Qewmê Minê Mezlum û jar

Article

Qewmê minê mezlûm û jar

İslam e riya ‘îzzetê

Qewmê minê bê hêz û zar

İslam e riya ‘îzzetê

 

İslam e dînê ‘alemî

İslam e şer'a xatemî

İslam e roja her demî

İslam e riya cennetê

 

Dozên kufaran vala ne

We’dê di wan bêewle ne

Tev pûç û xap û hîle ne

İslam e riya îzzetê

 

İslam e riya rûmetê

İslam e riya quwwetê

İslam e riya murwetê

İslam e riya cennetê

 

Ev fıkr û dozên kafira

Ev tevgerên xap û vira

Qet ji me re nabin çira

İslam e riya ‘îzzetê

 

İslame riya wehdetê

İslam e riya nesretê

İslam e riya qudretê

İslam e riya cennetê

 

Ev sazumanên kafırî

Ev partıyên bêbawerî

Şahî nebirne tu derî

İslam e riya îzzetê

 

İslam e dînê re’hmetê

İslam e riya şefqetê

İslam e şeklê ‘hurmetê

İslam e riya cennetê

 

Em dûrî wan dozan herin

Em xwe bi dînê heq girin

Ya rast ev e şîret werin

İslam e riya ‘îzzetê

 

İslam e riya şadîyê

İslam e riya merdiyê

İslame riya zindiyê

İslame riya cennetê

 

Ala Xweda hildin mila

Eşqa xweda bêxin dila

Mizgîn bidin qewm û gela

İslam e riya ‘îzzetê

 

İslam e dermanê kula

İslam e her nûra dila

İslam e gulzara gula

 

İslam e rêya cennetê

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey DAYÊ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.