Mizgeft Namusa Bawermenda Ne

Article

Bî navê Xwedayê Mîhrîban u Dilovan

“Ma ji wan zaliman zalimtir kî hene (ew zalimên ku) di mescidên xwedê Te’ala de men‘a zikirkirina navê wî dikin û li xerabkirina wan di xebitin. Ji bil tirsê heqqê wan nîne ku ew bikevin wa dera. Ji bo wan li dinyayê zelîlbûn û li axretê jî e’zabek mezin heye.”[1]

Em bawermend her çiqasî zêde qedrê mizgeftê nizanbin jî kafir û murted û Xwedênenas giringî û cîgirtina wê a di jiyana İslamî de baş dizanin. Birastî nayarên İslamê baş dizanin ku mizgeft, bitenê cîyê limêjkirinê nînin. Ew baş dizanin ku mizgeft ne cîyekî wisa ye ku hema piştî limêjkirinê wek dikanekî bê girtin û qiflê li derîyê wê bê lêdan. Heke ku bi tenê wisaba, bawer bikin ewê vê neyartîya dijwar pê re nekirina. Neyarê İslamê baş dizanin ku mizgaft hem cîyê limêjê ye, hem cîyê perwerdehîyê ye, hem cîyê çareserîya derdê misilmana ye ku misilman li wir dicivin ji derdên hev re dibin çare, li halê ‘hev dipirsin, kêmasîyên di nezanîya dînê xwe de û kêmasîyên hevê maddî û manewî diqedînin. Hem dîsa neayarê İslamê baş dizanin ku mizgef cîyê biratîya İslamî, cîyê ‘evdîtîya ji Xweda re, cîyê bibîranîna Xweda, cîyê xwedîderketina li şî‘arên İslamî, cîyê serhildana li hember temamê îdeolojîyên dijî şerî'eta Xweda, cîyê serhildana li hember temamî neyarên Xweda ye.

Di ayeta Qurana Pîroz de jî Xweda tiştekî bêguman ferman kiriye. Kî bibe asteng ji bo ku di malên Xweda de navê Xweda neyê hildan, ên ku wan bişewitînin û xerabikin, ên ku bibin asteng ji bo ku îbadet di mizgefta de neyêkirin ji van însana hê zordartir ti kesê dî li ser ruyê ‘erdê tune ye. Lewra xerakirin u şewitandin u mani’buna çûna mala Xweda dibe sedemê jibîrkirina Xweda. Bi zulmekî wihareng ‘hurmet û rûmeta dîn û İslam û şerî‘etê dikeve bin linga. Ev jî zulma herî mezin e. Lewra Xweda jibo wan kesa dibêje ewê ‘ezabekî mezin bibe para wan.

Kafir û murted va tişta tev dizanin. Lê mixabin em misilman qedr û qîmet û pîrozbahîya mizgefta bi qasî wan nizanin. Pêwîst bû gava ku kafir û murted ji bo xerakirina mizgefta nêzî mizgefta bibûna ji tirsa misilmana biba zinge zinga dev û dil û diranê wan. Lazim bû ji tirsa muslumana dilê wan bikira ji cîyê xwe bifiriya, ziravên wa biqetîya. Eger wan bizaniba ku ev cîyên pîrozbaha ji bo misilmana ne cîyên rêzê ne, ne cîyên bêxwedî ne ji tirsa mislimana wê di dilê xwe de bigotina: Eeger ku em zirarekî bidine mizgeft û mala Xwedê misilman wê me bigirin û ji hev biçirînin û perçe perçe bikin. Gava ku kafir û murted di ber mizgeftên me de biçûna, dev ji dana zirarê berdin pêwîst bû ku newêribûna di bin çava de jî, bi nîyeteka xerab li mizgeftên me birihêntina. Lê mixabin îro neyarên İslamê yekbiyek mizgeftên me dişewitînin hîç deng ji me dernayê.

Avakirin u parêztina mizgefta, nîşan û ‘elemetek ji 'elametên îmanê ye. Xerakirin u şewitandina mizgefta jî halê kafira ê herî pîs û rezil e. Çawa ku avakirina mizgefta dereca herî bilind a îmanê ye herwiha xerakirin û şewitandina mizgefta ji bo fasiq û facira dereca herî berjêr û nizm e. Lewra cî û mekan û zeman bi zikirkirina Xweda qedr û qîmet digrin. Mizgeft cîyê zikr û 'îbadetê ye. Gava meriv diçe mizgefta ji xeynî Xweda ti tiştê dî nayê bîra meriv. İnsan çiqas ‘xafil dibe bila bibe gava ku diçe mizgeftê Xweda tê bîra wî. Ma neyarên Xweda dixwazin ku Xweda bê bîra însan?

Çepgirên Kurdistanê, pêşî bi navê azadîyê dest avêtin ‘heya û namusa pîrekên Kurda. Bi wan dan gotin ku, “em ne namusa tu kesî ne”. Bi wan dan gotin ku “namus kabuse”. Bi xortên Kurda diruşmên wisa dane avêtin ku ji roja dinya avabûye ‘heta îro tu qewmî, tu gelî bi vî hawî bi navê bênamusîyê xwe eşkerê nekiribûn. Ev gotin û diruşme ne besbûn rabûn parêztina bênamusîyê xistin pêşîya parêztina Kurd û Kurdîstanê. Digel ku em dizanin Kurd û Kurdîstan ji wan re ne derd e jî ‘eyb û şerm nekirin rabûn gotin: “Parêztina bênamustîyê gomlekekî ji agir bû, me jî ew gomlek lixwekir.” ‘Ecêba ku dujmin bi serê dujmina de nayîne bi serê vî gelî de anîn, lê dîsa jî gelê Kurd şîyar nebû. Ey gele Kurd! Ji bo ku ti şîyar bibî ma gelo pêwîste ew hê çi bikin?!!

Ev tev nebes bû rabûn bi sîyaseta koncala di vê çile û zivistanê de ev gelê mezlûm perîşan û şerpeze kirin. Gelê Kurd çend sale piçikekî ketibû rihetîyê. Van hova ev ri‘hetî ji wan re pir dîtin. Dîsa boxçikên wan dan ser milên wan û ew terkîwelat kirin. Bi navê xweserîtîyê ew bi rîya xistin. Gele Kurd dîsa ji ber zulma wan bû mihacir. Xweserîtîya wan bû xwelîliserîtî. Xwelî li serê vê sîyaset û xweserîtîya we be. Ma ev çi xweserîtîye ku gelê Kurd ji ber wê direvin. Ji ber van kantonê we direvin. Ji rojava bi hezara Kurd ji ber we direvin, ne ji ber tu kesê dî. İro li Kurdîstana Bakûr jî win bi navê vê sîyaseta xweya genî neyartîyê bi mala Xweda re dikin. Ji bo ku misilman bi rihetî nikaribin herin wan mizgefta an jî ji tirsa canê xwe neçin wir li kê derê mizgeftek hebe hûn diçin koncalên xwe li dora wê mizgeftê dikolin.

Mixabin her çiqas ew neyartîya xweya bi İslamê re aşîkar dikin jî gelê meyê Kurd li ber van gotin û kirinên wan guh û çavên xwe digrin. Pkk ji roja ku derketîye de bawerî û îdeolojîya xwe li ser bingeha neyartîya İslam û şerî'etê damezrandîye. Erê wan ‘heta do bi teorîyên xwe ev dianîn ziman lê îro bi pratîka xwe jî li her derê Kurdîstanê vê şopa xwe didomînin. Lê dîsa jî gelê me şîyar nabe û ruyê wanê rast nabîne.

Dibê îdî ev gel şîyar bibin, çavên xwe vekin, guhên xwe vekin, ji xewa xefletê şîyar bibin. Lewra Emê heta kîngê vê neyartîya van hova nebînin.  Ev hurrum hogirî û dostanîya ku ji kemalîstên tirk re dikin ji sedî yekî wê ji gelê xwe re nakin. Kemalîstên tirk anîn bi dengê Kurda xistin meclîsê lê gele Kurdê dîndar ji xwe re wek neyar qebûl kirin û naxwazin ku Kurdek dîndar di welatê xwe de bi ri‘hetî bijî. Golo emê kingê şîyar bibin. Ev hov hewqas heqaret li dînê me, li namusa me, li şerî'eta me dikin, neyartîyê bi pîrozbahîyên me re dikin lê dîsa pozê me naşewite û deng ji me dernayê.

Ma vî gelê mezlûm heta îro çi zirar daye vê rêxistina ku kes nizane hevsarê wê di destê kê de ye û wek ‘hûtek ‘heftserî bûye bela serê gel. Gelo ma wexta hişyarîyê nehatiye. Gelo ma mizgeft ne muqeddesatên me ne ku îro ji teref van hova ve tên şewitandin. ‘Heta ku ev agirê dijwar li ser mizgevftên me bê dadan dibê xew li me bi herime û em bi şev û roj ji bo azadîya van mizgefta û vî gelî bixebitin.

Bi hêvîya şîyarbûna li hember van neyarên dîn û îman û mizgeftan we dispêrim Xwedayê mezin.

 

Mîhrîban: Merhametli

Dilovan: Şefkatli, Rehîm

Bawermend: İnanan

Pêwîst: Lazım, gerekli

Dirûşim: Yüz, çehre

 



[1] Sûretê El-Beqere 114

Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

Ê Berê Zordarî, Pêlên Be‘hra an jî ‘Helandina Kolanên Ewrûpa
Ê Li Pey Ji Ciwan Dozvanê Îslamê Re

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.