
JI RUBA‘ÎYÊN MEWLANA ÇEND GULDESTEYÊN BIJAARE -2
Wergera Ji Farisî: Cevdet KARAMAN
Bi zikrê ziyade dibit nûra însanê qencê bi îman
Lew zikir vedigerînit ser heqîqetê rêşaşê sergerdan
Piştî her nimêja sub‘h û şamê lazim te wirdê ziman
Gotina “La îlahe îllallah” qut neke ji ser zar û ziman
Bo mestîya me hacet nînit hîç bi şerabê
Di meclîsa me de sefa tê bê çeng û rubabê
Bê saqî û bê şahid û bê mutrib û mey
Em ji xwe diçin, mest dibin wek mestanê xerabê
Ey ewê ku tu Yûsufê minî, ez Yaqûb im
Ey ewê ku tu siheta tenî, ez Eyyûb im
Ez kî me ez! Ey tu ji her kesî re mehbûbî bes
Tu nigê xwe bi tebitîne, ez jî li çepika dim
Bê ta‘eta dîn, beheşta Re‘hman tu mexwaz
Bê xatemê heq, mulkê Suleyman tu mexwaz
Madem ku ‘eqîbeta her karî her xewa ebedî ye
Şikestina dilê hîç Muslumanî tu mexwaz
Ger tu beqaya pîroz dixwazî hîç ema hîç ne razê
Bi ‘eşqa dost xwe bi soje, tu hîç ema hîç ne razê
Tu bi sed şeban raza, te dî ku te çi jê peyda kir
Bi xatirê Xweda kî tu îşev ta sibê hîç ema ne razê
Ev bayê sibê sirrê evîna evîndara ye, tu ne razê
Hengama tazarrû û niyaza[1] ye, tu hîç ne razê
Bo xelqê her du cîhana ji ezel bigre ta ebed
Ev derî nehatiye girtin hîç, tim vekiriye tu ne razê
Em aşiqê eşq in ku eşq e necat
Can wek Xizir e, eşq wek abê ‘heyat
Wey li wî! Ku ji şahê eşqê nîne wî berat
Ma ‘heywan, çi xeberdar e ji kanê nebat?[2]
Ew ru‘hê ku xapandîye li ser nexşê sifat
Ji pertewa Mustefa hilkişiyaye bal zat
Di hengama hilkişînê de bi dilşadî got
Ji şadîya ru‘hê Mustefa re selewat
Bê yar namîne yê digel yar be bi xweşderbasî
Muflîs nabe tuccarê digel xerîdar be bi başî
Ji bo ku heyv ji şevê ne revî gîha ronahîyê
Gulê, bêhna xweş peyda kir ku bi diryê re kir derbasî
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.