KÊMANÎYA TEKSIYÊ

Article

Rojek ji rojan, rêwîyek li ğeraca otobozan ji otobozekê dadikeve. Diçe ba teksîvan û jê re dibêje:

- “Ezê biçime ‘heta filan deverê. Gelo tê min karibî bigihêjînî wê derê?” Teksîvan dibe:

- “Ser sera, jixwe karê min ev e.”

Lê belê karê teksîvan di heqîqetê de ne gihandina rêwîyan bi tenê bûye. Ji rêwîyan zêde tir, laşê goştê ‘heywanan dibe ji qesaban re. Car caran rêwî jî jê re dibine mişterî û wana jî digihîne warên wan, her ‘hetanî warên xwe biqedînin. Çimkî nava teksîya şifêr ji bêhna laşan di germa havîna berrîya  Qoserê  de û bêpaqijî ji bêhna je‘hra kîmyesalên Seddam ku li erdnigariya welatê mezrabota başûr bi ser serê mezlûma de rijandibû  xerabtir bû. Nexasim mekîna  şifêr jixwe ji hevde ketîbû bi awakî weha ku ‘heta derîyê wê bi benik û tayika bi teksîyê ve girê dida daku derî bête girtin.

Rêwîyê reben betilîye û dixwaze demek berîya demekê bighê qonağa xwe û xwe davê mekînê. Şifêr derî bi tayikekî girê dide û dimeşe. Rêwî piştî rêketinê mekînê bêhn dike, ji xwe re dibê “Ğem nine ezê îdare bikim jixwe qonağ nêze.” Rêwî desmala xwe dide ber bêvila xwe û ‘heta cihê qonağê diqedîne. Dema ku teksî disekine, heqê şifêr didîyê û dibêje:

- “Xweda ji te razî be çiqa mekîna te sipehî û bêqisûr bû, lê mixabin kêmanîyeke wê bi tenê heye.” Şifêr jixwe gelekî şaş dibe û gelekî jî kêf xweş dibe bi ‘hirs dibeje:

- “Gelo çîye kêmanîya mekîna min?”  Rêwi dibêje:

- “Qur’anek wê kême.” Şifêr dibêje:

- “çima Qur’an?” Rêwî dibêje:

- “ji bo ku kesê carekê lê siwar bû, destê xwe li Qur’anê xe û bêje: “Bi Qur’an ez nema li vê teksîyê siwar dibim.”                                                                               Nûreddîn Qoserî 

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

25

Gotar

Ê Berê Dema Me û Feqîyên Mubtedî
Ê Li Pey FEQÎYÊ TALIB

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.