Hin Şîretên Qur'anî

Article

Herdû Destê Ebû Leheb ‘hişk bibin. Çawa ku ‘hişk bûn jî.

Mal û keda wî feyde neda wî.  

Wê zatê (Ebû) Leheb bikeve agirekî pêtîhilda.

Jina wî ya ‘hemalê piştîyê sitirî û êzinga jî.

Ewa kû timî werîsekî ji lîfê pelê xurma di sitûwê wê de ye.

Di heqê sebebê nuzûla vî sûretê de İmamê Buxarî û hin  ‘alimên din, ji Îbnî ‘Ebbas wiha rîwayet kirine:

İbnî ‘Ebbas (r.a) dibêje: Rojekî Resûlê Xweda (s.x.l) derket ser girê Sefayê û gazî kir: YA SABA‘HAH[1]  Qebîla Qureyşîya lê civîyan. Resûlê Xweda weha got: Eger ez xeberê bidim we û bibêjim: “Dujmin vê sibehê yan jî êvarê wê bi ser we da bigre. Ma winê ji min bawer bikin?” Teva gotin erê. Resûlê Xweda (s.x.l) got: “(Vê bizanibin) ez pêxember im. Ji alîyê Xweda ve ez ji we ra hatime şandin. Ez bi ‘ezabekî dijwar dizanim. (Eger hûn bawerî bi min neynin û ‘îta’ata min nekin hûnê bikevine wî ‘ezabî).”

Liser vê yekê Ebû Leheb ji Resûlê Xweda re got: “Zîyan ji te ra be. Ma te em ji bo vê yeke civandin?”­ Liser vê gotina Ebû Leheb, Xweda ê Te’ala ev sûret nazil kir.

İbnî Cerîr jî bi riya İsraîl[2]  ji İbnî İshaq wî jî ji ‘alimekî Hemedanî[3] rîwayet kiriye ku pîreka Ebû Leheb sitirî davêtin ser riya Resûlê Xweda (s.x.l). Bi sebeb vê yekê ev sûret nazil bûye.

Îbnî Munzir jî rîwayeteke wek vê rîwayetê ji İkrîme rîwayet kiriye.[4]

Gelî Însana! Xwedayê ‘alemê bi vê suretê gelek şîretên muhîm li me dike û gelek mesûlîyetên me hînî me dike. Mesela:

1.     Xwedayê ‘alemê şîret li me dike kû em li ber de’wetvanê dînê wî, ranebin. Lewra ê liber de’wetvanê dînê wî rabe ‘eqîbeta wî weke Ebû Leheb li dunyayê zîyan û xesarete. Ên wilo ne malê wan, ne jî keda wan feyde nade wan û wan ji zîyan û xesaretê na parêze û xelas nake. Li axretê jî wê ew bikevin agirekî bi pêtî û gurr.
Divê xusûsê de ferqa zilam û pîreka tune ye.

2.     Xwedayê ‘alemê şîret li me dike ku em, ezyet û te’dê nedin ehlê wî û de’wetvanê riya wî. Lewra ê ku ezyetê bide wan welew pîrek be jî ‘aqûbeta wî li dunyayê zîyane û li axîretê jî agir û xusrana ebedî ye. ‘Hetta mirov bi çi tiştî te’de li ehlê Xweda bike, Xweda jî mirov bi wî tiştî dide ‘ezabê. Weke ku pîreka Ebû Leheb li axretê bi werîsê xwe tê ‘ezabkirin. Lewra wê bi werîsê xwe piştiyê sitiriya ji çiyê tanî û bi şev tavête ser riya Pêxemberê Xweda. Ji bonî ku sitirî di lingê wî de herin.

3.     Xweda ê ‘alemê li me şîret dike kû ji zerar û zîyanê pê ve feyda kesî di ezyetdayîna de’wetvanê riya wî de tune ye. Çawa Ebû Leheb û jina xwe jî, zerar û zîyanê pê ve ji vî karî tiştek neçinîn. Tarîx şahid e ku ‘heta îro jî tu kesî ji zîyanê pêve feyde ji neyratîya de’wetvanên riya ‘heq nedîtîye. Em Mensûbên ‘Hîzba Xweda gelek çara bûne şahidê vê yekê.

4.     Xweda ê ‘alemê şîret li me dike û bi haweyekî vekirî beyan dike ku di dînê İslamê de qewmîyet û nijatperestî tune ye. Fikra qewmîyetê fikreke şeytanî ye. Ji bonî ku pê ji dînê Xweda dûr bibin û li ser fikreke vala û pûç ji hev re bibin dujmin û hevdû bikujin, şeytan ev fikir avêtiye nav zarwê ‘Hz. Âdem. Tu manekî ji fikra qewmîyetê re tune ye. Lewra temamê qewma însan in. İnsan jî di eslê xwe de tev zaruwê yek dê û yek bavî ne. Zarwê yek dê û yek bavî jî bira û xuşkê hev in. Nexwe însan tev yek reh in, yek nîjad in, yek qewm in û tev bira û xuşkên hev in. Ji ber vê yekê Xweda ev fikra bê me’neya şeytanî ‘heram kiriye.

Binêrin, Ebû Leheb tevî kû ‘emê efdelê mexluqabû jî ji ber kû îman neanî û dijberîya Resûlê Xweda (s.x.l) kir, Xweda ev sûretê Qur’anê di zema wî û jina wî de nazil kirîye û bi nav tê da zikra wî kirîye. Da ku ‘heta qiyametê ji hemî însan û nesla re bibe ders ku  nijadperestî û ‘hemîyeta cahilî di İslamê de tune ye. ‘Heta qîyametê  zema wî bi vî suretî têkirin.

Yahûdî jî tevî kû ji zuryeta Hz. Îbrahîm, İshaq û Ye’qub in jî, jiber kû îman bi Resûlê Xweda (s.x.l) neanîn û dujmintî pê re kirin, Xweda ê ‘alemê di gelek sûret û ayetên Qur’anê de zema wan kirîye û le’net li wan aniye.

Di Qur’an û Sûnnetê de bi te’bireke din di dînê İslamê de Xweda ê ‘alemê însan tev kirine du sinif û bend. Sinifa musulmana û sinifa kafira. Benda Xweda û benda şeytan. Bi te’bîreke din jî sinfa ‘adila û sinfa zalima. Yan jî sinfa mutî’ û asîya.

Musulman, benda Xweda, ‘adil û mûtî’: Ew in kû îman bi xweda û bi pêxemberên wî anîne û li gorî emrê wan dijîn û dimeşin.

Kafir, benda şeytan, zalim û ‘asî ji: Ew in kû bawerî neanîne û wek emrê Xweda û pêxember nameşin. ‘İsyana wan dikin û di erdê de texrîb û zulum û terorîstîyê dikin.

Çawa ji her qewmî musulman hene herwiha ji her qewmî kafir jî hene. Belê musulman ji kîjan qewmî bin ferq nake. Xweda ew ji hev re kirine bira û ew wek milletek ‘hesibandine. Kafir jî ji kîjan milletî dibin ew zane Xweda ew jî wek milletek hesibandine.

İro em dibinin ku kafir ji kîjan qewmî bin ferqa hev nakin, daîma di dujmintîya İslam û musulmana de alîkarîya hev dikin û ji hev re dibin piştek. Hevsarê wan di destê şeytan de ye û şeytan wan dajo vî karê çepel.

Xweda ê ‘alemê jî emrê musulmana kirîye kû ji kîjan qewmî dibin bila bibin lazime bê ferq di şer û cîhada bi kafira re alîkarîya hev bikin û ji hev re bibin quwet û piştek.

Xweda ê ‘alemê ji ber ku hem Xaliqê  însan û kaînatê ye hem jî Xwedî û Sultanê wan e emrê benda xwe, îbadên xwe yên musulmanên ‘adil û mûtî’ kirîye ku bi benda şeytan a kafir, zalim û ‘asî re mucadele û cîhad bikin ‘heta ku wan vegerînin îman û îta’etê. Yan jî heta ew dev ji texrîb û îfsad û terorîstîya xwe berdin.

Xwedayê ‘alemê di cezakirin û îmhakirina kafir û terorîsta de, ‘haşa ne kû îhtîyaca wî bi musulmana heye ku emrê wan dike bi şer û cîhad û mucadela wan. Lewra bi qasî mirov çavê xwe bigre yan jî veke Xweda dikare teva bi carekî bimirîne û îmha bike. Lakîn Xwedayê ‘alemê ji bo sirrê îmtîhanê[5] muhletê didê kafira. Ji bo ku  kufr û terorîstîya wan nîşanî ‘alemê bide da kû li axretê dema wan bêxe cehennemê û îsmê Xwe yê Qehhar li ser wan bide tecellîkirin seh neyê ser navê wî yê ‘Adil.

Xwedê Te‘ala digel îmkanê hindik jî emrê muslumana bi cîhada kafira dike da ku  dereca îta’eta wan a ji Xwe re nîşanî ‘alemê bide û dema wan li axretê bêxe cenneta ebedî û sirrê îsmê Xwe yê Cemîl li ser wan bide tecellîkirin‘edaleta wî jî pê re bi awayek aşîkar û tetmînkar bê tecellîkirin.  

Gelî îsana! Ji bo vê heqîqetê ye ku Resulê Xweda (s.x.l)  berî her qewmî bi kafir û terorîstê qewmê Xwe re ‘herb kiriye. Ji wan dest pê kiriye û hino hino daîra mucadele û cîhada Xwe berfireh kirîye. Lewra ‘herba musulmana bi kafirên qewmên wan re ne kirineke kirêt û birakujî ye. Lewra emrê Xweda weha ye. Pêşî Resulê wî ev tişt tetbîq kiriye. Hem jî musulman û kafir ne birayê hev in.  ‘Heramîya mezin û birakujî ew e ku musulman xwebixwe bi hev re ‘herbê bikin. Lewra Xwedayê ‘alemê ev yek ‘heram kiriye û musluman ji hev re kirye bira. Dînê İslamê ev e. Ev yek bi Qur’an û Sunnetê û îcraata Resûlê Xweda û se‘habîyên wî sabit e. Ên kû bi vê yekê ne razîbin bila ji xwe re li dînekî din bigerin.

Gelî musulmana! Netîce eve: Dînê İslamê dînekî ‘alemî û cîhanî ye. Xîtabî tevê însana dike. Qewmîyet û nijadperestî tê de tuneye.[6]  Li gorî İslamê musulman tev yek milleti n. Yek ‘hîzb û yek bend in. Tev birayê hev in. Kafir jî tev yek millet in, yek bend in. Di dujmunntîya musulmana de tev alîkarîya hev dikin. Ferz e ku musulman jî di dujmintî û mucadela bi kafira re alîkarîya hev bikin. Naxwe fitnê mezin dertên holê. Ev fitnê ku îro di ‘alema İslamê da mewc û pêl didin jî netîca vê îhmalê ne.

Resulê Xweda (s.x.l) çawa pêşî bi emrê Xweda zema ‘emê xwe kiriye û binavê wî wî zikir kirîye divê em jî ji kafirê qewmê xwe destpêkin. Pêşî xerabî û kufra wan ji însana re beyan bikin û bînin ziman.

Lewra di her xusûsî de nûmûne û mîsal, Resûlê Xweda (s.x.l) ye. Ev sûret jî di warê vê ‘heqîqeta ku me zikir kir de delîleke mezin e.

Eger em di vê xususê de qelsîyê nîşan bidin emê tu carî di mucadela Xwe de muweffeq nebin. Ne ji qewmê xwe re û ne ji tu kesî re emê nebin mîsaleke qenc. Lewra muweffeqîyet di tabi’tîya Qur’an û Sunnetê de ye û zafer ji ba Xweda ye.

Xwedayê ‘alemê me teva mu’hafeze bike û nehêle em ji îstîqameta emrê wî şaş bibin. Ez xwe û we emanetî Xwedayê ‘alemê dikim.

                                                           FERHENGOK

Rîwayet: Ragîhandin ango neqilkirina gotinekî ji yekî din.         

Zîyan ji te ra be: Tu helak bibî.                  

Nuzûl: Dahatina we‘hyê.     

Fikra qewmîyetê: Ew fikre ku meriv çi heq û çi niheq tim û daîm piştgiriya qewmê xwe bike û qewmê xwe ji herkesi çêtir bizanibe. Ne ew fikre ku meriv qencîya gelê xwe bixwaze. Di warê xêrê de daxwaza qencîya qewm ‘hemîyetek İslamî ye.            

‘Em: Ap.                   

Dijberî: Muxalefet   

Zem: Rûreşkirin ango bi tirkî qinama.        

Nijadperestî: Qewmperestî ango bi tirkî irqçilix.

Mûtî’: İta‘etkar 

Karê çepel: Karê şaş

Cîhad: Mana kelîma cîhadê gelek berfireh e. Bi kurtî ji hemî xeyretên İsalmê re cihad tê gotin. ‘Herba bi kafira re tenê beşek ji cîhadê ye ku ‘alim wek qital binav dikin.           

Seh: Sî.          

İsmê Qehhar: Wesfekî Xwedê ye ku li gorî şanê vî navî li neyarê xwe ‘xezebê û wan qehr û perişan dike   

İsmê Cemîl:

Muweffiq:Bi serketin Navê Xweda yê ku xweşkayiyê di kaînatê de dide nîşandan

 

 

 



[1] Ev gotineke ‘Ereba ye. Dema talûkekî dibînin jibonî qewmê xwe li hember wê talûkê şiyar bikin pê gazî dikin. Bi me’na gazikirina hewarê ye

[2] İsraîl Navê ‘alimekî ye

[3] Ji wî ‘alimê Hemdanî re tê gotin Yezîdê Kurê Zeyd

[4] Lubabunnuqûl fî esbabunnuzûl / Suyûtî

[5] Lewra Xwedê Te‘ala ev dunya kiriye hola îmtîhanê

[6] Lewra nîjadperestî û qewmperestî li gorî İslamê ‘heram e

Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

Ê Berê Ey Milletê Min!
Ê Li Pey Seha Sûretê Kafîrûn

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.