanê li ser sêlê
Dil û cergê min peritîn
Hatin xwarê
Xwedê li ser xêrê bi gerîne
Ba tê baran di lîlî ne
Ez nizanim çi bû çi qewimî çi rijiya
Ba û baran bi hev re şînê di gerine
Li hev ket çemê dîcle
Pêl bi pêl xwîna sor dikişîne
Berxê lawo
Berxê lawo
Delalo delalê ber dilawo
Heval û hogirê berxê mi vegerîn hatin mal
Ez nizanim hal û hewalê berxê min çewawo
Bê delalo! Delal delalo! Delalê min delalo
Delal delalo! Delalê ber dilayi
Berxê êvar e xweş êvar e
Hudhudê dilşikestî
Li dora dayika te diçe tê
Per û baskê xwe di hejîne
Ji şeveqa sibê de hem digrî hem di nale
Nizane çi bêje çi nebêje gelo pir bê hale
Min go hudhudo! Malmîrato! Bes binale
Ka bêje teyro te çi hale çi hewal e
Go de dayê,
De dayê rebenê
Porkurê hêsîrê nemayê li dinyayê
Gurê devbixwîn
Keftar û heywanên har
Ji çiya daketin bajar
Di ‘îda Qurbanê de çol û çiya kirin gola xwînê
Gelek însan ji xwe re kirin qurban
Berxê te bi mêranî
Bi cenneta baqî şa bû
Vêga cîranê Hesen û Huseyna ye
Min go Kula Xwedê bi kulbe
Bikeve derê mala sebeba
Belkî xêrê ji can û malê xwe nebînin
Ûcağê wan kor be li dinyayê bê urt û ocağ bimînin
Kevirê wan li ser kevira nemine, genim bajon zîwana reş hilînin
Ax felekê qol xayinê
Xwezî ji xêra Xudê ra
Dema li berxê mi dibû pêsîrtengî
Bira te ra derketa serê Huseynê welî
Hesen û Sulhedînê bira
Na wele Muhemmed ‘Eta ye
Berxê lawo
Delalo delalê ber dilawo
Heval û hogirê berxê mi vegerîn hatin mal
Ez nizanim hal û hewalê berxê min çewawo
Bê delalo! Delal delalo! Delalê min delalo
Delal delalo! Delalê ber dilawo
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.