FEQÎYÊ TALIB

Article

Em dîsa behsa feqîyan dikin. Lê ne feqîyên mubtedî, feqiyên ku li medresê ji wan re tê gotin “talib” Her wiha emê behsa astengên li peşîya wan û pirsgirêkên li ser rêya wan bikin. Bêgûman jibo tehlîl û tedkîka mijarekê, hewceyî bi haydariya ji wê demê heye, bi awayê meriv ji gellek tiştên (bûyerên) wê demê haydar bibe. Wek ku gelo çi bi sedem çi çêdibe. YANÎ GEREK MERIV ZANEYÊ DEMA XWE BE.

Ka em vegerin mijara xwe û minakekê ji mijara xwe bidin, daku daxwaza me bê zanin. Mîsal em bêjin “Gelo îro xortên dema me, bi çi hedef û armancê diçine zanîngehan? Gelo ji bo bibne mihendîs û ji xelqê xwe re xizmet bikin an ji bo bibne mihendîs û jîyaneke bi konfor û rehet biborînin?” Bêgûman bersiva vê pirsê a rast, di haydariya meriv a derheqê vê dema deye. Heke em qebûl bikin, xortên me jiboni herdu armanca bi hevre dixwînin. A ku akil bêzehmet qebûl dike jî eve. Ew çax em di ğeleteke gelekî mezin dene. Lewra du armancên zidî hev, di qelbekî de nacivin. Welew ku bicivin jî biser nakevin. Yani xwendevan ya ji bo xizmeta xelqê û riza Xwedê dixwîne, yan jî jibo bidestxistina dunyayê. Heger kesek jibo Xweda bixebite, ewê Xwedayê Te‘ala dunya wî kesî li pey armanca wî bimeşine.  Yani kesê ku jibo xizmeta xelqê bibe mihendis, ewe Xweda(c.c) berê heskirin û îhtîyacên xelqê bide wî. Ew jî ji alîkî ve wê xizmeta mexlûqê Xweda bike. Ji alîyê dî ve jî ewê debara xwe biferehî bike.

Bera kes nebêje pêxember (s.x.l) gotîye “Kesê axretê dixwaze, bera ‘ilm bixwîne. Kesê dinyê dixwaze bera ‘ilm bixwîne. Kesê herduka jî dixwaze bera ‘ilm bixwîne.’’ Li gorî vê hedîsê du armanc bi hevra di dilekî de dicivin. Nexêr ev hedîs nayê ma’neya ku du armanc bi hevre di dilekî de  dicivin. Di serê hedîsê de pêxember(s.x.l) însên teşwîq dike ku ‘ilmê hew jibo Xwedê bixwîne. Heger kesê ne xwedî şi‘ûra xwendina jibo Xwedê be, bera jibona bidestxistina dinyê ‘ilmê bixwîne. Lewra hêvî heye ku xêr û fezîleta ‘ilmê, wî kesê dilxwazê malê dinyê vegerîne ser armanca afirandina wî ya heqîqî. Jixwe qismê sisîyan jî hedîsê weke pêşiya hedîsê beyan dike. Dibêje: “Ey însanê ku him mûxtacê axretêye, lewra jibo axretê afirîye, him jî mûxtacê pertalên dinyêye, lewra li dinê jibo berdewamkirina jiyanê hewceyî bi vana heye! Tu mûxtacê ‘ilmêye, jibo herdu hewceyîyên xwe ‘ilmê bixwîn.” Xweda û Resûle Xwedê ya rasttir dizanin. Madem Xweda û Resûlê wî, me mislumana teşwîqî xwendina jibo riza Xwedê dikin, naxwe hewceye em jî xetika îstîqameta xwe rast bigrin. Û hew jibo razibûna Xweda bixwînin. A di vê derê de astenga herî mezin derdikeve pêşîya feqîyên vê dewrê.

Gelo feqîyen dema me, ji van saiqan xwe bi kîjan girtine? Wexta em ji ‘emelan bal bi niyetan ve biçin, pêwiste ku em li kirinên feqî û melayên xwe yên vê dewrê binêrin bê ka ji wan kî bi çi meşğûle. Yanî kirinê wan beyana nîyeta wane. Na heger em ji nîyetan bal bi ‘emelan ve herin, pêwiste ku em li dîroka xwe binêrin.

Heger em bi çend gotinan vê daxwaze bînin ziman, em dikarin vêya bêjin: Sedema ku ‘alimên muceddîd û serdestî îdarevanan ên dema paşî a Osmanîyan çima di medreseyên me de negihane eve: Feqîyên wê demê, hew jibo meaşê ku yek dikaribû bi re’heti pê debara xwe bike dixwendin. Jixwe hema ku ‘îcaze bidest dixistin, îdara dewletê ev wezîfedarî û tayînî cîhekî dikir. Ya dibûne qadî, ya dibûne katib, an tebîb an jî mihendis di xizmeta dewletê de. Ji vê rewşê dewlet jî memnûn bû, talib jî memnûn bû. Nûjenkirina ‘ilmê û berhemên nû û serbixwe di bala kê de bû. Rewşa ‘alema Îslamê îro li ber çavaye. Çi huner çi zena‘et îro bi ‘ilmêye, ew jî dûrî koma me ehlê medresaye.

 Nûreddîn QOSERÎ

Di debarê nivîskar de

Têhev

25

Gotar

Ê Berê KÊMANÎYA TEKSIYÊ
Ê Li Pey Giştpirsîna (Referandum) Kurdistana Başûr

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.