
Ey Yasînê dil hezîn
Hem egîd û nazenÎn
Dijmin teva lerîzîn
JÎ ber qîyam û cehda te
Zalim xayîn û neyarin
Ji hubba xweda bê parin
Xweda got ew ehlê narin
Dawîya dîjmin xusrane
Hewar yareb sed car hewar
Hatin kuştin şev û êvar
Zalim jî mera nabin yar
Yarê me dostên Xwedane
Xeberek reş ji mer hatî
Gotin YasÎn şehÎd ketî
Dil û cîgerêm lepêtî
Kirin qirîn erd û esman
Tû wekî Ammar û Bîlal
Bûyî mêvanê zülcelal
Xwîna teyê sor û zelal
Rijya j-bo Îslam û Quran
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.