EM GUH BIDIN PÊXEMBER

Article

Ronya çavê me, pêxemberê me Hz. Muhemmed ‘eleyhîsselat û wesselam wiha kerem kiriye:

“Musluman birayê musluman e. Li wî zulmê nake, wî teslîmî dijmin nake.”
“Kî hewcehiyeke birayê xwe yê mumin peyde bike, Xweda jî hewcehiyeke wî pêk tîne.”
“Kî birakî xwe ji tengasiyekê xelas bike, Xweda jî roja qiyametê wî ji tengasiyan xelas dike.”
“Kî qisûra muslumanekî binixumîne, Xweda jî roja qiyametê qisûra wî dinixumîne.”
“Buğd û hesûdiya hev nekin, berê xwe ji hev neguherînin. Ey ‘evdên Xweda! Bibin bira.”
“Ji we, yê ku wê roja qiyametê herî nêzîkî min be, ewê ku exlaqê wî herî xweşike.”

Gelî biraw pismama
Dêyû xuşk û dotmama
Qîz û jin û zilama
Em guh bidin pêxember

Mamê min û metka min
Xalê min, xaltîka min
Zarok û berxika min
Em guh bidin pêxember

Hey cîranno, hevalno
Dost û hogir, delalno
Nas û kesên di malno
Em guh bidin pêxember

Lo welatlîw omîdno
Hey merivno, kirîbno
Xwedîxatir, ‘eşîrno
Em guh bidin pêxember

Gelî xort û ciwana
Kal û pîr û şivana
Maqûl û sermiyana
Em guh bidin pêxember

Gelî hêjaw ‘ezîzan
Bajarîyû gundîyan
Ehlê çîyaw deştîyan
Em guh bidin pêxember

Gelî koçer û siwar
Cotkarê ehlê cîwar
Gavan û hostê dîwar
Em guhbidin pêxember

Gelî azadperwera
Dozvan û şoreşgera
Mamostew xwendegera
Em guh bidin pêxember

Hey guhdarê hazirno
Silav li we camêrno
‘Umir diçe heyderno
Em guh bidin pêxember

Gelî rêwîw mêvana
Malbat û mazûbana
Ehlê civat û zana
Em guh bidin pêxember

Kesê bi qedr û qîmet
Bila neçe axîret
Bi ‘îbadet şefa‘et
Bixwazin ji pêxember

Ronya çava limêje
Ji herama d-parêze
Qur’an bixwîn bixwaze
Şefa‘et ji pêxember

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

22

Gotar

Ê Berê AĞÊ KEJO
Ê Li Pey ÇIKÛS Û CAMÊR

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.