NIMÊJA BI CEMA‘ET

Article

 

صَلاَةُ الرَّجُلِ في جماعةٍ تَزيِدُ عَلَى صَلاَتِهِ في سُوقِهِ وَبَيْتِهِ بِضْعاً وعِشْريِنَ دَرَجَةً ، وذلِكَ أَنَّ أَحَدَهُمْ إِذا تَوَضَّأَ فَأَحْسَنَ الْوُضُوءَ ، ثُمَّ أَتَى الْمَسْجِد لا يُرِيدُ إِلاَّ الصَّلاَةَ ، لا يَنْهَزُهُ إِلاَّ الصَّلاَةُ ، لَمْ يَخْطُ خُطْوَةً إِلاَّ رُفِعَ لَهُ بِها دَرَجَةٌ ، وَحُطَّ عَنْهُ بِهَا خَطيئَةٌ حتَّى يَدْخُلَ الْمَسْجِدَ ، فَإِذَا دَخَل الْمَسْجِدَ كَانَ في الصَّلاَةِ مَا كَانَتِ الصَّلاةُ هِيَ الَّتِي تَحْبِسُهُ ، وَالْمَلائِكَةُ يُصَلُّونَ عَلَى أَحَدِكُمْ ما دام في مَجْلِسهِ الَّذي صَلَّى فِيهِ ، يقُولُونَ : اللَّهُمَّ ارْحَمْهُ ، اللَّهُمَّ اغْفِرْ لَهُ ، اللَّهُمَّ تُبْ عَلَيْهِ ، مالَمْ يُؤْذِ فِيهِ ، مَا لَمْ يُحْدِثْ فِيهِ

 

“Ew kesê ku nimêja xwe li camiyê û bi cema‘et bike bîst û heft qata xêrtir e ji wê limêja ku li sûkê û li mala xwe bike. Bi vî rengî ku mirov destnimêja xwe xweşik bigre û dûvre bes bi nîyeta nimêjkirinê here camiyê, hetta ku bighê camîyê her jibo gavek wî dereceyeke wî bilind dibe û gunehek wî tê ‘efûkirin. Weqta ku bikevê camiyê sekna wî a jibo nimêjê, weke ku di nimêjê de ye jê re xêr tê nivîsandin. Hettanî ji cihê ku lê nimêj kirîye, ranebe û eziyetê nede kesî û destnimêja xwe neşkîne ev hal werê berdewam dike. Melaîket ji wî rê werê du‘a dikin: Ya Rebbî! Tu rehma xwe lêke. Ya Rebbî! Tu wî ‘efûbike. Ya Rebbî! Tu toba wî qebûl bike.” (Buxarî û Muslîm)

 

Belê pêxember eleyhisselam ban me dike bi bal tiştê ku heyat û jîn dide me. Ew tiştê ku heyat û jîn dideme yek jê jî nimêja li camîyê û bi cema‘et e. Resûle Xweda gelek ehemmiyet daye vê meselê û di gelek hedîsên xwe de mu’mina teşwîqî nimêja bi cema’et kiriye.

Lêbelê me’elesef îro ev sunneta Resûlê Xweda hatiye terikandin. Ehemmîyet pê nayê dayîn. Em vêya ji camîyen meyên ku îro sêwî mane dibînin.

Em werin ser hedîsa xwe. Tê fehmkirin ku nimêja bi cemaet ticareteke mezin e.Ticaret ne tenê a dunyayê ye, ticareta ûxrewî jî heye. Nimêja bi cema’et jî yek ji va ye. Ticaretek werê ya ku tu yekê dike Xweda bîst û hefta dide. Ev tenê nimêj e. Ev bereket û kar li ciyekî din tune ye. Go mirov jê mehrûm be dêmekî em ji gelek xêra mehrûm mane.

Di çûna camiyê de, hem faîdeyên şexsî û hem jî yên civakî hene. Çûna camiyê, dibe wesîla yekîtî û biratiyê, xweşî û başiyê. Di vî warî de çiqas xweş gotiye Seydayê Mela Mizgîn (Xweda jê razîbe);

Limêja bicema’et
Çi ferz û hem çi sunnet

Heta roja qiyamet
Dide me dersa wehdet

Ji ber vê Resulê Xweda ‘eleyhîsselam nimêja bi cema’et girtiye û terk nekiriye. Ê ku ji nehatina camiyê re ruxset xwastine jî ruxset nedaye wan. Ji sehabiyên Resûlûllah eleyhisselam ‘Ebdûllah kurê Ummu Mektûm (ra) ku kor bû, rojekê hat cem Resûlê Xweda û got: “Ya Resûlellah! Ez mirovekî korim û rêberik min jî tune ko min bîne camiyê. Rêya ku ez tême camiyê jî nexweş e, ruxsatê bi min de da ez li mala xwe limêj kim.” Pêxember ‘eleyhîsselam jê ra got “Li mala xwe nimêj bike.” Piştî vê destûra Resulê Xweda, Ummu Mektûm vegeriya ku here, lê Resûle Xweda ban wî kir û jê pirsî: “Tu dengê azanê dibihîzî?” Ummu Mektûm got: “Belê ez dengê azanê dibihîzim.” Pişti vê bersivê Pêxember ‘eleyhîsselam keremkir got: “Tu vê daweta nimejê dibihîzî, wî wextî îcabetî wê bike.” Bele ji vê meselê tê fehmkirin ku Ummu Mektûm digel kor bû jî, Pêxember eleyhisselam ruxset nedayê ku li mala xwe nimêj ke. Lazim e em li ser vê gelekî tefekkûr bikin û ji xwe re dersa jê derxînin.

Çûna camî û cema’etê rehmet e, dibe wesîla ku xweda ji me hez bike û îşê me li hev werîne. Jî cema’etê dûr nekevin. Dûrketina ji cema’etê kêfa şeytan tîne. Çawa ku mîha ji pez dûr dikeve gûr dixwe, ê ji cema’etê dûr dikeve jî şeytan zeft dike.

Xweda me ji xêra cema’et û camîyê mehrûm neke. Âmin.                                                                     

               Mela ‘Ebdurrehîm Omerî

Di debarê nivîskar de

Têhev

11

Gotar

Ê Berê Exlaqê Pêxember ‘Eleyhîsselam
Ê Li Pey Poşmanîya Ji Dil

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.