
Gul Ezbenî!
Bêqedar Selam û bêqedar Selat, hezkirin û hürmet her ji te re be.
Xilata destê min, Mizgîna zimanê min, heqîqeta ruhê min, gernasê feraseta min. Zimamdarê Dünya min, Zikmakî ya Fatîha min, di Nübüwetê de serencamê min, Serokê min, serwerê min, Sermedê min Ezbenî!
Ey Gûla Gûlîstana! Şimamoka bîstana, nura eşqa oqyanusa min ya bêqeder, mîhwera dinya dilê min, tewera (Eksen) jîna Mişraqa min,
Ey hêwiriya min ezbenî! Di demsala biharê de Xemrevîna (Teselî) me hew tu ye…
Rewşa îftîxara însanîyetê hew tu ye. Lewra tu ji aleman re rehmete, tu xilata rehman e ji bo tevê ruhber û camida.
Ey canê min, cananê min! Muxbîrî sadiqê îman û Însanîyetê bêhn vedide. Ey temsîla minî berya teblîğê.
Ezbeni!
Seruwena jiyana min, İrfana dile min, seyr-u suluka fetha dile min, îmana min ya di rehê dile min de diherike, sultananê min yê di mejîyê min de hüküm dike, xiyala min ya hêvîya dide jîna min, ez pepukekî şeve xwe ye tarî bi şewqa nura te ronî dikim.
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.