Di Meclîse Tirkîde Qahremanek

Article

Binavê Xweda                                             

Serekê meclîsa parlementerê Tirkî Îsmaîl KAHRAMAN bi navê xweyî musemma, di konferansek ji rêze konferansa de di derheqê çêkirina makeqanûna nû de gotîye, di makeqanûna  mewcûd de carekê bi tenê jî navê ALLAH c.c derbas nabe. Lewra pêwiste ku  makeqanûna nû dîndar be. Dîsa pêwiste ku madda LAÎKtîyê jî di vê makeqanûnê de tinebe.                                         

Em nizanin gelo cenabê KAHRAMAN ev gotinên ku li gelek derê cîhanê ji yeklifekê pêve nayê ti wateyê, lê ji mere gelekî bi qîmet û giranbiha ne, biçi meqsedê gotin. Ka gelo projeke gûhnasî û zihn ‘elimandinê ye anjî nav û dil gotîye. Her kîja ji herdû meqseda qesd kiribe jî, encam înşellah bixêr e. Lewra li vî welatî  madda Laîktiyê cara yekeme ku tê rexnekirin. Her çiqa temamê aqilselîm û kesên ku li vî welatî dijîn, çi xelq çijî xwedî meqam ‘hemû dizanin ku ev madde nexasim jî li Tirkîyê ji zilm û xwînrijê pêve ti tişt nekiriye. Lê dîsa tu kesî cesareta xerabî û bikênehatina wê bîne ziman nekiriye. Kesên ku cesûrbûn ji ji ber ku bi pirsgirêkên hê bi pêşvetir re mucadele dikirin, Pirrê wan di zindana debûn.  Jibo vê anîn zimanê jixwe me met’hê serok meclîs bi kelîma:  Binavê xwe musemma: kiribu.                                                                                                                   

Deka em vegerin ser madda LAÎKtiyê û tiştê ku li Tirkiyê tîne ser zîhna meriv. Ji sala 1923 û ‘heta niha, ka gelo bûye sedema çend komkujîya, bûye sedema çend malxerabûna, bûye sedema çend hezar kesan ku ji îmanê bûne, bûye sedema çend deh salên wendayî bi gelemperî. Ji vana ‘hemûya mezintir ma ne ev madde ye ku bûye sedema ji hevketin û feşkilandina temamê ‘alema Îslam ê. Lewra rakirina xîlafetê, ku xerc û rabîta temamê ‘alema islamê bû, bi vê maddê ve girêdayî ye.  Bê gûman her yek ji van mijaran ku bên beyankirin bi cîldan kitêban dadigrin, tijî dikin. Her wekî ku liser qiyama şehîd Şêx Seîd û hevalên wîyî ‘ezîz û dîsa liser komkûjiya Dêrsim, gelê Zîlan û bi dehan qiyam û komkûjîyê dinê kitêb hatine nivîsandin.                                                                                

Digel hewqas bûyerên dîroka meya nêz ku bi şûrê LAÎKtiyê hatine kirin, Dîsa hinek serekê rêxistina, Weke ku tinaziya bi zekaya xelqê bikin, Dibêjin: Kaşo LAÎKtî t’emînata ‘hemû bawerî û cûdatîya ye: Ev Ebû Cehlê hemçax bera baş bizanin ku êdî si’hra wan li ser hişê xelqa betal bûye, Êdî bê bandor e. Gelî weledê Ebû Cehla baş bizanibin ku dema xwînmijiya we bi navê Laîktiyê  qedîya. Ger çiqa vê neqlê hikumetê  bi şûnde gav avêt jî, Lê riziyayê we nema riqa digre, înşellah.                                                                                                                         

 

Belê lazim e em ‘heqê wan nexwin. Evan marê xwînmij ku navê wana weke navê menin, bi vê madda LAÎKtiyê çiqa zerer dabûne me, hewqas jî fêde dane axayê xwe. Lewra di dema ku bi vê maddê zulm li me dikirin, ji hêla di vê, EHDNAMEyên sedsalê jibo dolemendiya ser û binê axa me bi xaçperesta re girê didan. Lewra evna jî jiwana bûn di eslê xwe de. Her wekî ku Mahsûnî Şerîf di helbesta xwe de gotiye: “SEN BU ELE GELMEDEN NERDE YATARDİN CANIM”            

Di debarê nivîskar de

Têhev

25

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey HALÊ UMMETÊ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.