KEKÊ MEHMET

Article

 

Hizn û şîn kete dilê me
Barê giran da milê me
Zêde bu derd û kulê me
Selam li te kekê Mehmet


Tu hem egîd û mêrxazî
Ji mezlumara dilxwazî
Ey bira Xweda j-te razî
Selam li te kekê Mehmet


Xwedyê edeb û hîkmetî
Jî bo mezluma şewqetî
Xêr xwazê hemî milletî
Selam li te kekê Mehmet


Sebra te wekî Eyyubî
Naxwazî doxtor tebîbî
Ey bira bi cennet şabî
Selam li te kekê Mehmet


Gotênen te bî hîkmetin
Em yek vücud û ümmetin
Xwedyê şeref û îzzetin
Selam li te kekê Mehmet


J-bo İslam emrê te borî
Te kir mêvan rebbê jorî
Arş û âlâ ser te lorî
Selam li te kekê Mehmet

Di debarê nivîskar de

Têhev

22

Gotar

Ê Berê Ey dozvanê dewa îslâm
Ê Li Pey XEYRUL ENAM

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.