Dema Me û Feqîyên Mubtedî

Article

Vî zemanî di feqîtîyê de beşa herî bi feqîya zehmet tê, bêgûman beşa destpêkê ye. Di dema berê de, wextê ku meriv ji derve de li rewşa feqî û medresan û li rewşa xelk û xebatkaran temaşe dike û li ser difikire, tê fêmkirin ku zemanê berê, xwendin û çûna feqetîyê karê herî hêsan û birûmet bûye.  Çimkî karê berê eğleb bi qeweta însan û qeweta desta bû. Karê hê girantir jî bi alîkarîya ‘heywana bûye. Wekî hespa û dewaran û yên weka wan.                              

Di wê dewrê de esnaf, sin’etkar û karker, her dem betilî, westîyayî û li ber tavê wechqemirî bûne. Ji ber vê yekê jî tu kesî xwezya xwe bi ‘halê wan nedianî. Lê bil’eks rewşa feqî û seydayan, di nava pîşeyan (meslek) de rewşa herî xweşik û metlûb bûye. Wexta ku meriv derdikete sûka bajêr, n’albend ‘heddad, firnekar, zembîlvan û weke vana bi dehan kar û karker dihatin ber çavê meriv. Lê wexta ku seydayek an jî feqîyek derketa nava sûka bajar, rewş û ‘halê wana li gorî rewş û ‘halê xelkê karker û esnafan, weke rewşa siltan û bendeyên wî xuya dikir. Ev rewş jî hemî xelk û xortan teşwîqî xwendin û feqîtîyê dikir. Jixwe cî û qîmeta ‘ilm û ‘elimandinê di nava civakê de wê demê bêhempa bûye.   

Wexta ku meriv li dema xweya niha dinêre, mixabin, rewşeke bil’eks meriv li ber çava dibîne. Berya hemî tiştî, xebat û kar hema hema bi temamî bûye karê mekîna.  A hê xerabtir, mekînê dema me  tev bûne otomatîk. Yanî kesek bi tenê kare deh mekîna bixebitîne.  Berî niha bi 20 salî her çiqas mekîne karê giran dikirin jî lê dîsa ji her mekînekê re însanek lazim bû. Di febrîqekê de 100 mekîne hebûna, ji bona xebitandina wan jî 100 kes lazim bû. Lê mixabin îro ji sed mekîneyê re deh kes besin. Di vê rewşê de, xwedîyên kargehan û esnaf  digel sin’etkaran bûne weke siltanan. Dema kargeh bibin xwedî mekîneyên robotîk, karker jî li gorî wan dibine niv siltan. Lewra karkerên van dezgehan (febrîqeyan) pêwist e ku xwendevan bin dakû karibin  van aletên otomatik bi kar bînin.   

Bêguman ev rewşa vê deme dibe sedem ji bo reva xortan  ji medreseyên ‘ilmê. Nexasim ji bonî xortên mubtedî. Çimkî wan hê te’ma ‘ilmê, lezzet û ‘helaweta ‘ilmê telezzuz nekirîye. Jixwe ji derece û fezileta ‘aliman bi temamî bêxeber in, ne haydar in. Lewra mubtedîne. Ji ber vê rewşê teşwiq û biqerarbûna  bav û dayikan ji feqîyen mubtedî re şert e. Digel vê teşwiqê têkiliya dayik û bavan bi seyda û îdarevanên medresê re jî gelekî muhîmm e. Dakû feqîyê mubtedî singik kuta, bav û seyda jî ciherkî pêve deynin.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

24

Gotar

Ê Berê 15Ê TÎRMEHÊ
Ê Li Pey KÊMANÎYA TEKSIYÊ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.